Çekdarên DAIŞê di nava PKKê de cî digrin

Çekdarên DAIŞê di nava PKKê de cî digrin

Hat hîn bûn ku hin çekdarên berê yên ku di nava refên rêxistina terorî ya DAIŞê de bûn û hin ji wan xwedî berpirsyarî bûn di vê rêxistina terorî de, niha di nava refên PKKê de cî digrin û weke gerîla di nava PKKê de erk dibînin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, hin kesên ku bera niha çekdarên rêxistina terorîstî ya DAIŞê bûne, piştî têkşikandina vê rêxistinê li Îraqê niha di nava yekîneyên YBŞ ê û YPGê yên ser bi PKKê ve li Şingalê û Rojavayê Kurdistanê cî digrin.

Çavkaniyên me eşkere kirin, her yek ji “Mihsin Ali Muslih, Xamîs Alî Muslih, Hasan Alî Muslih, Qahtan Mihemed Muslih û Adnan Mihemed Muslih” ku şêniyên gundê Meydan ê ser bi Şingalê ne û ji eşîra Zêdanin, sala 2014an tevlî refên rêxistina terorî ya DAIŞê bûbûn, lê belê, piştî azad kirina Şingalê ev kes çûne Rojava Kurdistanê û tevlî refên YPGê bûne, niha jî vegerîne Şingalê û di nava YBŞê de cî digrin. Ew li xala kontrola bi navê “Şilo” li çiyayê Şingalê weke çekdarên YBŞê kar dikin.

Yek din ji wan kesên ku pêş niha di nava refên DAIŞê de bû û niha di nava PKKê de cî digre, Ahmed Xizir Ahmed Alî ye ku bi “Ahmed Xizir Silêman – Ahmed Mela – Ahmed Almûla” tê naskirin, ev kes pêş niha di nava DAIŞê de weke îstîxbarat tev digerî, niha di nava PKKê de bi kod navê “Zekor” tê naskirin. Ew bera hatina DAIŞê jî di nava Mûsilê de wek Polîsê Îraqê kar dikr.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî her weha eşkere kirin her yek ji “Alî Hemîd Ahmed Ibrahîm, Hiza Agle Mihemed Şarqî, Hindî Ahmed Şarqî, Mihemed Casim Mihemed Şarqî, Êfuk Qasim Ziku, Hibe Farhan Qasim Ziku, Alî Asil Xalif Alraşdî û Yasir Mahîdî Îyade Zahir” ku ji şêniyên gundewarên rojava Sinonê ne û bi netew Ereb in, bera niha DAIŞ bûne û niha di d nava refên PKKê de cî digrin, ev kesane ji hêla saziya dije terora Kurdistanê ve weke terorîst daxwaz kirîne û biryara girtina wan hatiye derkirin.

Çavkaniyên me her weha eşkere kirin, hin kesên din ên naskirî niha weke çekdarên PKK xweya dikin, lê belê pêş niha ew çekdarên DAIŞê bûne, ew jî evin:

Mihemed Mela Al-Sebawî, ku şêniyê gundê “Um Zibyan-Baac”ê ye, bera niha çekdarê DAIŞê bûye û niha di nava refên YBŞê de li Sinonê cî digre.

Sabah Xilîf Ubayd Al-Bicarî, şêniyê gundê “Hesawîk-Sinonê”ye, bera niha çekdarê DAIŞê bûye û niha di nava refên çekdarên PKKê de li herêma Hesawîk erk dibîne.

Casim Mihemed Ahmed, ê berniyas bi “Casim Mihemedok” ku di nava PKKê de bi kod navê “Polat” tê naskirin, şêniyê gundê Al-Heso yê ser bi Sinonê ye, bera dagîrkirina Şingalê ev kes tevlî refên DAIŞê dibe, pişt azadkirina Şingalê çûye Sûriyê û tevlî refên YPGê bûye, ew niha di nava refên YBŞê de cî digre û ji hêla asayîşa Niştimanî ya Îraqê bi zagona terorê hatiye daxwaz kirin.

Saûd Silêman Al-Sinusî, şêniyê “Til Koçer-gundê Biralhlo” bera niha di nava Cebhet Al-Nusre de bû, niha di nava PKKê de ye û di nêvbera Sûriyê û Îranê de qaçaxçîtiyê dike.

Ehmed Esed Xelef Al-Raşidî, sala 2014an di nava DAIŞê de bûye, ew ajovanê wesaîtên DAIŞê bûye, niha di nava YPGê de li Rojavayê Kurdistanê dimîne, ew jî di nêvbera Sûriyê û Îraqê de qaçaxçîtiyê dike.

Tevî ku PKKe berdewam bas li vê yekê dike ku partîyeke Kurdistanî ye û di berjewenda Kurda de tev digere, lê belê tev karên ew dike li dijî Kurd û Kurdistanê ne, PKKe di niha de li şûna li xwe girtina wilatparêzên kurd bûye seywana terorîstên DAIŞê, ji berku her kesê li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê tev bigere dikare PKKê weke seywan ji xwe re bikar bîne, ya ev çekdarên berê ên DAIŞê jî di nava PKKê de dikin her eve.

Ev jî navê hin kesên dine ku di nava refên rêxistna terorîstî ya DAIŞê de bûne û niha bûne çekdar û kadroyên PKKê:

1- Welîd Ebdulmacîd Farhan Hisên “şêniyê Baac”.

2- Seyf Mihemed Xelef Ebo, ji eşîra Raşidî, “şêniyê gundê Bêrqasim-Sinonê”.

3- Ala Hisên Xalib Qutib, ji eşîra Şerabî, “şêniyê gundê Zeku-Sinonê”.

4- Sifok Qasim Zeku Xelef, ji eşîra Şerabî, “şêniyê gundê Zeku-Sinonê”.

5- Ahmed Xizir Ahmed Alî, ji eşîra Sebawî, “şêniyê gundê Um Elizubyan-Baac”.

6- Mihemed Gizob Salih, ji eşîra Şerabî, “şêniyê gundê Bêrcarî-Sinonê”.

7- Xizir Salih Qitib, ji eşîra Şerabî, “şêniyê gundê Zeku-Sinonê”.

8- Semîr Alî Îbrahîm Şerqî, ji eşîra Şerabî, “şêniyê gundê Bêrcarî-Sinonê”.

9- Hadî Fewaz Ebd Mihemed, ji eşîra Şerabî, “şêniyê gundê Bêrcarî-Sinonê”.

10- Alî Abdullah Salih, ji eşîra Şerabî, “şêniyê gundê Bêrcarî-Sinonê”.

11- Casim Mihemed Ahmed Alî, ji eşîra Şerabî, “şêniyê gundê Bêrcarî-Sinonê”.

12- Ahmed Xizir, ji eşîra Şerabî, “Sûriyê”.

13- Casim Selîm Time, “şêniyê Selahedîn”.

14- Ahmed Esl Xelef, ji eşîra Raşidî, “şêniyê gundê Bêrcarî-Sinonê”.

15- Casim Bircis Soyan, ji eşîra Fedaxî,”şêniyê gundê um Zibyan-Sinonê”.

16- Tîsîr Mihîdî Yade, ji eşîra Raşidî, “şêniyê gundê Bêrqasim-Sinonê”.

17- Abdulla Al-Qitmîr, ji eşîra Sebawî, “şêniyê Qamişlo-Rojava Kurdistanê”.

18- Ahmed Xemîs Mihemed Xelef, ji eşîra Şerabî, “şêniyê gundê Buse-Rabîe”.

19- Sed Mihemed Zeku Xelef, ji eşîra Şerabî, “şêniyê gundê Zeku-Sinonê”.

20- Mihemed Alî Kilûş, ji eşîra Raşidî, “şêniyê gundê Bêrqasim-Sinonê”.

21- Basil Semîr Alî Îbrahîm, ji eşîra Şerabî, “şêniyê gundê Bêrcarî-Sinonê”.

22- Sufyan Mihemed Xelef, ji eşîra Raşidî, “şêniyê gundê Bêrqasim-Sinonê”.

23- Enwer Mihemed Xelef, ji eşîra Raşidî, “şêniyê gundê Bêrqasim-Sinonê”.

24- Salih Ahmed Hetîl, ji eşîra Teyawî, “şêniyê Baac”.

25- Mîrz Sedî Ezu, ji eşîra Şerabî, “şêniyê gundê Zeku-Sinonê”.

26- Minîf Qasim Zeku, ji eşîra Şerabî, “şêniyê gundê Zeku-Sinonê”.

27- Feysel Seîd Mihemed, ji eşîra Raşidî, “şêniyê Mûsil”.

28- Coma Îbrahîm Casim, “şêniyê gundê Rcim Al-Ebd-Sinonê”.

29- Heza Egle Mihemed Şerqî, ji ‘şîra Şerabî, “şêniyê gundê Bêrcarî-Sinonê”.

30- Mihemed Casim Mihemed Şerqî, ji eşîra Şerabî, “şêniyê gundê Bêrcarî-Sinonê”.

31- Hindî Aşerqî, ji eşîra Şerabî, “şêniyê gundê Bêrcarî-Sinonê”.

32- Hîbe Farhan Qasim Zeku, ji eşîra Şerabî, “şêniyê gundê Bêrcarî-Sinonê”.

33- Yasir Mihîdî Yade, ji eşîra Raşidî, “şêniyê gundê Bêrqasim-Sinonê”.

34- Hanî Fewaz Mihemed Meter Xirtûş, ji eşîra Şerabî, “şêniyê gundê Bêrcarî-Sinonê”.

35- Ebdulrehman Mihemed Meter Xertûş, “Şêniyê gundê Bêrqasim-Sinonê”.

36- Adil Mihemed Kinûş, “şêniyê gundê Bêrqasim-Sinonê”.

Pustên heman beş