PKK ji bo çi bi kirêtî şerê Barzanî û PDKê dike !

PKK ji bo çi bi kirêtî şerê Barzanî û PDKê dike !

Gelek cara li himber derew û dezenfarmasyona PKKê û hemû dam û dezgehên wê di van rûpelan de nivîs hatine weşandin û behsa rastiya PKKê hatiye kirin. Lê dixweyê hinek tişt têrê nake,,dema mirov ji sinorê ehlah derbas bike û heya di rûyê wan de nemine, bersivên ji wan re bê dayîn jî cihê xwe nagire û her helwesta bê dayîn jî derbas dibe diçe. Ji bo vê divê çi bê kirin ku rê li derew,dezenfarmasyon û ehlaksiziyê bê girtin. Rêyek heye ku divê siyaseta PKKê û havalbendên PKKê bê herimandin.

Ji aliyek din ew kesên dibin piyonê siyaseta PKKê divê baş bêne naskirin û bêne teşhîr kirin. Ewên behsa yekitiya Kurd bi devê PKKê dikin, ewin bi organîzekirina PKKê behsa “şerê birakujî” dikin divê baş bêne naskirin rê li derew û helwestên wan yên durû bêne girtin. Eger aliyek siyasî yan jî di nava aliyên siyasî de hinek vê yekê nekin dibin darikê tevdanê di destê PKKê de û bivê nevê dikevin di bin xizmeta siyaseta qirêj a ku tê rêvebirin de.

Ji berî çend rojekî li rojavayê Kurdistanê deverên di bin  desthilatdariya PKKê de xwepêşandanek çêbû. Kaşo êrîşa Tirkiye ya ser Şingalê dihat şermezar kirin. Di destê xwepêşendaran de alayên PKK,PYDê HSDê û weneyên Abdullah Ocalan hebûn. Pankaratek di pêşiya xwepêşanderan de hebû ku,mirov şermê dike behsê bike. Di wê pankratê de ev hatibû nivîsandin: ” Doh DAÎŞ Şingal Qetil kir îro jî evin” li ser vê nivîsê re weneyê Mesud Barzanî, Tayib Erdogan û serokwezîrê Iraqê Kazimî hebû.

Eger siyasetmedarek ku bi navê bê alitiyê zirna PKKê lê dide bikaribe vê nivîsê û helwesta  siyaseta PKKê terîf bike her tişta ku ew dikin mirov dikare hewl bide tê bigihe. Na eger Tarifa vê nivîsê û helwesta bê ehlakî nebe, gerek ji xwe şermê bikin û ji dev bazirganiya siyasî û bê ehlaqiyê berdin. Ev yek ji bo hemû nivîskar,hûnêrmend û insanên li himber siyaseta PKKê bê dengin derbas dibe.

Gelo ew şanda di hûnêrmenda li himber vê helwesta PKKê çi dibêjin, ji bo daxûyaniyekî belav nakin dernakevin li ser televizyona vê kirêtiya ew bi xwe şirîkin şermezar nakin? Lê li vê derê kêmasiyek din heye ku gerek behsê bê kirin, ew siyasetmedar û hûnêrmendên vê yekê dikin gerek carê mirov û taybetî aliyên wek PDKê rê nedê wan. Gerek bangî wan bê kirin û li himber kirêtiya tê kirin bê dengiya wan li rûyê wan bidin û wan bi xwe jî teşhîr bikin. Li bakurê Kurdistanê,HDP, PHD û KCDê di derbarê Barzanî de gelek cara pankartên xirab nivîsandine, eger di dema xwe de helwestek bi biryar hebûya ,belkî îro rê li vê kirêtiya PKK dike bihata girtin.

Gelek balkêşê ku, PKK û MHP bi heman zimanî êrîşê Barzanî û PDKê dikin.

PKK qatilê siyaseta Yekitiya Kurdistaniye, PKK hevalbendê dewletên dagirker li herêmê ye, PKK nasnameya “şerê birakujiyeyê” û PKK tişta ku dewletên dagirker bi sedên sala nakarî bike îro di kesayeta rojavayê Kurdistanê de hewl dide bike. PKK navê Kurdistanê winda dike, PKK sembola netewî ya Kurda qedexe dike,eger heta niha kurd bi vê yekê negihabin û fam nekiribin, rastî rewşa Kurda gelekî xirab e.

Heta wek vê gavê çekdarên PKKê li Şingalê mûçeyên xwe ji Heşda Şeibî werdigirin û rê li hukumeta herêma Kurdistanê digrin ku bikeve Şingalê de û bibe xwedi desthilat. Çekdarên PKKê li Şingalê hêzeke di bin bandora Heşda şeibî de.

PKK kiye û bi çi xelkekî dixapîne? Gerek ev bê dîtin. PKK, PYD ye, HDP ye HSD ye,KNK ye,KCD ye,YPG û HPG ye..Helwesta li himber PKKê divê li himber van hemûya bin. PKK bi van nava aliyên siyasî û Kurda dixapîne, lê divê vêca mirov xwe bi xwe nexapîne.

Li hiber dezenfarmasyon û derewên PKKê, tu çi bêjî feyde nake, gerek mirov xwedî helwestbe. Dibêje yekî tif kir rûyê Beqê. Beq lê rênî û kenî û got:” Ava vê dinyayê rûyê min şil nakê ma tifa te şil dike?”

22.8.2021

Nûçe/analîz/Rjevakurd

Pustên heman beş