Nîşana sor a PKKê û gayê Îspanî

pkk-kck-rojava-turkey-kurdistan-kurd (2)

Ji paş serdana Emmanuel Macron serokê Firensayê ji boy Başûrê Kurdistanê, PKKê medyaya xwe li dijî “Hikûmeta Başûr, PDKê û Pêşmergehan” servîs kirîye, ev ne tiştek nûye, ji xwe Rêxistin bijlî xapandina gel û derewan, ji tu kesabeteka din fêm nake.

Duran Kalkan ku pileya wezîrê çapemeniyê di rêxistina PKKê de heye, tu tiştek bêy wî nayê parvekirin, Kalkanê ku nizane hêjan du peyvan bi Kurdî ne bi axive û ne jî binvîsîne, PKKê ew ji boy arastekirina medyaya Rêxistinê li dijî Kurdistanê erikdar kirîye, Kalkan ê Tirk jî, bi mejîkê xwe yê Kemalîst, her tiştê li dijî Kurdistanê û pîroziyên Kurdistanê parvedike û gilopa kesk ji boy avêtina jehrê bi kadiroyên medyaya PKKê daye.

PKKe li pişt vî şerê qirêj çi îşaret dide Tirkiyê?

Her Kurdekî bi wîjdan dizane qada xebata PKKê ku derê ye, dizane PKKê Bakurê Kurdistanê bo Tirkiyê hiştîye û îro hatîye dixwaze Başûr û Rojava jî bi wî derdî bibe, “Berxwedana Saxte” a PKKê li Başûrê Kurdistanê zelaltirîn belgeye li ser vê axaftina me, heger merov bi lojîk li vê berxwedanê bi nere wê bi zelalî ji boy merov eşkere be ku her ku diçe PKKe nêzî gund û bajarokên Başûr dibe û artêşa Tirkiyê jî ketîye sînoran û her ku diçe ber bi kûrahîya Başûr ve tê.

Berxwedana ku niha “Girûpa Enqerê” qala wê dike, bi dest ve berdana yêk bi yêk a navçeyên Başûr e ji bo artêşa Tirkiyê, Xakurk, Şekîf, Heftenîn, Xeta sînor, bi dehan navçeyên ku bi salane PKKê têde cî digirt, îro alayê dagîrkeran lê berze û PKKe jî hatîye ketîye di gundan de û cilên sivîlan li çekdarên xwe kirine û şêniyên gundan weke mertal ji bo xwe bi kar tîne, bi gotinek din, heger merov vê pirsê bike, gelo di van 5 salên derbasbûyî de tu êncamek ji berxwedana PKKê a Başûr hatîye? Bijlî bazdan û revê, şehîd kirina Pêşmergehan, revandina zarokên Kurdan, sitendina bacê, ticareta hişberê û maddeyên kiholî û kuştina gêncên Başûr bi hênceta sîxortîya ji boy dijmin, çandina mayîn û TNT yan li ser rêya Pêşmergehan tu êncamekê din nabîne, ev rastîyeke nayê peçinîn, her Kurdekî bi wîjdan dema nirxandinê ji boy vê berxwedanê bike, wê bi zelalî ji bo wî xweya be ku ev ne berxwedane belku rakîşana Tirkiyê ye ji boy Başûr.

Nîşana sor a PKKê û gayê Îspanî

pkk-kck-rojava-turkey-kurdistan-kurd-cemil-bayik-ocalan-apo

Îspanîya bi curekê nav û deng ê siporê tê nas kirin, ew jî “Nîşana sor û gayê har”, bi kurtasî kesekî pehlewan nîşana sor bo gayê har neriz dike, gayê har jî bi hemû hêz û karîna xwe êrîşî nîşanê dike, gelo heger merov li berxwedana PKKê binere, mane eynî tişte? Çawa? Hinekî sebrê bikşînin bersiv li cem meye.

Her dera PKKe bikeve têde, pirrî ala, silogan, wêne û pankartên Apo dibe, di medyayê de wan dîmenan tîne pêş, ev yêk nîşana Rêxistinê ye ji boy Tirkiyê!, PKKe wusa Tirkiyê kêşî navçeyên Kurdistanê dike, li salên notê Mam Celal rehmeta xwedê lê be bi zelalî bas li vê taktîka PKKê û xeterîya wê a li ser Başûrê welat kirbû.

Paş destpêkirina şerê navxwe ê Sûriyê, derfeteke zêrîn ji boy gelê Rojava pêkhat, gelê Rojava hengav ber bi serxwebûnê avêtin, lê belê her di zû de PKKe kete di Rojava de û taktîka “Nîşana Sor” cî bi cî kir, Rojava pirrî wêneyên Apo kir û bi darê zorê xistin di destê kal û pîran de, ev yêk ji sedemên dagîrkirina Rojava bû ji hêla Tirkiyê ve, PKKê di navbera 3 rojan de Efrîn, Girê Spî û Serê Kanyê ji bo Tirkiyê hiştin û bazda, weke çawa pehlewan ji ber gayê har baz died!!

Niha PKKe Eynî tişt dike, heya roja me ya îro li bajar û bajarokên mayî ên Rojava wêneyên Apo tên beriz kirin û PKKe wan dîmenan di medyayê de tîne pêş, Dirbêsyê du rojan berê ji 3 enîyan ve ji hêla artêşa dagîrker û çeteyên wê hat topbaran kirin, lê belê îro PKKê komek şêniyên Dirbêsiyê ku piranî jê pîr, jin û zarokin, wêneyên Apo xistin di destan de û bi darê zorê meş bi wan encam da.

Tişta ecêb, PKKê siloganên şermezar kirina PDKê bi zimanê wan zarokan dida gotin, pirsa li vir eve, gelo qey PDKe bû Dirbêsiyê du rojan berê topbaran kirî? Qey PDKe bû ji Efrînê, Girê Spî û Serê Kaniyê bazday?!.

Ji xwe niha zarokên Kurdan jî dizanin dîya kê Tirke!

Berxwedana PKKê xapandina gele û ferz kirina sitratejiya Apo a bi navê “Biratîya Gelan” e, sitratejiya ku elaqeta wê bi Kurd û Kurdistanê ve tune, PKKe dixwaze gelê Rojava ji doza wan dûr bixe û xaka wan bi awayekî sîstimatîk teslîmî Tirkiyê bike, Rêxistinê zora dagîrker jibîra gelê Rojava birîye û banga wan ji boy dijatîya Başûr û PDKê dike, PKKe difkire gelê Rojava wê bi van derewên wê were xapandin, gelê Rojava baş ji berxwedana PKKê û berxwedana Rêberê wan fêm dike, zarokên Rojava jî dizanin ku PKKe 37 salin şerê çekdarî dike, lê belê hêjan yêk metroya xaka Kurdistanê rizgar nekirîye, berxwedana wê a saxte ji mêj ve ye ji boy Kurdên her çar perçeyên Kurdistanê îfşa bûye, eynî tişt berxwedana Apo, ji xew zarokên Kurdan jî niha dizanin zikmezinê Îmraliyê çi qas rû qayîm û ser şor bû wexta gotî: “Diya min Tirke, ji Tirkiyê hez dikim, hûn derfetê bidin, ezê xizmeta dewleta Tirkiyê bikim”, gel fêm dike, dizane kîjan partî welatparêz û netewî ye û dizane jî kîjan dije Kurde, dizane jî dîya kê Tirke!!.

Pustên heman beş