PKKê şerê Xendekan li Devera Berwarîya jî destpêkir!!

Berxwedana saxte a PKKê li Başûrê Kurdistanê dewam dike, her ku diçe ev rêxistin artêşa Tirkiyê pêtir kêşî Başûr dike, herî dawî paş ku PKKê çendîn baregeh û nuqteyên xwe li nava gundên Devera Berwarîya çêkirîn, îro serê sibê artêşa dagîrker operasyoneke nû da dest pê kirin.

Artêşa Tirkiyê îro roja çarşemê 1/9/2021an danî serê sibê, operasyoneka nû li devera berwarîya ya Başûrê welat destpêkir.

Çavkanyên taybet yên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, operasyonê ji alê gundê Hirorê ve destpêkir, paş ku çekdarên rêxistina PKKê nuqte û baregehên xwe li nava gundan çêkirî û ji nava gundan bi hinek teqeyên biçûk yên mîna leystokên zarokan îstifzaza artêşa Tirkiyê kirî.

PKKe dixwaze Devera Berwarîya bi ku derê de bibe

Pêşî girtina li dagîrkeran, feda karî û berxwedan ji boy Kurdan rumete, şeref û namûse û kêfa her Kurdekî bi kuştina eskerê dagîr ker tê, her Kurdekê vê wusa nebîne, bila ew gumanê ji Kurdbûna xwe bike, lê belê PKKe bi van siloganan dixwaze gelê Başûr bi xapîne, dixwaze jêre bibêje va ezim li qadê şer dikem û pêşiyê li faşîzmê digirim, ez nebim Başûr nabe!!.

Ev dema salekê ye, rêxistina PKKê bi awayekî sîstematîk artêşa Tirkiyê kêşî Başûrê welat dike, teybet devera barware Bala, me bi çavê serê xwe dît PKKê Zinara Kêste bi tu awayî bi derdê Heftenînê bir, gundê Hirorê û çendîn navçeyên din ku niha eskerê Tirk têde cî girtîye, PKKe îdîaya cengê li dijî Tirkiyê dike, lê belê wexta cengê destpêkir, cengawerên li hulê tunene!!.

Di dema sala rabûrî de, PKKê di 4 qonaxan de bi dehan gund û navçeyên Başûr ji boy Tirkiyê hiştin, îro jî gera Devera Berwarîya hatîye, PKKe li sînoran nemaye û niha di nava gundan de şêniyên sivîl ji boy xwe dike mertal û wan bi kar tîne, şerên biçûk biçûk yên mîna leystokên zarokan li dijî artêşa Tirkiyê dike û wan şeran wêne dike û dîmenên wan di medyayê de parve dike, ew tenê ji bo wê yekê ye ku gelê Başûr pê bi xapîne, lê ya rast ew pîlane û PKKe wan şeran dike ji bo ku hênceta bide destê Tirkiyê ku êrîşa wan gundan bike.

Bila şêniyên Devera Berwarîya şiyar bin

Li dawiyê em dibêjin: Bila şêniyên Başûrê Kurdistanê û bi teybet yên devera berwarîya şiyar bin û bi siloganên pûç û betal ên rêxistina PKKê neyên xapandin, PKKe ev 41 sale hatîye damezrandin û ev 37 sale şerê çekdarê dike, lê belê heya roja me ya îro yêk metroya xaka Kurdistanê ji destê dagîrkeran rizgar nekirîye, gundên Bakurê Kurdistanê di şerê bê wate yê Xendekan de li sala 2015ê wêran û kavil kirin, îro jî dixwaze heman senaryoyê li Başûrê Kurdistanê bi teybet li gundên devera Berwarî Bala bi cî bike û wan jî weke diyarî bide artêşa Tirkiyê.

Pustên heman beş