Desthilat Îmralî, CHP jî HDPê muxatab dibîne..!

Desthilat Îmralî, CHP jî HDPê muxatab dibîne..!

Gelek cara dema behsa rastiya PKKê tê kirin di serî de hinek dezgehên PKKê ve girêdayî û ewareyên bi navê PKKê rewşenbiriyê dikin xwe aciz dikin . Baş tê zanîn ku hemû aliyên li bakurê Kurdistanê ku kaşo siyasetek legal dikin û girêdayî PKKê ne, tu cara ne xwediyê biryara xwe ya serbixwene. Ne xwediyê îradeyekîne ku wek ew bahsê dikin “demokratik”in.

HDP, DBP û KCD wek tpartî û rêxistinên siyasî legalin, lê PKKê ve girêdayî tevdigerin. Taybetî HDP di parlementoya Tirkiye de xwediyê fraksiyonekiye û herdemî hevserokên wan heta komiteya nawendi hemû ji aliyê nawendekî ve têne destnîşan kirin. Tişta ku HDPê dike bi tenê wek efserekî fermana Qendil û hinek nawendên PKKê cih bi cih dike.

Eve demeke li Tirkiye behsa tifaqên siyasî tê kirin û rewş û helwesta HDPê tê gotubêj kirin. Hemû aliyên hewldidin dengê beşek ji Kurda werbigirin dixwazin bi rêyekî li gel HDPê hevkariyekî bikin. Ew bi xwe baş dizanin HDP bi fermana PKKê tevdigerê û ji bo vê jî newêrin raste rast li gel HDPê di tifaqekî de cih bigrin. Mînaka vê ya herî berbiçav di hilbijartinên şeredariya de xûyakir.

CHP li gel HDP li hevkir ku li bajarên Tirkiye HDP pişgiriya bide kandîdatêbn CHPê .Li himber vê CHP hinek endamên Meclisa şeredariya da HDPê. Lê tu cara eşkere Nekirin ku li gel HDPê tifaqek pêkanîne. Niha ji berî hilbijartinên parlementoyê dixweyê nêzinkbûnek di navbera CHPê û HDPê de tê hunandin, lê ihtimala AKP jî berê xwe bide HDPê li holê heye. AKP ji niha ve Îmralî ji bo vê yekê amade dike.

Ji berî çend rojekî serokê CHPê Kemal Kilaçdaroglu di hevpeyvîneka xwe de da xûyakirin ku, ew dikarin li gel HDPê pirsa Kurd di parlementoyê de çareser bikin. Kilçdaroglu li ser pirsekî bersiva rojnemevan Guner Cantak dide û dibêje: Dezgehê dewletê rêxistinek gayrîmeşrû re muxatab nabe. Erdogan ev yek kir. Dewletê Îmralî kir muxatabê xwe. Îmralî ne oraganek meşrûye. Kî meşrûye? Em dikarin HDPê wek organek meşrû bibînin. Eger pirsgirêk werê çareserkirin em dikarin li gel HDP wek oraganek meşrû çareseriyê bikin. Lê balkêşe ku bersiva HDPê ne hevserokên HDPê, lê hevserokê HDPê yê berê , Sezaî Temellî da.

Temelî di Twitterk ragihand û tê de dibêje:” Muxatebê çareseriya pirsa Kurd yê bi tenê ne HDP ye. Lê ji bo hesanîkirina çareseriya vê pirsê aliyê zemînê demokratîk amade kirî HDP ye. Lê divê neyê ji bîrkirin ku, navnîşana çareseriya demokratîk û muxatabê bingehîn Îmraliye.”

Dewlet û kesên di nava HDPê de siyaseta dewletê ya Kemalist yanî “çepên Netewî” di nava HDPê de Îmralî wek muxatabê yekemîn a “çareserkirina Pirsa Kurd a Demokratik” didin nîşandan. Baş tê Zanin ku çareseriya demokratik a pirsa kurd li bakurê Kurdistanê, tenê radestkirina Kurdistanê ji bo Tirkiye ye. Yanî Tirkiyekirina kurdaye û ji holê rakirina daxwaziyên kurda yên netewî ye.

Temellî rastiya rolê HDPê datîne holê, HDP tenê figureke ku PKK rojeva siyasetê de dileyzîne. Ji xwe HDP li gel hevserokên xwe yên demekî hemûyan kampanyekî de îarada xwe radestî Ocalan kirine. Başe kesên ku bê îradebe dê çewe bikaribe bibe xwedî biryarek serbixwe?

Niha di nava HDPê de hinek pirs cara yekem e ku têne gotubêj kirin. Lê ewên ku hewldidin di nava HDPê de Kurdeyatiyê bikin, tu pêşeroja wan di nava HDPê de tuneye. Di cih de têne teswiyekirin.

HDP di rastiya xwe de rolê xwe yê pêwist dileyze. Bila kesek ji bîr nekê ku, HDP projeya Deletê û Ocalan bû,ji bo çareseriya “pêvajoya aşitiyê”.

20.09.2021

Nêrîn/ Şirove

ROJEVAKURD

Pustên heman beş