PKKê gireva birçîbûnê bidawî kir, gelo çi destkeft çêbûn?

PKKê gireva birçîbûnê bidawî kir, gelo çi destkeft çêbûn?

Li roja 11/9/2021an, bi daxuyaniya li ser navê rêveberiya PKKê ya ji girtîyan li Girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berpirsiyar e, hat ragihandin ku girevên birçîbûnê yên 290 roj in dewam dikin, bi dawî bûne.

Daxuyanî li ser navê girtiyên ji doza PKK ê û PAJK ê Denîz Kaya hat kirin, di daxuyaniyê de hat gotin: “Li ser banga komîteya me ya girtîgehê PKKê û PAJKê, em weke girtiyên PKKê û PAJKê ji îro û pê ve gireva birçîbûnê diqedînin”.

Navê Denîz Kaya navekî kod e ku ji aliyê Kordînasyona zîndanê tê bikaranîn, di rastiyê de, kesek bi vî navî zindankirî nîne, Ji ber ku PKKe girtîgehan wezîfeyeke girîng dibîne, li vir rêveberiyeke taybet wezîfedar kirî ye, bi vê rêveberiyê, ew kesên ku werin cezakirin, çalakîyên ku bên kirin bi biryara vê kordînasyonê tên dayîn.

Sedema qedandina girevên birçîbûnê ya PKKê wekî “Bêbandor” mayîn tê şîrovekirin, li kampa Mexmûrê 271 roj in û li Yewnanîstanê jî 253 roj in hîn girevên birçîbûnê hene.

Di pêngava “Dem dema Azadîyê ye” de Wezîfeya ku ji girtîgehê re hatiye dayîn çî ye?

Piştî ku KCKê di 12 ê îlonê a par de pêngava bi navê “Dem dema azadiyê” da destpêkirin, girevên birçîbûnê yên kadiroyên PKKê yên li girtîgehan di 27 ê Mijdara 2020 an de dest pê kirin, ango, girevên birçîbûnê ne tenê bi pêşengiya girtîgehê bûn, biryar bi pilansaziyek navendî hate girtin, li girtîgehan tu windahî çênebûn, li Yewnanîstanê kesek ji ber kirîza dil jîyana xwe jidest da.

Çima gireva birçîbûnê?

Girevên birçîbûnê ji aliyê PKKê û rêxistinên çep ên Tirk ve tên bikaranîn, Ji xeynî girêva 1982 an, vê çalakîyê tu destkeft çênekirine

Girevên birçîbûnê ji aliyê PKKê û rêxistinên çep ên Tirk ve tên bikaranîn, Ji xeynî girêva 1982 an, vê çalakîyê tu destkeft çênekirine, dubare bûn hişt ku ev çûre çalekî bêwate bibe, jiyana kadiroyên PKKê û çepên Tirk di girtîgehan de ne tenê ji aliyê dewletê ve, ji aliyê partiyên wan ve jî hatîye îpotekkirin. Kadiroyên ku mehkûmî jiyaneke di navbera çar dîwaran de ne, ji alîyê rêxistinên wan ve bi navê, têkoşîna azadiyê û hwd, ango bi siloganên vala ve jîyana xwe feda dikin, bi taybetî jî, PKKe di vê mijarê de li ser  jiyana kadiroyên xwe bi wehşeteke mezin dilîze. Piştî ku Evdila Ocelan di sala 1999 ê de hatî Tirkiyê ev hovîtî pir zêdetir bû ye.

Paradoksa Evdila Ocelan

Ji sala 1999 ê û vir ve, va 22 sale ji ber Tenduristî, azadî ya Ocelan, bi dehan girevên birçîbûnê hatin li darxistin, di van girevên birçîbûnê de bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes seqet man, wekî din, di dema girevên birçîbûnê de, gelek ciwanan xwe kuşt û jiyana xwe ji dest dan.

Li ser mîrateya gireva birçîbûnê ya mezin a sala 1982 an, PKKê bi dirûşma “Berxwedan jiyane” bi salan girevên birçîbûnê û xwekuştinên li girtîgehan weke pîrozî pêşwazî dikir, Kesên ku di navbera çar dîwaran de di bin zextek mezin a psîkolojîk de dijîn, ku xwe layiqî partîyê bibînin, şehîd bibin û hwd, ev girtî bi mirinê ve tê motîve kirin, mirin û berxwedan wekhev dihête dîtin, kesên ku di girtîgehê de hinekî poşman bûyî, ew wekî xayîn hatin binavkirin û her dem bi tuhmeta”xwe îspatkirinê” re rû bi rû man.

Ji aliyekî din ve, gava ku Evdila Ocelan 15 sibata 1999 ê hate girtin, wî helwesta teslîm bûnê pejirand, ew mîrateyê berxwedanvanîya zindana dîyarbekirê ya salên 1980an Apo binpêkir û îtiraf li ser rêxistina ku ew serokê wê ye, kirin.

Ocelan di hezîran 1999 ê de, ji pirskerê xwe Atîlla Ûgur re digot: “Ez li vir pir rehet im, min nedikarî ez li Sûriyê birazêm, li vir ez bi xeweke şirîn û aramî radizêm”, ger şervanek normal ev gotibe dê ew wekî xayîn hatiba bi nav kirin û di xetereya kuştinê li ser wî ba.

Lê Ocelan ji bo du libên zeytûn û tozî yek zebeşî zêde bidine wî, banga girêva birçîbûnê ji girtîyan re dike.

Mirov ji bo çi mirin?

Girevên birçîbûnê yên ji sala 1999 an û vir ve bi armanca azadiya Ocelan tên kirin, di rastiyê de ji bilî sîstema propagandayê ya PKKê tiştek ji Kurdan re nekiriye alîkar.

PKKê di got van girevên birçîbûnê hişt ku di sala 2013 an de rê li ber hevdîtinên “AKP-PKK” vebibe, lê rastî ne welê ye, ji xwe danûstandin berdewam hebûn, ev hevdîtin hem bi Qendîl û hem jî bi Îmraliyê re di hatin kirin, PKKê dixwest ku bi gireva birçîbûnê ya bi vê serdemê re bandorek we çêbike ku raya giştî bibêje ev destkefta girêva birçîbûnê ye.

Gireva birçîbûnê ya herî xemgîn

Sedemên rastîn ên li pişt girevên birçîbûnê çi ne hîn jî, nehatine eşkere kirin, bi taybetî ew girêva birçîbûnê ya li dora Leyla Gûven hatî meşandin û bûyî sedema gelek ciwan jîyana xwe ji dest biden çima hatibû kirin armanca wê çi bû?

Girtiyên di gireva birçîbûnê ya piştî Rojiya Mirinê de cih girtin, Leyla Gûven di 7 ê Mijdara 2018 an de bi daxwaza “Rakirina tecrîda li ser Ocalan” û “rê li ber siyaseta demokratik vekin” dest pê kir.

Di vê gireva birçîbûnê de, yek li Ewropayê 8 kes di bin navê çalakî kirine de întîxar kir.

Piştî ku van ciwanan, Zûlkûf Gezen, Ayten Becet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akincî, Siraç Yûksek, û Mahsum Payam întîxar kirin, di 2 yê Gulanê de hevdîtin bi Ocelan re çêbû û di 26 ê Gulanê de gireva birçîbûnê bi dawî bû.

Vegerandina Leyla Gûven ji bo meclîsê çêbû, di encamê de ji bo Kurdan tiştek neguherî, 8 ciwanên Kurd xwe kuşt û di 10 ê Tîrmehê de Leyla Gûven sûnda “Yekparçetiya dewleta Tirk” xwar û vegeriya parlamentoya Tirkiyê.

Derewa medyaya PKKê ya Irfan Kiliç

Hat îdîakirin ku di van girevên birçîbûnê de kesekî din xwe şewitandiye, çapemeniya PKKê ya wekî ANF ê dixwest di bûyerê de top ê bavêje PDKê, bi nivîsandina ku Irfan Kîliç nameyek hiştiye û tê de dibêje ku wî ji bo protestokirina PDKê xwe şewitandiye, lê belê, dema cenaze çû cem malbatê, derket holê ku Irfan Kîliç xwe neşewitandiye û ji aliyê dewletê ve bi îşkenceyê hatiye kuştin.

Çapemeniya PKKê ku cenaze ji bo derewên xwe weke amûrekê bikar anî û lêborîn jî ji malbatê nexwest, di gorî têgeha PKKê ma çawe be jî laşe mirî milkê partîyê ye, PKKe bixwaze dê bikuje, bixwaze dê çîroka mirina wî kesî veşêre.

Encam

Sedema bidawî kirina gireva birçîbûnê ya pêngava “Dem Dema Azadiyê ye” civak lê xwedî derneket û nexist rojeva xwe, PKKê nekarî piştgiriya civakî bigire pişt xwe û ne jî dikaribû bike mijara rojeva medyayê.

Girevên birçîbûnê ne ew çalakîne ku Kurd di van şert û mercan de bikin, divê malbatên girtîyan, rewşenbîr û siyasetmedar nehêlin ku PKKe laşê ciwanan dayne ser masa muzakereyê û li ser van bazarî bike, termê ciwanên Kurd ne amûrên bazarî ne.

Divê Bakurê Kurdistanê berê xwe bide çalakiyên li ser bingeha azadiya Kurd û Kurdistanê, pêwîste Kurd nehêne leysîtika PKKê a di bi navê “Azadiya Ocalan” ku va 22 sal in Kurd mehkûmê tarîtiyê kirî ye.

Pustên heman beş