PKK ji bo “rojava” radestî rejimê bike rê li yekrêziyê digre!

PKK ji bo “rojava” radestî rejimê bike rê li yekrêziyê digre!

Piştî derketina Amerikayê ji Efxanistanê metirsiyên mezin çêbûn ku dê Amerika ji başûr û ji rojavayê Kurdistanê jî derkeve û ev yek hate gotubêj kirin û di gelek cihan de minaqeşe li ser vê yekê hate kirin. Bê guman rewşa başûr û rojavayê Kurdistanê gelekî ji hev cudaye. Di derbarê başûr de daxûyani hatin dayin,Serok Barzanî eşkere kir ku, Kurdistan ne Efxanistanê û dema pêwist Kurd li başûr xwediyê hêzeka çekdarê ku dikare xaka xwe biparêze.

Herweha Amerika ji bo berjewendiyên xwe yên herêmî ji Iraqê heta radeyekî vekişe jî ji Kurdistana başûr zû bi zû naterikîne. Ji aliyek din ve başûrê Kurdistanê xwediyê statûyek navdewletiye û di nava dewletekî de federal e û hemû dam û dezgehên hukumî hene û ji aliyê cihanê ve tê naskirin.

Lê rewşa rojavayê Kurdistanê gelek cudaye. Li gora rewşa Suriye Amerika her gavekî dikare ji Suriye vekişe. Gelo dema ji Suriye vekişe dê ji rojavayê Kurdistanê jî vekişe yan na? Ev pirsek dine. Lê heta DAÎŞ hebe û şerê li dijê DAÎŞê berdewam be  û Amerika ji Suriye dernakeve. Ji aliyek din ve Amerika dixwaze ku, li rojavayê Kurdistanê yekrêziyek di nava aliyên Kurdî de peyda bibe da ku kêmasî Kurd li Suriye bibin xwediyê statûyek navdewletî.

Niha li rojavayê Kurdistanê desthilata bi navê xweserîyê ya ku heyî PKK bi xweye. PKK di cihanê de wek rêxistinek terorist tê naskirin. Ev yek bi xwe dibe astanga herî mezin ji bo çêbûna statuyeka siyasî ji bo Kurda. Ji xwe di bingehê xwe de PKK jî vê yekê naxwaze ji ber ku li dijê destxistina statûyeka Kurdistaniye. Ji xwe ne navê Kurdistanê bi kar tîne û ne jî sembolek Kurdistanî netewî bi kar tîne.

Ji aliyek din ve eger yekrêziyek peyda nebe rêyek tenê li pêşiya PKKê û desthilata rojavayê Kurdistanê çêkirîn dimîne, ew jî cardin li xweyê xwe vegerin . Yanî berê xwe bidin Şamê û bibin beşek ji milîsên rejima Suriye.

Heta ku PKK li Suriye ê rojavayê Kurdistanê be, tu welat êrîşên Tirkiye nadin sekinandin. Doh bi riza li hevhatina Amerikayê Tirkiye ket herêma Serêkaniyê û Girê Spî de. Sibehî Amerika rê bide dê bikevin Qamîşlo de jî. Ji xwe dixweyê ev jî stratejiya kûr a PKKê ye. Çewe ku îro berê Tirkiye dane başûrê Kurdistanê û xaka azad kirîn qada şerê xwe yê qirêj û vê yekê li gora projeka Tirkiye li başûr cih bibe dike, dê heman tiştê li rojavayê Kurdistanê jî bike û armanca Tirkiye ya Misaqê- Millî pêkbîne.

Heta ev rastiya PKKê neyê têgihandin tevgera Kurd nikare bi tu awayekî pêşîya xwe bibîne û ji bo pêşerojek serkevtî xwedî projebe.

Gelek cara gotubêja siyaseta PKKê tê kirin, lê mixabin helwesta pêwîst nayê girtin. Ji xwe ev yeke ku, PKKê behtir ber bi xeletiyan ve dibe û li himber hemû destkeftiyên netewî tevdigere. Gerek rewşa rojavayê Kurdistanê di vê çerçoveyê de bê şirove kirin.

Yekrêziya tevgera Kurd li rojava yekemîn rêye ku Kurd bibin xwedî statûyekî. Ji vê pêve tu rê li himber kurda tuneye. Amerika dixwaze, Fransa hewldana dike  ku ev yekrêzî pêkwerê. Lê PKK rê li yekrêziyê digre. Ne PYD û ne jî HSD heta vê gavê ne di wê zanebûnê de ne yan jî ne di wê hêzbûnê de ku, PKKê bidin aliyekî ji bo berjewendiya Kurdistana Rojava bibin xwedî biryar. Amerika vekirî dibêje ku, PKK ji deverê derkeve em rê li êrîşên Tirkiye digrin. Heta radeyekî demana vê jî didin.

Heta PKK bi vê siyaseta xwe li rojava tevbigere ,ne qada navdewletî de tê naskirin û ne jî destkeftiyek ji bo kurda peyda dibe. PKK rojavayê Kurdistanê dînamikên Kurdistanî  dirûxîne û ramanên netewî ji nav dibe . PKK li rojavayê Kurdistanê li himber dijberên xwe ,yanî li himber siyasetmedarên niştiman perwer terorê bi kar tîne. Bê sedem wan digre ,têxe zindana de, îşkencê li wan dike û dikuje. Çeteyên çekdar êrîşe ofîsen aliyên ENKSê dike dişewitine û Alayên Kurdistanê bin pê dikin.

Eger heta vê radeyê jî kurd li rojavayê Kurdistanê rastiya PKKê nebînin û di bin weneyên Ocalan de hewl bidin tiştekî testve bînin, ev  ji bo wan dibe malxirabiya herî mezin û werankirina rojavayê Kurdistanê. Heta ev siyaset berdewam be , çarenûsa Amûdê, Dirbesiyê heta radeyekî Qamişlo dê wek Serêkaniyê be.

7.9.2021

Nêrîn/Şirove/ROJEVAKURD

Pustên heman beş