PKK dê rêbide yekreziya rojavayê Kurdistanê?

PKK dê rêbide yekreziya rojavayê Kurdistanê?

Medya PKKê di belavkirina nûçeyên derew de gelekî jîr û jêhatiye, medya girêdayî PKKê wek nawendek a dezenfarmasyona belav bike kar dike û di vê yekê de jî gelekî serkeftiye.

Nihajî di ANFê de nûçeyek belav bûye û îdia dike ku; dewleta Tirk li gel ENKSê dixwaze dagirkeriyê li Efrînê rewa bike. Di vê derbarê de destpêka nûçeya ANFê bi vî awayiye: “ Pîlana dewleta Tirk û ENKS’ê ya ji bo rewakirina dagirkeriyê. Li Efrînê 2 mehên dawî bûyerên revandina sivîlan û xwestina fîdyeyê zêde bûn. Beşek ji kesên ku ji aliyê dagirkeran ve hatin revandin ew Kurd bûn ku ji ber dagirkeriyê koçî Heleb û Şehbayê kiribûn, lê piştre bi propagandaya ENKS’ê li Efrînê vegeriya bûn.”

Nûçeya destçêkirî bi derewan berdewam dike û ENKSê bi xirabiyên mezin itham dike. PKK dema bixwaze tiştekî bike berê di medya xwe de zemînê wê amade dike. Niha van xeberên derew ku îthamên mezin di têde heyîn belav dike û sibe dikare bi navê “ hevalbendiya Tirka” hinek endamên ENKSê bigre û heta wan ji nav bibe. Ji berî niha jî ev yek kiriye û gelek berpirsên PDKSê û ENKSê girtine û gelek ji wan heta wek îro jî bêserêşûnin. Niha jî bi dehan kes di zindanên çekdarên PYDê dene.

PKK(PYD) ji bo çi vê yekê dike? Tê Zanin ku heta wek vê gavê 3 hevkarî di navbera ENKSê û PYDê de hatine îmze kirin. Peymana Hewlêr Yek,Hewlêr Du û Peymana Dihok. Ev hersê Peyman jî di çavderiya serok Barzanî de hatine îmzekirin. Lê PYD tu cara pêwistiya van peymana pêkneaniye û lingê xwe lê daye xirab kiriye. Ev ji qereqterê PKKê ye, dikare her tiştekî bike lê dema ne bi keyfa wan be bi hesanî dikare bêje “Tektikiye” aliyên din tawanbar bike.

Herî dawî ji berî demekî bi çavderiya Amerikayê û bi hewldanên serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî,fermandarê HSDê Mazlum Ebdî daxûyaniyên erênî ji bo yekreziyek di navbera ENKSê û PYDê de dan. Di navbera herdu aliyan de di çavderiya Amerikayê de hevdîtin destpêkirin û gavên erênî hatin avêtin. Di rastiya xwe de her çikas PKK û siyaseta wê ne cihê baweriyêbiya jî hêviyek peyda bû ku, dê yekrêziyek bê avakirin û li rojavayê Kurdistanê Kurd bibin xwedî statûyekî. Lê ev tevger ji bo PKKê bo metirsiyek û hewlda bandora xwe li ser HSDê zêde bike û van hewldana têkbibe. Dixweyê Mazlum Ebdî jî ne ew kesayete ku bikarê ji derveyê PKKê siyasetek ji bo berjewendiyên netewî yên kurdên rojavayê Kurdistanê rêve bibe. Rûdana ev yek da nîşandan.

Hevdîtin hatin sekinandin, çekdarên PYDê cardin endamên ENKSê girtin û kirin zîndanan de,hinek di bin îşkenceyê de kuştin û çeteyên bi navê ciwanên PKKê tevdigerin cardin destpêkirin ofîsên PDKSê bişewitînin.

Heyeta Amerikayê Cardin vegera deverê û hewlda ku hevdîtin ji bo yekrêziyê cardin destpêbikin. PYD ji bo astenga peyda bike dest girtinê kir û medyaya xwe de êrîşê ENKSê kir.

Niha nayê Zanin ka rewş dê çewebe. Lê herî dawî daxûyaniya rejima Suriye di derbarê “Ne Nawendiyê(Decentralization)” rewşa PYDê guhert û cardin li ser daxwaziya PKKê berê xwe dane Şamê. Di vê derbarê de daxûyaniyên berpirsên xweseriyê gelek balkêşin.

Niha du rê li pêşîya PYD,HSD û YPGê mane yan wê bi temamî lingê xwe li hevdidina bidin û ji Amerikayê behtir berê xwe bidin rejima Suriye û bibin milîsê rejimê wek destpêkê, yan jî dê wek kurdên rojavayê Kurdistanê ji dev siyaseta PKKê berdin û yekrêziyekî avabikin û da ku rojavayê Kurdistanê bibe xwedî statûyekî. Wek din tu rê li pêşiya wan nemaye.

Eger di bin bandora PKKê de tevbigerin dê berê wan herdemî li Şamê be. Eger ji dev vê siyasetê berdin û wek kurdên rojavayê Kurdistanê ji bo destkeftiyên netewî tevbigerin dê serkeftin li pêşiya wan be.

26.8.2021

Nûçe/Şirove/Rojevakurd

Pustên heman beş