PKK dîsa matmayî nebû: PKKê got ku tu pêwendiya me bi bûyera Pêşmergeyên şehîd re nîne

PKK dîsa matmayî nebû: PKKê got ku tu pêwendiya me bi bûyera Pêşmergeyên şehîd re nîne

Medyaya PKK ê duh li ser şehîd xistina du Pêşmerge yan li Dînartê daxuyaniyek weke şanoyê weşand. Bê guman, em ecêb girtî ne man û wan bi nîvdevkî got me bûyer nekirîye.

Şik û gumana kesî tune ku PKK ê di 16 ê Îlonê de du pêşmergeyên şehîd xistine. Pêşmergeyên li cihê bûyerê, wezareta Pêşmerge, xelkê deverê û şahidên bûyerê hemû dizanin ku PKKê ew bûyer kiriye. Heya kadroyên PKK û girseya wê jî hemî pê dizanin ku çalakiya PKK ê ye. Digel van hemû rastiyan jî, PKK ê hewl da ku bêje me ev bûyer nekiriye.

Ji ber vê sedemê, endamekî navenda çapemeniya HPG ê wekî berdevk daxuyaniyek da. Kesekî bi navê Serdar Yektaş ji bo ku bibêje “têkiliya me bi bûyerê re nîne” ji ANF ê re hevpeyvînek kir. Lê wekî rêbaza şer a taybet, wî di dawiya axaftina xwe de bi nîvdevkî got me nekirî ye. Ew weke ku bûyer tiştekî ne girîng be nêz bû. Her wek ku mirovan jîyana xwe jidest neda be, malbatên van mirovan nîne, ev ne bav bûn, ne xwedî zarok bûn, weke ku ew ne Pêşmerge bûn, ev bûyer hate behis kirin. Weke ku tu qala tiştek bêqîmet û bêcan di kî. Bê guman, ev ne axaftina karmendê PKK ê yê bi navê Serdar e. Ev rêbaza PKK û HPG ye, kuştin û înkarkirin rêbazek e, rêbazek xayîn û bêbextane ye.

Dubare kirina rêbaza kevn

PKK ji Cotmeha sala buhuri hatta niha 12 peşmerge şehîd xistine. Hatta niha ji yek ji van re ne got ku ev me wusa kiriye. Her daim înkar dike.

HPG bûyera Ser Zêrê ya şehîd xistina midûrê asayîşê Xazî Salih Alîxan jî înkar kiribû, Herî dawî, şehîd kirina pênç Pêşmergeyan li Amêdiyê jî înkar kir. Heya di asta herî jor de, Mirad Qarayilan derket û got, “Balafirên şer ên Tirk ew gulebaran kirin, divê komîteyeke serbixwe bê bûyerê lêkolîn bike.” Ev çend Sale PKK pêşmerge û sivîlan dikuje û payre jî dibêje me nekirîye ango PKK xwe li pişt derewên xwe vedişêre.

Daxuyaniyên Ozgur Jiyanda

Daxuyaniyên fermandarê HPG ê Ozgur Jiyanda, her tişt derxist holê

Hemû bûyerên ku HPG ê red kiribûn di biryargeha navendî a HPG ê hatibûn plan kirin. Bûyera Dînartê jî ji aliyê biryargeha HPG ê ve hatibû plankirin. Planekî pir berfireh û weke çalakîyeka despêkirina pêngavekê bû hember Pêşmerge. Ger di wê wesayîtê de ne du, belku 20 Pêşmerge jî heban da hemû şehîd bin. Ji ber ku mayîne kî 500 kg bi wesayîtê ve teqandin. Ev çalakiye rasterast ji hêla Mirad Qarayilan ve hatibû plan û koordine kirin. Di vê çalakiyê de du armancên sereke yên PKK ê hebûn.

PKK ê plan kiribû, ku hemû Behdînan bikin qada şer

Ji vana ya yekem; Ew plana kişandina Tirkiyê ya nav axa di bin desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Nîvê xaka Kurdistanê, ku di dîrokê de bi navê Behdînan tê zanîn, ji artêşa tirk re hatiye hiştin. Armanca PKK ê ew e ku tevahiya herêma Behdînan bike qada şer. Eyaleta Botan-Zagros ê kaşî Behdînan bike. Ango şûna ku ji dijmin axê bistîne PKK dixwaze axa Kurdistana rizgar kirî bike nava sînorê Tirkiyê de. Bakûr weke Erdnîgarî kaşî Başûr bike. Dînartê wekî dever di vî warî de cîhek pir girîng e.  Pilana PKK ê ew bû ku şer heya ber derîyê Hewlêrê bibe. Ev Planekî pir xeternak û dijminkare. PKK bi rastî jî payîza borî dixwest li vir şer bide destpêkirin. Ji ber vê yekê, PKKê dixwest li ser xeta Dînartê mayînde bicîh bibe û wir jî mîna herêma Nihêlê û Nêrwe û Rêkan bibe qada şer. Lê ji ber şert û mercan nekarî wê pêk bîne. Lê îsal dixwazin vê pilanê bi çavsorî têxin pratîkê.

Ya duyemîn; ew jî der barê rêbazên şerê psîkolojîk ên PKK ê de ye. Di bingeh de, PKK ev sê sale şerekî di asta nizim de li dijî Pêşmerge îlan kiriye. PKK dizane ku ew li gel Pêşmerge bikeve nava şerekî heralî de wê pir mezin wenda bike. Loma jî ew şerekî kêm dijwarî li dijî Pêşmerge dimeşîne. PKK şerê Medyayî  bi hemû curî dimeşîne lê şerê leşkerî bi kontrol û newêrekî dimeşîne. Dixwaze ku kuştina Kurdan pir normal were dîtin û civakê de vê têgehê ava bike. Tê pêşbînîkirin ku ev rewş di pêşerojê de jî wê wiha bidome. Ango, ji vir û pê de, em ê gişt bibînin ku PKKe dê mayîna biteqîne, çend pêşmergeyan şehîd bike, û her meh li bajaran çalakiyên provokatîf bike. Kuştin û aloziyê bike beşek ji jîyana gelê Başûrê Kurdistanê. Ev tektîkên şerê xasin PKK pêktîne. Lê em dizanin ku bûyer ne bûyerên lokal in, PKK ê şerekî domdar lê kêm-dijwar dijî Başûr daye destpêkirin.

Şerekî revok û nemerd

PKK vî şerî wisa vekirî nade destpêkirin. Ew qaşo ku yekîtiya neteweyî dixwaze lê belê pir nemerdane jî Pêşmerge şehîd dike. Ji aliyekî ve Qarayilan dibêje ku ew dixwaze bi Mesut Barzanî re hevdîtinê bike, li aliyê din jî bi hemû çapemeniya xwe ve PDK û Barzaniyan weke xayîn îlan dike. Qarayilan dibêje em naxwazin Kurdan bikujin. Li aliyê din, Mustafa Karasu derdikeve û dibêje, “Kuştina pêşmerge nahê wateya şerê birakujiyê.” ango, PKK bi taybetî di warê şerê psîkolojîk de şerekî ku pir bi hev ve girêdayî dide meşandin. Ew êrîş dike, lê heman dem xwe weke mexdûr nîşan dide; ew Pêşmerge yan dikujin, lê dibêjin Pêşmerge li me dixin, Ew derewan dikin lê weke rastgo xuya dike. Ev rêbaza şerê taybet e. Pêdvîye li hemû cîhanê li dijî vî şerê taybet tekoşîn were kirin. Ji ber ku dijmin xuya nake, lê ew li her derê êriş dike.

PKK tenê ji helwesta nerm sûd werdigire

Berî her tiştî, pêwsîte li hember PKK helwestek siyasî were dayîn. Divê Hikûmeta Kurdistanê PKK ê wekî bizavekî Kurd qebûl kirinê bide alîyekê û hemû toleransa ku heta niha hate dayîn jê bibire. Hêzên Pêşmerge jî divê bi zelalî bibînin ku bi dijminekî bêbexet re rû bi rû ne. Pêwîste Pêşmerge jî bizanibe ku PKK dijminê herî xeternak e. PKK dijmineke ku ji Daîş ê xetertire . Ji ber ku heta îro, Pêşmerge dil nedida li çekdarên PKKê bixin û ew bi bira didîtin. Lêbelê, birayê wî xencerê li pişta wî dide. Divê ti carî nehêlin ku PKK ji vî cewê hestyar sûd werbigire. Di bûyera Dînartê de PKK çar mayîn danî. Her mayînek bi 500 kg TNT hatiye amadekirin. Yek bi wesayîta ku du pêşmerge têda bûn ve teqandin û her du pêşmerge şehîd kirin. Ya din xwestin bi ambulansê ve biteqînin, şansî îsabet nekir û teqand. Her du mayînên din jî kêleka rêkê dema ku Pêşmerge bi hewarê tên da wan de biteqînin. Ji ber ku Pêşmerge bi hişyarî çû cîhê bûyerê çi zirarên canî çênebûn. Mayîna çarê jî tîmên hendesîyê ji bin erdê derxist. Çete yên PKK ê nêzîkî 300 mt cadde û kêlekên wê mayîn kiribûn. PKK ê pilana şehîd xistina gelek Pêşmerge yan kiribû. Dixwest operasyoneke komkujiyê ya tijî kerb û kîn bike. Divê haya we ji vê rewşê hebe. Bê guman, dê bersiva pêwîst ji dijminatiya PKK ê re bê dayîn. Gelê Kurdistanê vê yekê baş dizane.

Ji PKK ê mêrxasî hevîkirin xelet e

Lê hê jî goreyî tê xwestin rewşenbîr, nivîskar û rojnamevanan li dijî van hewlên PKK ê yên dijmina ne helwesta pêwîst negirtine. Ew hîn jî dibêjin em şerê birakujî naxwazin, bila şer çenebe. Lê berovajî, PKK ê şer daye dest pê kirin û li dijî Hikumeta Kurdistanê şer îlan kiriye. PKK tê wateya Heşda Şebî, PKK tê wateya Iranê. Dema ku li dijî PKK ê helwest tê girtin, ew nehê wê wateyê ku mirovî hemberî partîyekî Kurdî helwest sitandî ye ew tê wate ya ku li dijî hevalbendiya Heşdî şabî helwest hatîye girtin. Rewş ne ewqas hêsane ku bi çend şîretan were çareser kirin. Armanca PKK ê eşkere ye, jinavbirina Herêma Kurdistanê ye. Lê armanca Herêma Kurdistanê ew e ku “pêşî li şerekî navxweyî yê navbera Kurdan de bigire”. Di navbera van her du armancan de cûdahiyek pir mezin heye. Tu nikarî gûlê dirêjî wî kesî bikî yê ku berê lolîya çekê dayî singa te. Bi taybetî ji bo tevgerek mîna PKK xeternak û bêbexet. PKK tevgerek weye ku bê çavê xwe biniqîne kadroyên xwe yên 20-30 salî dikuje. Ji PKK ê hêviya hevaltî, kurdayetî, wefadarî û lehengiyê nekin ew ji van nirxan pir dûr e. PKK dê bi xayinî, bi qelleşî û bi hîle êrişên xwe bidomîne. daxuyanîya  berdevkê çapemeniya HPG ê ya nîvco gotî me nekiriye bi rastî tê vê wateyê: Me kir, ger bi deste me were em ê pir zêdetir jî bikin.

Pustên heman beş