Şanda HDPê vê carê Qazidê kê bû?

Şanda HDPê vê carê Qazidê kê bû?

Şandeka HDPê di serokatiya Meral Daniş Beştaş seroka fraksiyona HDPê di parlementoya Tirkiye û Mahmut Togrul de serdana Silêmaniyê kir.

Şanda HDPê li gel Tevgera Goran û YNKê hevdîtin pêkanîn.Seroka şanda HDPê da xûyakirin ku ew ji bo hilbijartinên Iraqê pişgiriya hevpeymaniya YNKê û Goran dikin û ji bo yekitia Kurda li Silêmaniyêne.

Raya Giştî baş dizane ku, serdanên HDPê yên başûrê Kurdistanê tu cara ne ji tenê bo hinek hevdîtinên aliyên siyasî yên başûrê Kurdistanê ye. Herweha piştî ragihandina deklarasyona HDPê li Tirkiye serdana vê şandê balkêş e. Ji ber ku piranî şandên HDPê dema serdana başûrê Kurdistanê dikin rolê qazidî dileyzin.

Ji aliyek din ve di vê dema ku awayê çareseriya pirsa Kurd li Tirkiye tê gotubêj kirin dixweyê vekirî di nava hinek aktorên HDPê de dîtinên cuda hene. Ocalan ji roja ewil de gotiye ku ev pirs di parlementoya Tirkiye de tê çareser kirin. Niha Demirtaş cuda daxûyaniya dide û bi israr dibêje em partiyeka Tirkiyene û wek hemû pirsgirêka em çareserkirina pirsa Kurd jî di parlementoyê de dibînin û muxatab HDPe ye. Lê aliyên din û piranî dibêjin ku xwediyê biryarê Îmraliye. Demirtaş her firsatê de pesnê Ocalan dide lê Îmralî muxatab nabîne.Ev ji helwesta wî ya li dijê AKPê derdikeve pêş.

Gelek eşkereye ku Qendil guh nade Îmralî, di eslê xwe de Demirtaş behtir nêzingî Qendil dîtina radigihîne. Herweha dixweyê ku Demirtaş dixwaze bi pişgiriya Qendil rolê Ocalan bileyze. Ev pirsgirêka di nava HDPê de ye.Lê heta wek vê gavê cihê biryarê Qendile. Dixweyê sedemê bingehîn ya serdana şanda HDPê ya başûrê Kurdistanê hevdîtinên li gel Qendilin û di derbarû pirsgirêkên ku rûdayin zanebûna helwesta qendile di destê yekem de ye.

Li Tirkiye heta gava dawî Erdogan dikare kerta Îmralî bileyze. Muxalefeta Tirkiye vê helwesta Erdogan dizane û dixwaze ji niha ve HDPê bide pêş û rolê Îmralî kêm bike. Ji ber ku muxalefet di hilbijartinên şeredariya de helwesta HDPê di pişgiriya wan de wek kêmbêna rolê Ocalan dinirxîne.

He carê serdanên şandên HDPê li başûrê Kurdistanê ger di medya PKKê de ger di medya Tirkiye de gelek dihatin nirxandin .Lê vê carê herdu alî jî bêdengbûn. Dê di rojên pêşiya me de sedemê serdana şanda HDPê behtir bê zanîn. Berê xwe bidinê di çend rojên li pêşîya me de dê daxûyaniyên HDPê de sedemê bingehîn yê serdana Silêmaniyê diyar bibin.

29.9.2021

Nêrîn/Şirove/ROJEVAKURD

Pustên heman beş