Kuştina endamê PKKê Yasîn Bulut û hinek hişyarî

شوكری سه‌رحه‌د-لاهور جه‌نگی- Şukrî Serhad -ysin bulut (2)

Kadiroyê PKKê Yasîn Bulut, ango Şukrî Serhad, li Silêmaniyê hate kuştin, di saetên destpêkê yên bûyerê de, PKKê ev bûyer bi dewleta Tirk ve girêda û daxuyanî da ku wê tola wî were vekirin, hê çi agahî nîne ku bûyer bi rastî kî/kê kirîye.

Şukrî Serhad kî ye û çima dewleta Tirk wî bike armanc?

Di çîroka jiyana Yasîn Bulut, bi kodnav Şukrî Serhad, wekî kadiroyekî kevin tê behis kirin û gelek jêderk jî wî wekî rêvebirekî PKKê didin nasandin, lêbelê, bi lêkolînek pir kêm jî, derdikeve holê ku Şukrî Serhad ne rêvebere û ne jî karmendekî bi bandore.

Şukrî Serhad, her çiqas din ava PKKê de kevin be jî, lê tu carî erkên bi bandor ne wergirtine û ew weke kesayetî ji hêla PKKê ve pir ne dihat pejirandin, ji ber temen û pirsgirêkên wî yên tenduristiyê ew her tim di sazîyan de bicî dikirin, ango ne di nava şer de fermandar bû û nejî warê rêxistinî de kesekî bihêz bû.

Ti sedem nîne ku kesekî wiha bi operasyoneke taybet a dewleta Tirk bibe hedef, wekî din, li Silêmaniyê gelek rêveberên payebilind ên PKKê yên PJAK, PYD û hwd hene, ji bilî saziyan, hem li ser navê konseya rêveber a KCKê û hem jî rêveberiya jinan gelek kesên payebilind hene, bi taybetî, hejmarek pir zêde xebatkarên medyayê hene, ev kes, destê xwe dihejînin, dikarin li Silêmanî serdana firoşgehan û kafeyan bikin, dema ku ewqas navên girîng hebin kesekî weke Şukrî Serhad kirina hedef ma ne tiştekî ecêbe.

Hin derdorên nasyar li Silêmaniyê îdia dikin ku sedema kuştina Şukrî Serhad ne siyasî ye, bê guman dê rastî derkeve holê.

Pergala PKKê ya sûd ji mirîyan wergirtinê

Nayê qebûlkirin pîremêrekî 64 salî li nava kolanê de were kuştin, bûyer kê bi çi sedem kiribe jî qed nahê qebûl kirin, mafê jiyanê pîroze, lê li ser cenaze sûd wergirtin bi qasî kuştinê karekî bêexlaqî ye.

PKKê dema ku Şukrî Serhed sax bû ji xwe re wek bar didît û nizanîbû wî li ku bi cih bike, niha PKKe dixwaze ji mirî rant bigire û vê bûyerê ji xwe re bike amûrekî propagandeyê.

Lêbelê, rastî ev e ku berî ku Şukrî Serhad jîyana xwe ji dest bide, ew ji bo rêveberîya PKKê di pozîsyona giraniyê de bû, niha jî PKKe hewl dide ku li ser cenazê Şukrî Serhad siyasetê bike.

Yekemîn tiştê ku PKKe dixwaze bike ewe ku bi rêya bûyera Şukrî Serhad ji YNKê tawîzan bigire, PKKe dixwaze tuhmeteke wiha li ser YNKê çêbike: “Di dema Lahurê Cengî de ev bûyer tunebûn, Tirkiye Lahur Cengî tasfiye kir, van bûyeran jî dest pê kir” .

Lêbelê, di dema Lahur Cengî de, endamên herî girîng ên PKKê hatin kuştin.

Dezgehê ragahandina PKKê RojNewsê ya ku li Silêmaniyê di mîne, axaftina Lahur Cengî ya li, konê sersaxiyê kirî jî xelet wergerand, gotinên Lahur Cengî: “Ez hêzên ewlekariyê yên ku kujer zû desteser kirin pîroz dikim”, wekî “Divê hêzên ewlekariyê di zûtirîn demê de dozê zelal bikin” wergerand.

Bi vî rengî di çavên Kurdên ku Soarnî nizanin de, xwestin Lahur weke kesekî baş, lê rêveberên YNKê yên din xerab bidin nişan kirin.

Mam Celal çi gotubu ser PKK?

PKKe li destpêkê û ev bûyer ji hemû kaosa li Silêmaniyê berpirsiyare, hêza sereke ya ku Silêmaniyê ber bi kaosê ve dibe rêxistina PKKê ye. Serokê berê yê YNKê, rehmetî Celal Talabanî, di sala 1998 an de gotibû: “Çi hewce divê em bikin, em PKKê ji Silêmaniyê dûr bixin, pêwîst be emê çek jî bi kar bînin, ji ber ku çihê PKKe lê be, çi kes bi aramî nikare xew bike”.

Rehmetî Mam Celal tiştê di got bi cî kir û bi bikaranîna hêza leşkerî û siyasî PKKe ji Silêmaniyê dûr xist, tiştê ku dê nûke Silêmaniyê rehet û aram bike, dûrxistina PKKê ye  ji nevenda bajarê Silêmaniyê, ji ber ku ew ne qanûnê nas dike û ne jî ji aramî yê hez dike.

PKK tevgereke kaosê ye, ger hûn li bûyera Şukrî Serhad jî binerin dê bibinin ku tenê PKKe ji bûyerê sûd wergirtî ye.

Pustên heman beş