Çekê Îranî di destê gerîlayên PKKê de!!

Çekê Îranî di destê gerîlayên PKKê de!!

Malpera Yenî Ozgûr Politika ya ser bi PKKê ku li Ewropayê weşanê dike, di nûçeyeke xwe de li jêr navê “Gerîla xweş tol hilanî” de, wêneyekî du gerîlayan parve kiriye ku di destê wan de çeka BKC û Kelaşînkof tê dîtin, lê ya balkêş di vî wêne de xweya bûna hejmarên bi tîpên Farsî li ser qontaxa BKC ya di destê yek ji wan gerîlayan de ye.

Xweya bûna hejmarên Farsî li ser quntaxa BKC ya di destê yek ji wan gerîlayan de, baştirîn belge ye ku PKKe û Îran pirr nêzî hevin û bi hevre xebatê dikin, ev yek di çendîn nivîsên me yên pêş niha de jî hatiye vegotin, lê niha bi belgeyên ku PKKê bi xwe û di medyaya xwe de parve kirine, ne bi tenê ti şik û gomanan li ser nivîsên rûpela me nahêle, belku tekez dike ku PKKe û Îran di yek çeper de cî digrin.

Gelo di berdêla pêdana çekan, PKK çi xizmetekî ji Îranê re dike?!

Weke pêş niha me di hin nivîsên xwe de êmaje pê kirî, PKKe li bakur bi Tirkiyê re, li başûr bi Îraqê re, li Rojava bi Sûriyê re û li Rojhilat bi Îranê re tev digere, ew bi temammî bûye hêzeke bin destê dewletên dagîrkarên Kurdistanê û bi tenê peyva Kurdistanê ji boy rakêşana atîfe ya gelê kurd û bi xwe ve girêdana ciwanên kurd bi kar tîne.

Di niha de PKKe pêtir ji her hêzeke din nêzî Îranê ye. PKKe di berdêla parastina sînorên Îranê, rê nedan bi çalakiyên partiyên kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê li ser sînorên rojhilat, tevlîbûna di nava mîlîşyayên heşda Şebî li Şengalê û parastina “Hîlala şî’î” ya îranî çek û pere ji Îranê werdigire û li gor siyasetên Îranê li navçeyê tev digere.

PKKe îdîa dike ku ew li dijî dewletên kolonyalîst e, lê belê di rastiyê de ew bûye darkê di destê van dewletan de û ev dewletane PKKê li dijî tev parçeyên Kurdistanê û bi taybetî li dijî statoya herêma Kurdistanê bikar tîne. Mana PKKê ya li Şingalê jî di vê çarçoveyê de ye, PKKe ne ji boy parastina Şingalê û Şingaliyan ji êrîş û qirkirinan li wê derê maye, belku ji boy parastina berjewendiyên stratejî yên Îranê û wergirtina pere û dijatî kirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê di bin navê dijatî kirina PDKê de li Şingalê maye.

PKKe û şerê nerm ê li dijî başûrê kurdistanê

Xizmeteke din ku PKKe di berdêla wergirtina çek û pere ji Îranê re dike, birêvebirina şerê nerm ê li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. PKKe bi awayeke sîstematîk di sosyal medyayê de bi ferman û îmkaniyatên Îranê di bin navê dijatî kirina PDKê, dijatiya parlamento, Hikûmet û statoya fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike. Karê ku Îran bi xwe nikare bike, PKKe ji wê re dike. PKKe bi medyaya xwe dijatiyeke tund a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike û hewl dide her wusa bi ciwanên kurd bide fêm kirin ku hebûn û tunebûna hikûmet û statoya başûr weke yeke û bi nebûna wê ti tiştek nayê guhertin.

PKKe alîgirên xwe di sosyal medyayê de bi awayek sîstematîk li dijî sembolên Kurdistanî bi giştî han dide. Rojane bi sedan nûçeyên derew çêdike û di nava sosyal medyayê de parve dike, bas li ti karekî baş ê hikûmeta herêmê nake, lê belê, bi şev û roj hikûmetê rexnebaran dike û wê bê nirx dike.

Bi vê yekê tişta ku Îran nikare bi hêza req li Başûrê Kurdistanê encam bide, bi hêza nerim, bi destê PKKê encam dide.

Pustên heman beş