AKP, PKK, û derewên Mirad Qarayilan

AKP, PKK, û derewên Mirad Qarayilan

Nivîskarê Fransî «Honore de Balzac» xweş gotîye: “Divê êdî derew wekî pîşeyekî were îlankirin, ji ber ku pir hostayên wê hene.” Hûn li hin mirovan dinêrin, û ew bêyî şerm û fedî bikin li rûyê we dinerin û derewan dikin. Niha ku em ji derewên şexsî fam dikin, lê derewkirina di rûyê gel de sûçeke mezine û hostatîyek jîr hewce dike. Mînak, vegotina derewan li ser tiştek ku her kes rastîya wê dizane kirin ne kare hemû bavegîda ne. her siyasetmedar nikare viya bike. Mînak, Recep Tayyîp Erdogan yek ji hostayên vî beşî ye. Ew bê şerm derewan dike, dizane ku her kes rastiyê dizane jî. Min li deverek xwend ku jêhatîbûna herî bilind a karateyê jê re kembera reş tê gotin, û wan ji Erdogan re digot “mamosteyê derewa ê xwedî kembera reş”.

Li nava me kurdan de jî kesên wiha hene. Wekî, rêvebirê PKK ê Mirad Qarayilan jî, di warê derewan de xwedîyê kembera reş e. Ew bêyî kû rûyê wî soromoru bibe din ava çavên me dinêre û derewan dike wehe Erdogan.

Tê gotin ku ew mirov teşbî dijminê xwe di be, ev di rastî PKK ê de pir baş tê xuyakirin. Roj bi roj deng, ûslup û şêwazê rêvebirên PKK ê teşbî Erdogan lêhat. Demekê Qerayilan mîna Suleyman Soylu dest bi axaftinê kiri bû. Di rastiyê de PKK, raya giştî, şehîd, propaganda, pîrozbahî, îstismara hestyarî û hwd; Em dibînin ku ew bi van aliyan ve bi tevahî şopdarê AKP û dewleta Tirk e. Her du alî jî ew tiştê kiriye înkar dike û dibêjin me çikiribe jî me ji bo berjewendîyê gel kirîye. Her alî jî xalên hevpişk ev e ku herdû aliyan bi rastî her tişt wêran kirin û gel ber bi feqîrî û hejarîyê ve birin, lê ew di heman demê de wê rewşa heyî weke serkeftinên mezin vedibêjin.

Ger kesek jêhatî rûne û binivîse, em ê bi zelalî bibînin ku paradîgmayên PKK û AKP çiqas dişibin hev. Ew sîstema yek serokî û yek partî diparêzin. Her kes ji derve yî wan weke xayîn binav dikin. Ew her tiştî dizanin, yên herî bedew ewin, yên herî welatparêz ewin, yên herî qehreman ewin, yên herî bi mexdûr û yên herî fedekar jî, her ewin. Ji ber vê yekê ji bilî wan her kes ajan e, xayîn e, nezan e, paşverû û xirab bin. Meşîyê  AKP û PKK pir dişibin hev. bê guman, ew bêdudilî, di nav çavên her kesî dinerin û derewan bikin.

Mînak, du roj berê, dema ku min li radyoya Dengê Welat li axaftina Mirad Qerayilan guhdarî dikir, ez we fikirîm ku ez bi Kurdî  Erdogan guhdarî dikim. Qerayilan bêşerm û fedî dest bi  derewan kiri bû.

Qerayilan dibêje, “PKK û HPG ne li Şingalê ne, bila herin lê binihêrin, yek noqte yek me jî nîne”. Qerayilan her kesî nezan û xişîm dibîne. Hemû cîhan dizane ku PKK li Şingalê ye û hûn çawa hêzê li Rojava perwerde dikin û çawa rêdikin Şingalê. Em hemû dizanin ku bi dehan gerîla, Sozdar Avesta jî di nav de, çawa li xeta Qamişlo-Şingal-Mûsilê weke nava rezê bavê xwe ne, digerin. Bi rastî, her kes pê dizane ku hûn çtiryakê ji Iranê anîne çawa ser xeta Silêmanî-Kerkûk-Mûsil-Şingal-Rojava û ji wir jî rêdikine bazarên cîhanê. Em dizanîn ku hûn çawa ew hêzê mobîl ya ji 500 kesî pêk tê hûve wêve rêdikin. Lê ew kesê ku dibêje Qerayilan fermandarekî şerê mezin e, ew kes li rûyê mirov dinerin û derew dikin. Belê Qereyilan mezin e lê warê derew kirine de.

Dibe ku, Kurd nikari bin her tiştî vekirî bêjin, rojeva mirovan a veşartî jî wê hebe. Lê derewa ewqasî bêrûmet û ewqasî vekirî ji, li kerameta kurdayetiyê nayê. Qerayilan xwe pir piçûk û pêkenok û xwe pir hêsan kir. Dema ku Qerayilan di şer de winda dike, ew dixwaze bi derewan ve di siyasetê de bi ser bikeve. Mixabin, ew bi vê yekê ser nakeve, berevajî, ew gav bi gav qedir û rûmeta xwe dixe bin lingan.

Li ser van hemû yan jî, Qerayilan dibêje, “Divê Kurd û gelên herêmê ajanên xwe paqij bikin.” Bele,Qerayilan ev e rast gotiye. Lê wî negot ka  “ajan kî ye”? Wê demê em dikarin mînakekê bidin. Mînak, em bêjin ajanên li Şingalê kî ne, ajan ew in ku dibêjin, “Divê Şingal bi Herêma Kurdistanê ve neyê girêdan, Şingal perçeyek ji Iraqê ye, Êzidî netewekin û ji Kurdan cûda tirin, em wena kin ku Pêşmergê Kurdistanê bikeve Şingalê.” Ajan ew in yên ku Ala Kurdistanî daxistî jêr û şûna wê Ala Iraqê bilind kirî. Ajan ewin yên gel wan tundrewên Heşda şabî yên ku xwîna Kurdan vedixûn mil-milanê dikin. Gava Saît Hesen hatî kuştin despêk Heşda-Şabî ew weke fermandarek xwe binav kir û gefên tolhildanê kirin. Wê demê ajanên li Şingalê kî ne? Bê guman, partiya Qerayilan bixwe ye. Erê, divê Kurd ajanan di nav xwe de paqij bikin, divê ji PKK re bê gotin ku li Şingalê nûnerîya dewleta Iraqê neke. PKK li Tirkîyê, Tirkbûnê, li iranê, Îranîbûn û li Sûrî Sûrîbûnê weke projeyek sîyasî pêşkêşî Kurdan neke. Ji dewletên dagirker re hemû tewîzên bêmede dide, lê ji hukumeta Herêma kurdistanê re jî dijminahî dike. Pêwîste Pkk xwe ji vê xeta ajantîyê paqişbike. Dema ku em li dijî kolonyalîstan berxwe didin, divê em dijî pêwendîyên PKK ê yên bi dagirkeran re heyî jî qebûl nekîn.  Mirad Qerayilan her roj li nava çavên me dinêre û derewan dike, em jî dê her roj derewên wî aşkere bikîn û rastiyê bibêjin.

Em ê bêjin: “Divê PKK dev ji plana xwe ya xeternak û xirab berde ya ku dixwaze Şingalê bike qada şer di navbera Tirk û farisan de. Divê PKK deste xwe ji pêçîya Şingalî û Êzidîyan bikşe. Rastî ew qas vekirî û zelal in. Derewên ku Qerayilan dike, ji devê wî kef derdikeve, milên xwe dihejîne, halhal û galgalê dike, tu eleqeya xwe bi rastiyê re nîne. Êdî Kurd ji van derewên PKK ê têr bûye.

Pustên heman beş