Ji bo Kurdistanê çûn lê ji bo “BIRATÎYA SAXTE YA GELAN” hatin fedakirin

په‌كه‌كه‌-گه‌ریلا-قوربانیpkk-gerila-shahid-kurd-kurdistan-biratiya-gelan-victim

Ciwanê Kurd ji ezel de şoreşger, merd û welatparêze, ji boy rûmeta welat û vîna Kurdistanê, canê xwe bê du dilî feda kirîye, li himber zora dagîrkerî li her sal û zemanekê li berxwe daye.

Tu min bikuje, ezê Biratiyê digel te pêk bînim!!

Rêxistina PKKê ji damezrandinê û heya roja me ya îro, ev xîreta ciwanê Kurd bo xwe bi kar tîne, bi hezaran ciwan, keç bi navê vîna Kurdistanê xapandine û fedayê sitratecîya rêxistinê kirine, ew sitratecîya jêr bi jêr Kurdan ber koletiyê dibe, mijara vê nivîsê ne şîroveya sitratecîya PKKê ye, emê li vir rastîyeke biçûk bixin ber çav, emê çîroka 41 ciwan, keç û zarokên Kurdan îfşa bikin yên ku PKKê ji roja 1/8/2021ê heya 7/9/2021ê bi destê eskerê Tirk li çiyayên Kurdistanê dane kuştin, eskerê heram yê ku PKKe dixwaze Biratiyê di gel pêk bîne.

Ajansa ANF ê a PKKê rojane yan du rojan carekê, wêneyên hinek ciwanên Kurd tîne pêş û dibêje, em şehîdên xwe, milîtanên Apo, lehngên rêxistinê bi rêzdarî li bîr tînîn, hinek silogan pûç û betal, hinek pesnên bê wate têxe di daxuyanîya îlan kirina şehadeta van ciwanan de û wusa li xwe dike ku ez ji boy van ciwanan aciz û xemgînim.

Ev wêneyên 41 ciwanên Kurdin, keç, kurr û zarok di nav de ne, hinek jê bi dûv eşqa Kurdistanê ket bûn, hinek jê PKKê revandibûn û hinekên din rêxistinê bi navê vîna Kurdistanê xapandin, lê belê PKKê her hemû fedayê demokratîk kirina Tirkiyê û sitratecîya qirêj a Apo a bi navê “Biratîya Gelan” kirin, ya rast tu rêxistinan bi qasî PKKê ciwanên Kurd bi destê dagîrkeran bi kuştin nedane.

Bê serok jiyan nabe û Biratiya Heram!!  

Hêjayî gotinê ye, ev wêne û agahî ji ajansa ANF ê a PKKê hatine wergirtn, ev 41 ciwan tenê qurbaniyên meha rabûrî ne, bi hezaran mînakên wusa hene, PKKe berê ciwanê Kurd dide mirnê û jêra dibêje: “Bê serok jiyan nabe”, paş şehadtê jî tê û pir bi rû qaymî dibêje ev milîtanekê hêja yê Apo bû, wexta ew zarok felsefa Apo bandor lê kirbû!!

Vîna van 41 ciwanan Kurdistan bû, lê belê PKKê mejîkê wan şûşt û ji wan re go dev ji vîna Kurdistanê berdin, divê vîna we ji boy “Biratîya Gelan” û demokratîk kirina Tirkiyê be, rêxistinê ew weke bi hezaran ciwanên din yên Kurd fedayê vê silogana pûç û betal kirine.

Li dawiyê em dibêjin: Bila canê van “41 qurbaniyên Biratîya Gelan” şad be û bila rûyên “Girûpa Enqerê” reş bin.

Pustên heman beş