Ebubekir Heledinî, nexweşê derûnî

Ebubekir Heledinî, nexweşê derûnî
  • Simko Ebdulezîz

Mirov pişîkê bi ti awa bavêje wê pişîk her bikeve ser dest û lingên xwe, mirovê ku esasa wî ya fikrî îslama tundrew jî be çi bike wê her kesekî tundrew be .

Kesên weke bi nav siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê ê bi navê ( Ebubekir Heledinî ) çi kinc li xwe bike, çi qas boyinbaxa “KARAVAT” li stuyê xwe bike û çi qas hewl bide weke kesek normal û serdem xweya bike jî wê her kesek fundamentalist “Fanatîk” bimîne, kesê fundamentalîst “fanatîk” wê dibîne ya ku ew hizir dike, ne ya ku çavê wî dibîne, ango mirovê fundamentalîst “fanatîk” û aydolojîk ne hewceyî hebûna çavan e, ji ber ku kesên bi vî awa çav hebin ya nebin ti cudahiyek tuneye û ew wê her wê bibîne ya ku di serê wî de hatiye çandin.

Li roja 22/8/ 2021 kekê Mesûd Barzanî daxuyaniyek nivîskî derbarê Efxanistanê û Kurdistanê parvekir û têde ragihand, Kurdistan ne weke Efxanîstanê ye.

Dema kesên weke Ebubekir bihîstî ku kekê Mes’ûd Barzanî daxuyaniyek daye, raste rast tansiyona xwîna vî nîv mirovî bilind bû, serê wî êşiya û weke hertim tev tişt tevlîhev kirin û bê ku biçe xwe biwestîne û bizane kek Mesûd çi gotiye, hat û raste rast mîna gayên Îspanî yên dema parçeyek sor dibînin êrîşî ser dikin, êrîşî ser Barzanî kir û got, ( Barzanî di Daxuyaniya xwe de basî wan dastan û berxwedana kir yên ku pêşmergeyên PDKê têde beşdar bûyî, Barzanî bi tenê basî dastana Kurê, Sihêla û pirdê kir, wî bi ti awa basî wan dastanan nekir yên ku li ser destê pêşmergeyên partiyên din weke YNKê hatîne encam dayîn).

Ez weke kurdekî Bakurê Kurdistanê neçar kirim ku herm bi hûrgilî daxuyaniya kekê Mesûd Barzanî bixwînim û bizanim çewa rastî vê şaşiya kujek hatiye! Lê piştî ku min hin cara daxuyaniya Barzanî xwandî ez gihîştim wê bawerê ku Ebubekir Heledinî, yan mirovek pir nezane di dîroka kurdan de, ango bi tenê ew haydarî şerên weke ( Ohud û Bedir û Qadisîye ….) ye! Yan mirovek nexweşe û pêdivîya wî bi dixtorê derûnî heye, ez bi bawerim di vî warî de li başûrê Kurdistanê dixtorên pirr baş jî hene.

Ez çima derbara vî nîv mirovî de van axaftina dibêjim?!  Ji boy bersîva vê pirsê dixwazim xwendevanên vê nivîsê bi xwe bibin dadvan û liser daxuyaniya Barzanî û şiroveya şaş a Heledinî biryarê bidin.

Bi kurtasî xalên sereke di daxuyaniya Barzanî de ev bûn:

Di daxuyaniya xwe de barzanî bi t awa navê Partiya Demokrata Kurdistanê neaniye, belku basî miletê kurd û berxwedana netewa kurd û qurbanîdanên kurd û kurdistanê kiriye. Dibêje pêdvî ye hemû alî baş fêm bikin (miletê ku pişta xwe bi xwe germ neke û îradeya wî nebe, hertim li ber gefa jinav çûnê ye.)

Îradeya me kurdan girêdayî palpiştiya kurdan e, ev palpiştîye dibe sedema parastin û hebûna kurdan.

Cudahiyek mezn heye di nêvbera pêşmergê kurdistanê û artêşa Efxanistanê, pêşmergê Kurdistanê niha peyda nebûye belku dîrokek pirr kevin û dirêj û bi şanazî heye. Bi wateyek din heya ku Kurdistanî hebin, wê pêşmerge jî hebin.

Belê, Barzanî bi vî awayî basî pêşmerge dike ku xwedî dîrokek pîroz e û bi sedan dastan û destkeftên girîng ji boy gelê Kurdistanê û parastina Kurdistanê tomar kirîne, lê belê Ebubekrê nexweş dibêje, Barzanî bi tenê navê hin dastan an aniye, gelo qey Barzanî dikare navê hemû dastana bîne?! Bê guman na. Barzanî dibêje pêşmerge xwedî sedan dastan e, ne bi tenê ev dastan e, evca Heledinî yê nezan em ji te dipirsin, gelo sedan pêtirin yanjî dehan?! Yaw tu çi qas nezanî?

Ebubekrê nexweş ma qey tu nizanî ku şerê kurê di bin çavdêriya “Bereyê Kurdistanî” de bû û bereyê Kurdistanî ji hemû partiyên Şoreşger ên başûr pêk dihat? Gelo qey tu ewqas nefamî ku nizanî Kosret Resûl ku berpirsek YNKê ye weke serkirdeyekê YNK di nava vî şerî de cî digirt?!

Heledinî yê nezan qey tu kore bûy û te bi çavê xwe nedidît ku pêşmerge di bin seywana serokatiya herêmê û wezareta pêşmerge de û bi erê kirina parlemanê Kurdistanî kete di şerê DAIŞê de, û bi lehengî serferaz bûn? Di şerê DAIŞê de pêşmergeyên hemû partiyan hebûn, hemûyan bi hevre şerê terorîstan kir yên şehîd bûy û birîndar ketî ji tev partiyan bûn.

Sebaret şerê Pirdê û Sihêla jî, raste hêza sereke ya PDKê bû, lê belê dîsan partên dijî di nav de bûn, ji bilî beşekî xaînên 16 Cotmehê nebin.

Pêşmerge û gelê kurd bi berxwedan û îradeya polayî plana neyar û dujminan hilweşand. Barzanî garantî da gelên Kurdistanê ku rewşa Kurdistanê ne wek rewşa Efxanistanê ye. Evca xwendevanên bi rûmet hûn bibin dadvan ka daxuyaniya Barzanî daxuyaniyek netewî bû yan daxuyaniyek hizbî bû, gelo we li cîhekê bi tenê jî navî PDKê mêze kir? Gelo hûn jî nabêjin pêwîst dike kesên weke Ebubekrê Heledinî herin dixtorê derûnî?

Pustên heman beş