Qewimî Bafil ewladên Şêx Cengî terra û berra kirin!!

بافڵ-تاله‌بانی-لاهور-ئاراس-شێخ جه‌نگی-ynk-lahur-talebani-talabani (1)

Lekolîn û taqîba Bafil Talebanî li ser mulk û samanê ewladên Şêx Cengî dewam dikin, herî dawî Bafil destê xwe danîye ser tev mulk û samanê wan yê li Bexdayê, Aras Şêx Cengî yê birayê Lahur jî li Bexdayê ji ber Bafil reviya ye.

Pêgeha “Darka Mazî” agahyên herî taybet li derbara lekolîna Bafil Talebanî li ser mulk û samanê Lahur Şêx cengî hevserokê derxistî yê YNKê bi dest xistine û kanê bi tu awayî li Bexdayê destê xwe danîye ser koçk û vêlayên ewladên Şêx Cengî.

Vêlaya Lahur ya li nêzî koçka serokatiyê bir

Çavkaniyên pêgeha me li Bexdayê dest nîşan kirine ku li roja 7/8/2021an, Bafil Talebanî berpirsê kargêrî yê koçkên Celal Talebanî li Bexda a paytexta Îraqê erikdar kir ku taqîba mulk û samanê ewladên Şêx Cengî bi taybet yên Lahur li Bexdayê bike.

Berpirsê koçkên Celal Talebanî ku navê wî Dilşad e û bi kod navê “Dilşad Îdare” tê nas kirin, li heman rojê serdana Emîd “Salar Heme Xan” fermandarê lîwaya 2 a seroktîya komarê kirîye û jêre gotîye: Fermana Bafil bi min reye, ez dixwazim her çi agahîyeke we li derbara mulk û samanê ewladên Şêx Cengî hebe bidin, serok Bafil ferman dayî ye ev mulk bên girtin».

Aras revîyaye û çûye cem Herêm Kemal Axa

Çavkaniyên me dest nîşan kirine, li roja 2/8/2021an jî, her bi fermana Bafil Talebanî fewceke eskerî a girêdayî sekreterîya taybet a mala Celal Talebanî li Bexdayê, birîye ser koçka Lahur Şêx Cengî li navçeya Cadiriyê ku dikeve di çargoşeya seroktîya komarê de.

Agahiyên ku gihîştine pêgeha me xweya kirine ku li wexta gihîştina wê fewca eskerî, Aras Şêx Cengî yê birayê Lahur li gel 8 zêrevanên girêday Lahur di wê koçkê de bûn, lê belê Aras bi zêrevanên Lahur ve reviya, Aras pena ji boy Herêm Kemal Axa û Ferîq Simko yê alîkarê wekîlê wezareta navxwe bir û li cihê wan li navçeya cadiriyê ma.

Hêjay gotinê ye, ji roja 8 meha rabûrî ve, Bafil Talebanî û Qubad Talebanî, Lahur cengî ji nav rêzên YNKê derxstine û bê tesîr kirîye, niha jî Bafil Talebanî xwestîye Lahur Cengî Herêma Kurdistanê bi cî bi hêle û beriya niha dem ji boy wî dest nîşa kir bû.

Pustên heman beş