Em ji Sebrî Ok dipirsin: Ma hûn mezlûm in an jî zalim?

Em ji Sebrî Ok dipirsin: Ma hûn mezlûm in an jî zalim?

Yên ku li Rojhilata Navîn siyasetê dikin an xwe weke mezlûm nîşan didin, an jî li zalim. Tiştê balkêş ewe ku hemû kesên ku bi siyaseta mezlûman derdikevin holê, bi demê re dibin zordestên herî mezin. Mînak, AKP bi edebiyateke mezin a mezlûmiyê bû desthilatdar. Lê di nava 10 salan de, ew bû zalimekî pir mezin. Gelek mînakên din hene. Heman çerx ji bo PKK ê jî dixebite. PKK li ser doza mezlûman derket holê, lê ew bû zalimek bêhempa. Balkêş e ku hêzên din bûne dewlet, desthilatdarî bi dest xwe xistin, payre bûn zalim. Li aliyê din hê PKK ê çihê kûna xwe lê vede nîne û çi destkeftên desthilatê bidest xwe nexistine lê dest bi zalimkarîyê kir. PKK jî wekî hemû zordaran, hewl dide ku zilma xwe bi kirasê Mezlûmîyetê, veşêre.

Axaftina Sebrî Ok ya duh êvarê di Stêrk TV de axaftinek bi vî awayî bû. Sebrî Ok rola maxdûrîyetê lîst. Wî got, “PDK her dem me sûcdar dike, divê ew dev ji vî zimanî berde” Mirov hundirê xwe de dibêje “pîçek bi edeb be”. Ji ber ku pêwîst dike PKK; dev ji rexne û tawanbarkirinê berde, sîstemeke 7/24 li ser kufir, dijûn, derew û fitnê ava bûye. Û PKK berdewam dibêje ku em hîn mezlûm in.

Mînak, li Rojava, PYD bi êşkencê Emîn Isa şehîd kir, lê endamekî wan ji ber ku li Hewlerê girtî ye, li ser mafên mirovan feryad û fîxan dikin. Kesek dernakeve û ji PYD ê re nabêje hey bêşerm, kesê endamê we winda nekirîye, kesî ava kelandî li ser wî neriştîye û kesê rapora otopsiya sexte amade nekiriye, weke ku we li Emîn Îsa û deha kesên din kirî, tenê endamê we girtîye. Çima hûn vê dojehê radikin? Lêbelê, ev helwest ne ya PYD ê tenê ye. Ev di rûhê PKK de heye. PKK dikuje, dişewitîne, îşkence dike, wêran dike Lê ew her tim jî mexdûr e, bêlome, û her tim jî PKK rolek we dilîze ku hemû cîhan neyarê wane û dixwazin wan biqedîn in.

Daxuyanî ya Sebrî Ok jî tam eve. Ew ji PDK re dibêje, “Çima hûn dibêjin li Şingalê PKK heye, ev axaftina we xizmeta kê dike?”

Ka em ji Sebrî Ok bipirsin: “Çima hûn bi wê kal bûna xwe derewan dikin, çima hûn hewl didin ku Şingalê bi hevkariya Heşda Şaabî ji Kurdistanê veqetinin?”

Ger wî hafiza xwe wenda nekiribe, yê herî baş bersiva van pirsan dizane Sabri Ok bi xwe ye. Çima? Ji ber ku ew kesê ku li Bexdayê bi Haydar Abadî re hevdîtin kir û hevpeymanî ya PKK û Iraqê çêkirî Sebrî ok bû. Gelo di van hevdîtinan de Sabrî Ok û Ebadî li ser çi li hev kirin? ne her tiştî, lê ka em çend tiştên ku bi mijara me ve têkildar in bînin bîra berêz Sebrî OK?

  1. PKK dê li Şingalê hêzek leşkerî ava bike û ev hêz dê bi fermî mûçeyên xwe ji hikûmeta Iraqê werbigire, çek û amûrên şer jî dê bên dabîn kirin. Şingal dê girêdayî hikûmeta Iraqê be.

  2. Li ser xeta Duz-Xurmato û Kerkûkê dê, wê bi artêşa Iraqê re hevkarî û şirîkî were kirin.

  3. Ew yekîneya ciwanan a ji aliyê PKK ê ve li Germiyan, xeta Kerkûkê hatî avakirin, wê ji aliyê artêşa Iraqê ve bi fermî were naskirin.

  4. PKKe wê Firokexaneyên Bexda û Silêmaniyê, ji bo hatin çûna endamên xwe û karê lojîstîkî-çek û cebilxane û hwd bikar bîne û divê çi astengî ji van re nayê derxistin.

  5. PKK, ji bo ku Herêma Kurdistanê bibe beşek ji Iraqê çi ji destê wê were dê bike.

  6. Li dijî kiryarên Barzanî yên ku pêşeroja Iraqê a hevpar têk bidin, bi hevre xebat were kirin. Hewler dê mecbûr bimîne ku bibe beşek ji Iraqê, û bihêzbûna Hewlêrê dê were asteng kirin.

Belê, ev hin bendên wê peymanê ne. Sabrî Ok got, “divê PDK neyê listika dijminan”. Lê sebrî tenê nehatî ye lîstikê, wî bi dijmin re lîstikek saz kir. Wî ne tenê dijî PDK, belku dijî hemû Kurdan lîstikek ava kiriye.

 Veqetandina Şingalê ji Kurdistanê tê çi wateyê? Tê wateya xiyanet kirina herî mezin a li Kurdan.

Wateya ku ciwanên Kurd bikin milîsên pere ên Iraqê û kirin a leşkerên projeya hilal a şîa çi ye? Ew xiyaneta herî mezine dijî weten û niştiman.

Sabrî Ok banga yekîtiya neteweyî jî kiriye. Ew dibêje PDK divê rola xwe ya ji bo yekîtiya neteweyî pêk bîne. Bi rastî, Sebrî Ok yek ji wan kesana yê ew lîstikên ku li dora Yekîtiya Neteweyî ya Kurd dizivirin pir baş dizane. Ji ber ku Sebrî Ok kesê herî payebilind bû ku li ser navê PKK ê beşdarî xebatên Kongreya Neteweyî ya Kurd a li Hewlêrê di bû. Ew baş dizane ku di Tîrmeha 2013 an de, piştî ku Cemîl Bayik bû Hevserokê KCK ê, PKK ê maseya Kongreya Netewî herifand. Çima mêze qulipî ? Ji ber ku kongreya netewî dihat wateya ku hinek tevgerên din ên Kurd ji biçine Rojava. ji bo PKK bi serê xwe li Rojava bibe desthilatdar, hêvîyên Kurdan yên ji bo Kongreya Neteweyî bidawî anî. Ji ber vê sedemê, bi gotina yekîtiya neteweyî bila PKK rola mexdûrî yê nelîze. Her kes dizane ku hûn nekarin bi kesek re yekîtiyek çêbikin, hûn nekarin bibin hevpar. Sabrî Ok û PKK wê ji niha û pê ve jî lîstika rola mexdûriyetê wê bidomînin. Lê ew lîstik jî pir dirêj nake. Maskeya PKK ê ketiye. Em hemû pê dizanin ku, bi kurtasî em dikarin bêjin tevgera Pkk ê: Mezlûmê dûh û zalimê îro ne.

Pustên heman beş