Pêwîst nake PKKe ewladê xwe yê heram bi avête di koşa Kobanîyan de

كۆبانێ-پێشمه‌رگه‌-koban-peshmarga-durann-kalkan-cemil-bayik-kurdistan
  • Îkram Kobanî

Êrîşa medyayî a PKKê li ser rûmeta Kurdistanê dewam dike, bijlî derewan, her çi kelamê qirêj, nerînên gemar hene parve dike, herî dawî ajansa ANHA a PYDê, balê PKKê ê Rojava Kurdistanê gotîye ku: “Şêniyên Kobanîyê bang li PDKê kir dev ji xîyanetê berde”!!.

Li roja 4 îlona 2021ê, artêşa Tirkiyê êrîşeke asîmanî li herêma Garê kir, 7 çekdarên rêxistinê hedef kirin, ajansên dewleta dagîrker, ev nûçe parvekir û wezareta parastina netewî a Tirkiyê jî dîmenên vê êrîşa hewayî li Twitter a xwe danan, lê belê HPGê daxuyanî da û go: PDKê ew 7 gerîla kuştine, ne Tirkiyê!!.

Li heman rojê berdevkê PDKê, daxuyanî da û ev îdîayên HPGê derewandin û go: “PKKe bi enqest nûçeyên derew parve dike, ji bo ku cînayet û tewanên xwe pê bi peçine” .

Ji wê rojê ve, PKKe bê navbir medyaya xwe li dijî Hikûmeta Başûr, Pêşmergehan û PDKê servîs kirîye û her çi kelamê qirêj, nerînên gemar û dereweka heyî, parve dike.

Herî dawî îro roja pêncşemî 9/9/2021ê, ajansa ANHA a PYDê, balê PKKê yê Rojava, nûçeyek weşandiye û têde gotîye ku: “Şêniyên Kobanîyê bang li PDKê kir ku dev ji xînanetê berde”!!.

Her tiştî sînor hene, tenê bêexlaqîya Girûpa Enqerê nebe!!

Pêşmerge bi exlaqê xwe ji boy Kurdistanê bûye rûmet, PKKe jî bi bêexlaqîya xwe ji boy Kurdistanê bûye bela

Her tiştî sînor hene, tenê bêexlaqîya PKKê û “Girûpa Enqerê” nebe, roja ku terora DAÎŞê 80%ê a Kobanîyê dagîr kirî, PKKe li ku derê bû?

Her Kurdek dizane ku bi gihîştina Pêşmergihan bo Kobanîyê, hevsengîya şer hat guherîn, Pêşmergehan sînorên sê dewletên dagîr ker bezandin ji bo ku di hawara Kobanîyê, şênîyên Kobanîyê û birayên xwe ên Şervan biçe, ev yêk exlaqê Pêşmergehane, ji ber vê sedemê gelê Kurd Pêşmerge bi “Rûmeta Kurdistanê” nav kirine.

Bûyera 4 îlonê carek din PKKe firand ber perên asîmanan!!

Bûyera 4 îlonê, ji ber du sedeman PKKe û rêveberên wê, bi bêexlaqî û xîyanetê firandin ber perên asîmanan:

A yekem: Tirkiyê eşkere go ku artêşa me ev êrîş kir û dîmenên hedef kirina 7 gerîlayan parvekirin, lê belê PKKê ji Tirkan re gu na, hûn birayên mene, dema mirov bira be, divê eybê hevdu bi peçine, we 7 gerîla qetil nekirine, PDK a dagîrker qetil kirine!!.

A dûyemîn: PKKê xîyanet li kadiro û çekdarên xwe kir, lê belê ev necara yekemîn û dûyemîne PKKe xîyanetên wusa dike, li sala 1992ê PKKê xîyanetek herî mezin li kadiroyên xwe kir, wexta di vê salê de rêxistinê şer bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê firoştî, li navçeya Heftenînê 19 gerîla birîndar ketin, PKKê birîndarên xwe rakirin şikeftekê û li wir hiştin, piştire PDKê ji PKKê xwest wan li nexweşxaneyeka Hewlêrê tedawî bike, lê belê Cemîl Bayîk di bersiva vê daxwazê de go: “Kuştina gerîlayên birîndar pirr bi rûmet tire ji wê yekê ku PDKe wan tedawî bike”.

Piştire bi biryara Cemîl Bayîk teqe li wan gerîlayan tê kirin, 18 jê kuştin û yêk bi navê “Cahîde” ku xelka Dêrkê ye sax ji wê qetilamê xelas dibe, paş ku “Cahîde” digehe cihek aram rastiyê ji her kesî re dibêje.

PKKê li salên heştê û notê çekdarên xwe li ser bingeha dijatîya PDKê û Başûr perwerde dikirin û jêre digo: “PDKe dijimine, Tirk biraye” , mixabin ev rêxistin heya roja me ya îro jî bi dersên wusa çekdarên xwe perwerde dike.

Kurd dibêjin: “Kevran neavêje kanîya te av jê vexwarî”, şênîyên Kobanîyê kevir neavêtine Pêşmergehan, PKKe vê dike, em Kobanî baş dizanin kê nehişt Kobanîyê bikeve, dizanin di roja tengasiyê de bira Pêşmerge çi qas merd û camêr bûne, her wiha dizanin PKKe dixwaze me di şerê xwe yê qirêj de li dijî Başûr bi kar bîne, heger na Kobanî tu caran meşa Pêşmergehan ya ku di sînorê 3 dewletên dagîrker re derbasbûyî ji bîr nakin, şênîyên Kobanîyê exlaqê Pêşmergehan dizanin û yê PKKê jî, loma pêwîst nake PKKe ewladê xwe yê heram bi avête di koşa Kobanîyan de.

Pustên heman beş