Roja îna derbasbûyî ji aliyê SİHA (firokeyên bê firokevan) yên girêdayî artêşa Tirk li dijî Kampa Mexmûrê êrîşek hatibû kirin. Êrîş di heman demê de li dû qadên wekî serşokê, di navbera çar xaniyên ku kadroyên PKK lê diman pêkhat û tu windahiya can çênebibû. Piştî çalakiyê, li ser navê PKK ê û wargeha Mexmûrê daxuyanî yek hate dayîn. Di vê daxuyaniyê de, wekî her carê, PDK het tewenbar kirin. Yek ji kesên ku ev daxuyanî da endamê Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Hacî Kaçan bû.
Hecî Kaçan çi got?
Hecî Kaçan, di hevpeyvîna xwe ya ku di rojnameya Ozgûr Polîtîka de hatî weşandin de got ku “Berpirsyarî û hevkariya Neteweyên Yekbûyî, Iraqê û bi taybetî jî PDK di hemû êrîşên ku pêşerojê de bihêne kirin de heye.” Di van salên dawî de, gotinên Hecî Kaçan bi gotinên PKK ê re, ku yekane armanca wan dijminatiya PDK ê ye, li hev tên. Dema ku Neteweyên Yekbûyî û dewleta Iraqê li kampa Hecî Kaçan lê berpirsyar bûn, û her çend berpirsyariya fermî ya PDK ê li hember kampê tune be jî, hewl da ku PDK ê bike encamderê tewanbarîyê. Daxuyaniyên bi vî rengî di medyaya PKK ê de wekî Stêrk TV û Roj News û malperên din de hatin weşandin.
Lêbelê, di rastiyê de, mekanîzmayek agahdarî û îstîxbaratî ya pir cihêreng li kampa Mexmûr dixebite, ku têkiliya wê bi PDK re bi ci awayî tune. Hin bûyer têne veşartin, hin jî xelet têne ragihandin. Yek ji wan bûyeran ewe ya li ser berpirsê kampê ku gerîla yek kevin e û ji bo PKKê girînge rûday, ew jî bûyera Dr. Husên e.
Bûyera Dr. Huseyîn çi ye?
Di 6 ê Hezîranê de SİHA yên artêşa Tirk êrîş birin ser kampa Mexmûrê. Derbarê êrîşê de ji çi teref PKK ê ve tu daxuyanî nehat dayîn. Tenê Meclîsa Gel a Mexmûrê daxuyanî da û got ku birîndar hene. Lê bûyer ne weke ku hatî vegotin bû. Di bûyerê de kesayetek ku kêm di hate naskirin lê ji bo PKK ê pir girîng hate armanckirin ew jî Dr. Hûsên ango Selman Bozkır bû.
Dr. hûsên wekî navekî girîng tê nasîn, ku xwendekarê Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê bû, di sala 1993 de tevlî PKK bû û paşê hem li Tirkiyê hem jî li Ewrûpayê tevlî kare rêxistinî bi bû. Bi rasterast xebatên Cemîl Bayik ên li ser xeta Silêmanî û Kerkûkê dimeşandin û heman dem Dr. Hûsên, karen aborî yên li devera Şingalê jî encam didan. Ango, wî di warên aborî û dîplomatîk de pir kar dimeşand, lê ew ne serbaz bû. Cemîl Bayik, ji berku Kampa Mexmûrê bûye nevenda îdareya şandin-hatin û çûna Qendîl, Silêmanî, Kerkûk, Şingal ê, loma jî ew wekî berpirsê kampê wazîfedarkir. Piştî gihîştina wî ya Mexmûrê di nava 10 rojan de, ew ji aliyê SİHA yên Tirkan ve tê armanckirin. PKK û şaxên wê dîsa weke hercar PDK tawanbar kir û got hûn ji mirinan berpirsiyar in. Lêbelê, rastî pir cûda bû.
Ev bûyera Dr. Hûsên Sê ciwanên Mexmûrî yên ku di kampê de di jîyan plan kiribû. Cihê Dr. Hûsên vana da bû Tirkan û SİHA yan çalakî pêk anî bû. Ev hersê kes xebatkarên PKK ê bûn û hertim li bi rêvebirê kampê re tevdigerin. Em van navan ji ber malbatên wan naweşînin. Ger pêwîst be, em dikarin têkiliyên wan bi rêvebirên PKK ê û heta bi rêvebirên jin re îfşa bikin.
Yek ji van kesan her tim diçû Tirkiyê û dihat. Ji gundekî Qilabanê ye. Salek berê li kampê hat girtin û ragihand ku têkiliyên wî bi dewleta Tirk re hene. Di hevdîtina Dadgehê û platforma li wargehê pêk hatî de, biryara berdana wî hat dayîn. Riza Altûn bi xwe ferman da ku kes dest ne de vî xortî. Gelo çima Riza Altûn xwest kesekî ji tirkan re sîxûrtî dike were azadkirin?
Di derbarê vê mijarê de PKK ê tu daxuyaniyek ji bo raya giştî û gelê Mexmûrê neda. Bûyer dîsa avêtin ser PDK ê. Hecî Kaçan dîsa derketibû û PDK tawanbar kiribû. Lêbelê, dema ku em li naveroka bûyerê mêze dikin, ew tiştê jîyayî hemî, bi wê sosyolojîya ku PKK ê afirandî ve girêdayî bû.
Ciwanên Mexmûrê leşkeriya artêşa Tirk dikin
Gelê Mexmûr ew gel e ku piştî sala 1994 an ji Bakurê Kurdistanê koç kirine, başûrê Kurdistanê. ji ber ajandaya sîyasî a PKK ê pêşiya asayîbûna jiyana kampê tê girtin. Lê bi rastî, jîyana penaberên wargehê ew fêrî vê rewşê kirine. Bi rastî, van mirovan jixwe rewşa penaberiya xwe zûve wenda kirine. Niha, piraniya malbatên li kampê çûne Tirkiyeyê û nasnameyên xwe stendine. Heya zarokên li Mexmûrê ji dayik bûne jî li nifûsa Tirkiyê hatine qeydkirin. Piraniya van ciwanan çûn leşkerîya dewleta Tirk kirin û vegerîyan kampê. Gelekan jî leşkeriya xwe bi pera kirin. li Mexmûr destê kê li kurka kî de ye ne dîyare.
Her roj, li ber deriyê konsolxaneya Tirk a li Hewlêrê, bi dehan Mexmûrî li bendê ne ku danûstandinan bikin, pasaportên demkî wergirin, navên zarokên xwe yên nû qeyd bikin.
Li ser kampê bandora PKK ê
Bi rastî, kampa Mexmûr ji sala 1994 an vir ve di nava gerîla de ye. Lê belê piştî êrîşên Daîş ê yên sala 2014 an, PKK ê ji bo ku li Şingalê heta Xaneqînê, ku jê re tê gotin kembera navîn, li herêma Mexmûrê gelek hêzên leşkerî hatin cîh kirin. Ev hejmar li dora 300 tê hesibandin. Wekî din, kampa PKK ê ji bo kadroyên xwe û hêzên xweparastinê yên ku ji Tirkiyeyê anîne jî wekî qada perwerdehiyê tê bikaranîn. Ji ber vê yekê wargeh ji wateya wê hate dûrxistin, lê dixwazin ku her kes mîna penaberek nêz bibe.
Dewleta Tirk a ku dixwest bi her awayî Mexmûr were belav kirin, bi vê hincetê û sedemê êrîşî kampê dike.
Kampa Mexmûr sifatê kampa penaberan winda kir.
Neteweyên Yekbûyî ji ber karûbarê PKK ê yên li kampa Mexmûrê û ji ber ku piraniya xelkê diçûn û dihatin Tirkiyê, ji kampa Mexmûrê vekişiya. Hemû saziyên Iraqê dizanin ku kampa Maxmûrê tenê ji bo ajandaya siyasî ya PKK ê tê bikaranîn. Dewleta Iraqê ji hemûyan bêhtir vê yekê dizane. Lê ji ber eniya Şîa û têkiliyên xwe yên PKK ê nikare tiştekî bibêje. Di encamê de wargeh tê bombebaran kirin. PKK pir kêfxweş e ku ji vê teqînê ji bo xwe materyalên propagandayê bidestxistin.
Dikarîn bibêjin ku Kampa Mexmûr demek dirêje wekî mertalê zindî tê bikaranîn. Kesên wekî Hacî Kaçan aya serokê Meclîsa Gel e, ji vê pir baş sûd werdigire. Bi hewildanek hindik, bi çend axaftinên dijî PDKê kirin ji wan re dibe dergehê derfetên aborî. Ji ber vê yekê, ew di derbarê berjewendiyê gel de daxuyaniyan nadin. Ew pirsgirêkên rastîn ên kampa eşkere nakin. Tişta sereke ku hewcedariya kampa Maxmûrê pê hey ev e ku xwe ji navenda ajandeya PKK a sîyasî û leşkeri derbixe û xwe neke pîyonek hêsan ku her dere ve bihê kişandin.