PKK bi agir dilîze

pkk bi agir dilîze

Ew daxuyaniyên PKK ê di hefteya çûyî de belavkirî û awayê ku ew girseya xwe derdixe meydanan dikare bibe sedema encamên pir xeternak. Daxuyaniyên PKK ê yên ku dijminahiya di navbera Kurdan de gur dike, ji bo hebûna partiya xwe girseya radîkal li Rojava û cihên din tajo meydenan, di medya xwe dest bi derewên bê sînor kirin dîyar dike ku PKK wê bi çav sorî tevbigere.

Ev kiryarên PKK ê tu feydeyê nade kurdan. Vê dema ku Iraq, Iran, Sûriye û Tirkiye ji bo avakirina pirên têkilîyan danûstandinê di navbera xwe de dikin, ku Rojhilata Navîn ber bi hevsengiyek nû ve diçe, kiryarên PKK ê bi wê wateyê tê ku dest û lingê Kurdan girê didin. Hemû dewletên Rojhilata Navîn xwe ji bo tunekirina hebûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo biçûk kirin û bê bandorkirina wê mil dane hev, PKKe jî bi armanc û helwesta xwe xizmeta wan dike. PKK mil bi milê Heşda Şabî re dimeşe, yên ku sond xwaribû ku xwîna Kurdan vexwûn. Serfermandarê Iranê Muhammedî gefa “Emê li Herêma Kurdistanê bixin” li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê dixwe, rêveberiya PKK jî hevdem ferman dide gel ku “êrîşê Başûrê Kurdistanê bike”. Bê guman wateya van daxuyanîyên hevdem heye. Tê wê wateyê ku PKK bi hêzên ku dixwazin hebûna Herêma Kurdistanê biqedînin re di nava tifaqek sitratejîk de ye.

Kesê ku aqilekî wî yê biçûk jî hebe dibîne ku ya PKK dike bi agirî lîstine. PKK li Kobanî radibe ew çend hezar kesên ku bi xwe ve girêdayî, li ser dijberiya Barzanî derdixe kolanan, ev tê çi wateyê? ev helwestekî bêexlaqî ye û dijminahîya Kurdan e.

PKK bê ku çi delil û çavkanî nîşan bide, xirecirek çêkir û ew 7 gerîlayên ku Tirkan lêxistî, got Peşmergeyan li 7 gerîllayên me xistîye. Berîya her tiştî PKK bi vê helhesta xwe ya provakatîk û neyar îxanetê li wan gerîlla û malbatên wan dike. Bê guman, PKK ê bi vê hewlê xwast dewleta tirk paqiş derbixe.

Zûbeyir Aydar li Ewropa, wêneyê sê gerîllayan girtiye dest xwe û dibêje, “Em dixwazin aqûbeta wan bizanibin.” Ger di Zûbeyir Aydar de hinek mirovahî hebe, ewê ewil wêneyên Hêman Sado ya 1 mehî û Niştiman Sado yê 9 salî rakiriba, yên ku bi teqemeniya ku ji hêla PKK ê ve li kampa Qadiya ya Êzîdîyan hatibû peqandinê ve miri bûn. Paşê ji pêwîst bû PKK ê dipirse, “Te çima ev zarokên bêguneh kuştin?”

PKK li Ewropayê ji wan çend kesên li dora xwe komkirîn re bilêtên balafirê dikire û civînan bi wan dide kirin û ji wan dixwaze ku PDK ê şermezar bikin. KCK bang li rewşenbîr û hunermendan dike û dibêje li dijî PDK ê tevbigerin. Paşê ewê çi bike, ewê çar -pênc ji wan kesan li balafirê suwar bike û wan bişîne Hewlêrê, û ewê bixwazin bûyeran derbixin di nava wê xirecirê de êrîşî Pêşmerge bikin.

Hedefên li pişt hemû çalakiyên PKK ê ev in:

Yekem; Ew li hincetekê digerin ku êrîşî çeperên Pêşmerge yên li Girê Elho (Girê Hekkarî) û Girê Çarçel li xeta Amêdiyê bikin. Pêşmerge ev dever, di meha hezîranê ji ber şerê Daîş ê valakiribûn, ji nih de çûne ve sengerên xwe yên berê. Ne tenê PKK ji cîhbûna pêşmergeyan li serê Metînî acize, heman dem de dewleta Tirk jî acize. Ger Pêşmerge vî cihî biterikîne, dewleta Tirk wê di miha Nîsana sala bê de were û van her du girênstratejîk bigire. Dê bajarê Amêdiyê bikeve menzîla çekê Tirkan. Weke ya li Kêste û Hiror pêk hatî da li Amêdiyê jî pêk bihata. PKK viya dixwaze?

Duyem; PKK li bajaran dê weke bûyera kampa Qadiya û xwaringeha Hokkabaz hinek teqîn û kuştinê bike. Dibêje ez li Hewlêrê li dijî dagirkeran şer dikim û wê di yek an du şerîkan de bombeyan biteqîne û çend kesan bikuje. Wê vê yekê weke têkoşîna li dijî dagirkeriyê nîşan bide,  armanc ewe ku veberhênerên aborî bitirsînin ku ew vekişînin, û Hewlêr, ku yek ji bajarên herî aram li Iraq û Rojhilata Navîn e, bikişînin nava kaosek kor û bêmifa. PKK dixwaze piştgiriya qada navneteweyî ya ji bo Herêma Kurdistanê ji nav bibe. Heger PKK viya bike dê çi bibe, wê destê Bexda xurt bibe û Kurdistan mehkûmî Bexdayê bibe. Herêma Kurdistanê dê bin gefên Heşda Şaibî, Iran û Bexdayê wê Şingal û Kerkûk ji herêma Kurdistanê bê ne qudkirin û wê nekari be projeyên afirandina azadîya netewaya Kurd pêkbîne û ew ê tenê ji bo ser linga mayînê hewl bide. PKK viya dixwaze?

Sêyem; PKK wê girseya partiyên ku bi wan re peyman girêdayîne derxe kolanan ji bo koma ku di bin navê rojnamevaniyê de bi sîxurî hatiye girtin û dê li Şingal û Mûsilê dengê xwe bide lîsteya heşda Şabî. Ewê bixwaze Herêma Kurdistanê li parlamentoya Iraqê lawaz bike. PKK viya dixwaze?

Çarem; PKK dibêje “wê Rojava an ya min be an jî ya axa reş be” û ji bilî xwe li Rojava ji tu hêzê re mafê jiyanê nas nake. Ji ber vê sedemê, Ciwanên Şoreşger bombeyan li vir û wir de diteqîne, û asayîşa giştî ya PYD ê mirovan bi ava kelandî dişewitîne û wan dikuje. PKK ji bo berjewendiyên xwe yên teng Rojava ber bi tunebûnê ve kaşdike. Ger wisa biçe, wê Rojava di navbera dewleta Sûrî û Tirkiyeyê de were parvekirin. Kurd ji Kurdan re tenê xulamtî bimîne. PKK viya dixwaze?

Belê, PKK vana dixwaze. PKK dijminatiya Herêma Kurdistanê dike. PKK di bin navê şerê li dijî dagirkeriya Tirk de mil bi mil bi dagirkeran re êrişî Herêma Kurdistanê dike. Gava vî karî dike, ew bi wêrekî, egîdî dernakeve qadê û tiştê ku ew dixwaze nabêje.

Rêveberiya PKK xiyaneta xwe ya herî bêrûmet, rezil, zexel û xedar a di dîroka Kurdistanê de di bin kincên jinan, meşên ciwanan, cenazeyên şervanên zarok û dirûşmeyan de vedişêre.

Tiştê ku PKK dike bi agir lîstin e. Lê divê PKK bizanibe ku gelê Kurdistanê êdî ew derewên rewan yên Qereyilan û ew mejîyê tevnpîrkê girtî  yê Cemîl Bayik, baş nasdike. Ev lîstik nagire.

Belê, PKK bi agir dilîze, lê ev agir herî zêde PKK ê dişewitîne. Ji ber ku PKK ev du sal in bi tena serê xwe dibêje û dilîze, heta niha kesî bersiva agirê PKK bi agir nedaye. Divê PKK raborîya xwe ji bîr neke, ger ku bersiva PKK ê bi agir were dan, wê Cemîl Bayik bêhna xwe dîsa li Urmiyê bigire. Wekî din, ewên ku PKK dixaze wan bi agir hilweşîne, ne mîna PKK bêgar ê nakin, lê gava ku ew axivîn jî, ew pir qenc diaxivin. Ev agir wê PKK ê bişewitîne.

Pustên heman beş