Daxuyaniya KCK û rastiya Silêmaniyê

Daxuyaniya KCK û rastiya Silêmaniyê

Piştî ku kadroyê PKK ê Şukrî Serhad, hat hingaftin, PKKê û KCK ê her yekê daxuyaniyek dan û xwestin kujer bên dîtin. Wan ev bûyer wekî beşek ji qirkirina Kurdan nirxand.

Di daxuyaniya KCK ê de, “eger Kurdek, endamekî PKK ê yan jî alîgirekî wan were kuştin, divê vekirî lêxwedan derkevin.” Lê tiştekî ku PKK ê ji bîr kirî hebû. Berî ya Şukrî Serhad, PKK ê du Pêşmerge li devera Dînartê ya navçeya Akrê şehîd kirin. PKK û çapemeniya wê ev bûyer bi xeletî ve jî nedît. Ya ku divê Kurd bi rastî bibînin ev e, ya ku PKK bixwe dike Kurd kujî ye.

PKK girîngî bi mirina wî Kurdê ku jê re bibe mijara propagandayê dide. Kuştina kurdên ku feyde ne de PKK ê wan eleqedar nake. Bi rastî, em dizanin ku PKK ji xwe re weke maf dibîne ku her kesê ku ji bo wan nexebite ew bikujin. PKK tirkan nakuje, farsa nakuje. Lê ew di kuştina Kurdan de qed dudil nabe. Heke ew Kurd zirarê nede PKK ê jî, tenê ji ber ku alîkariya wan nake dikarin wî bikujin. Mînak, kesekî mîna çiya, Xazî Salih Alîxan, Pêşmergeyekî dêrîn 30 salan ji neteweya Kurd re xebat kiribû, ew xort bû, wî kevirek jî neavêtibo PKK ê. Lê PKK ê tenê ji bo ku li herêma Behdînan sahmê li ser mirovan çêbikin ew kuşt. Jiyana mirovan ji bo PKK ê tiştê herî erzan û bê qîmet e. Ji bo PKK ê Jiyana Şukrî Serhad çi qîmeta xwe tune. Tenê ji bo propagandayê xwe, PKK li wî xwedî derdikeve.

KCK’e ji gel re dibêje, “li wan kadroyên PKK ê yên hatine kuştin xwedî derkevin, hesab jê bipirsin”. Ew rast dibêje. Divê gel kadroyên PKK ê biparêze. Mînak, divê ew hesabê Haqî Karer ê ku ji aliyê PKK ê ve hatiye kuştin bipirsin. Divê hesaba Mahsûm Korkmaz, ji PKK ê were pirsîn. Hesaba Sari Birahîm (Remezan Toptaş) ê ku ji hêla PKK ê ve hatî kuştin bipirsin. Dîsa divê hesaba Nasir (Faruk Bozkurt) ji PKK ê bê pirsin. Pêwîste hesabê wan zarokên Kurdan ên ji aliyê PKK ê ve hatine kuştin were lêpirsîn.

PKK bang li Silêmanî dike ku xwedî li zarokên xwe derkeve. Tê bîra PKK ê ku di 11 ê Sibata 2006 an de Kanî Yilmaz (Faysal Dunlaycı) çawa li Silêmaniyê şehîd kiribû?

Kanî Yilmaz, mîna Şukrî Serhad, kesekî ku piştî darbeya leşkerî ya 12 ê Îlonê li zînadana Amedê hatibû îşkencedan. Kanî Yilmaz kesekî ku li Ewropayê weke berdevkê PKK ê wezîfeyên gelekî girîng meşandi bûn. Ew ji PKK ê veqetîya. Wî di got ez xeta Evdila Ocelan ya zîndanê napejirînim. PKK ê wesayîta wî bombe kir û ew qetilkir. Ango, bîranînên PKK ê yên kujerî yê jî li Silêmaniyê pir in. Bê guman, eger gelê Silêmaniyê li hember cînayetên li bajarê wan hatine kirin bibe xwedî helwest, divê li dijî cînayetên PKK ê kirî jî, bibe xwedî helwest. Hêza ku Silêmanîyê tevlîhev dike PKK bixwe ye. Ji sala 2014 an û vir ve PKK ê Mît a Tirk bi civaka Silêmaniyê da nasîn. Hemû ajanên Mîtê yên li Silêmaniyê an kadroyên PKK ê ne, an jî alîgirên wê ne. Li Silêmaniyê ew cîhên PKKeyî diçinê xwaringeh, kafe, navendên karsaziyê û nivîsgeh hemû ji aliyê endamên MÎtê ve tên birêvebirin. Piraniya van kesan jî alîgirên PKK ê ne û wek welatparêz têne nasîn. Ji bo Piraniya van kesan PKK îqamê di de çêkirin. Niha xetereya herî mezin ji bo Herêma Kurdistanê û Silêmaniyê rêxistina PKK ye. PKK nûnerê Heşda şabî û Iranê ye li Herêma Kurdistanê. PKK dixwaze statûya herêma Kurdistanê bidawî bibe. PKK ne alîgirê Hewlêrê ye. PKK li Hewlêrê piştgiriya weke nûnerê Bexdayê bixebite û piştevanî ya Bexda dike.

PKK û bi qasî dewletên dagirker zarokên kurd kuştine. Di wan 11 mehan de li Başûrê Kurdistanê 12 Pêşmerge şehîd kirine. Wan bi dehan zarok sêwî hiştin. Ew niha bi lîstina rola mexdûrîyê nikare bêje “em ê Kurdan ji qirkirinê rizgar bikin”. PKK, mîna şûrekê di destê hêzên ku dixwazin Kurdan qir bikin de, li ser Herêma Kurdistanê û Silêmaniyê tête hejandin. Ev xîyaneta PKK bi rola mexdûrî yê nahê sergirtin.

PKK dibêje ku “ger li vê dinyayê wijdanek mabe, divê kujer li ser kursîkê bertewan yê werin rûnişkandin”. Erê, ew jî rast e. Kujer dê li ser kursîkê bertewan yê dêwerin rûniştin, û xwîna kesên ku hatine kuştin jî li erdê namîne. Lê rastîya here misoger ewe ku heger kurd bixwazin hesaba zarokên xwe ji wan kujeran bipirsin, divê di despêkê de PKK weke tawanbar li ser kursîkê bertewanî yê bihet rûnişkan din.

Pustên heman beş