Rûyê rast ê demokrasiya PKK rûyê wê yê di pratîkên Ciwanên Şoreşger de ye

Rûyê rast ê demokrasiya PKK rûyê wê yê di pratîkên Ciwanên Şoreşger de ye

Di rojên borî de, bi banga ENKS ê, xelkê li Qamişlo xwepêşandanek li hember zêde bûna bacê, bihayê nan û mazotê li dar xist. Xwepêşandan di bingeh de xwepêşandanek piçûk bû. Bi gelemperî, li Iran û Tirkiyê jî, ku welatên herî faşîst ên Rojhilata Navîn in, ger hûn xwepêşandanek weha li dar bixin, dewlet wê paşguh dike û naxweze bibîne. Ya ku ew herê zêde bike eve ku ji kanalên xwe yên ragihandinî re bêje “nûçeyên wê çênekin”. Bila kes nebihîze.

Lê belê, li ser banga ENKS ê ew “Meşa Nan” wisa bêdeng birêve neçû. Meş kete ber xezeba PYD. PYD yekser li ser navê xwe êrîş nekir. Bi rastî, ne PYD bû ku dixwest êrîşî meşê bike. Hêza êrîşkar raste rast PKK bixwe bû.

Lê kes naxwaze navê xwe di bûyeran de bikar bîne. PKK li Rojava navê PYD-YPG bikar tîne. Ew ji bo ku di qada siyasetê de xwe nexin tengasiyê, rêxistina bi navê Ciwanên Şoreşger bikar tînin. Bi rastî, Ciwanên Şoreşger rêxistinek kûjer e. Bi îşaretekî PKK ê, ev rêxistine dikuje, lêdixe û dişawitîne. Di wana de ne hest û ne jî welatparêzî tune, tenê mebest ew e ku partî çi dibêje ew bê tevkîr û hizir pêk tine.bi şêwazên mafyawarî tevdigere. Em vê yekê wekî sosa li ser partiyê hatî werkirin dizanin.

Girseyek wan ya amade jî heye gava ku dibêjin “derkevin kolanan”, ew derdikevin. Kevirên wan, kêrên wan û hemû amûrên wana yên xerabkirinê li ser wan e. Dema ji wan re dibêjin êrîş bikin ew çep û rast êrîş dikin. Ew napirsin ka wan êrîşî çi kiriye û ew napirsin çima êrîş dikin. Mîna robotek, gava ku dîrektîf tê dayîn ew hereket dikin. Hin ji wan bi zanebûn van êrişan di berjewendiyên xwe de dibinin loma jî beşdar dibin. Ew hesab dikin ka ewê ji kiryarên ku beşdar dibin çi sûd werbigirin. Yên din bi hestên murîdî yê serxweş bûne, kor bûne, bêhest bûne ew nikarin rastîyê bibînin. PKK li ser navê vana xwe vedişêre. PKK bi têgînên wekî gel, ciwan, jin, gerîla, şervan, azadî û welatparêzî vê girseyê pîroz dibîne. PKK dibêje ger hûn wan rexne bikin, tê wateya ku hûn Xwedê rexne dikin, gel nahê rexne kirin, hûn nikarin gerîla rexne bikin.

PKK vana wek hêzekî tehdîtê a mezin bikar tîne. Rewşenbîr, hunermend û çûreyek mirovên ji vê hêza tarî ditirse û bêhelwest dimîne.
Ger hebûna girseyê partiyekî û siyaseta wê mûqeddes bike, wê çaxê AKP ji PKK pîroztir e. Ji ber ku girseya AKP ji ya PKK ê zêdetir e. heya AKP girseyek welê hebû carekê, pîrejinekê ji mîkrofona ku jê re hate dirêjkirin re got, “Ez mûyê derê q… Erdogan im”. Di 17 ê Tîrmehê de, ew ciwanên bi pere girêdayî Erdogan êrişî mirovên sivîl dikir û ew serjê dikirin. Dema ku Erdogan ji sedî 48 ê dengan distend, wî gef li mixalifetê dixwar û di got ez dikarim ku ji sedî 50 ê gel derxînim kolanan.

Faşîstek hebû ku li bajarê Izmîrê keçek Kurd a bi navê Deniz Poyraz nava rojê qetilkir; navê wî Onur Gençer bû, Ew 27 salî bû. Dema hate girtin ev got? ” ji ber ku ez ji rêxistina terorê a PKK nefret dikim min dixwest ez tiştekî wiha bikim.” Dewletê nexwest bûyerê bibîne. Hrant Dink hat kuştin. Dewleta Tirk kujerê wî Ogün Samast mîna lehengek netewî pêşwazî kir û wêne li gel wî digirtin. Dewletê li van ciwanan xwedî derket, yek ji wan hesab neda. Rêxistina Pkk ê ya bi navê Ciwanen Şoreşger jî mîna van hêza ye. PKK wan diparêze û nehêle çi hêzên ewlehî jî nêzî van kujeran bibe. Mîna dewleta Tirk PKK jî kujerên xwe diparêze.

Ger ew mirovên normal in û ya ku ew dikin qanûnî be, wê çaxê çima ew rûyên xwe dipêçin?
Ger tiştê ku ew dikin xelet be, wê demê çima ew nayên girtin?

Ew molotofan davêjin dezgehên çapemeniyê û ew êrîşî xwepêşanderan dikin. Ev cûre bûyer li rojava ji sala 2012 -an vir ve diqewimin, mirovan dikujin, êrîş dikin ser malan, mirova ji malên wan derdixin û wana îşkence dikin. Lê rojekê jî ev “ciwan” ne hatine girtin û dadgeh kirin.
Çeteyên Ciwanên Şoreşger yên bi ser PKK ê ve, li Qamişloyê rast û çep êrîş kir ser gelê Kurd û bêrêzî li ala rengîn kirin. Ciwanên PKK ê û ciwanên çeteyên faşist ên dewleta Tirk berhemên heman zîhniyetê ne. Ew ji hev ne cuda ne. Ûlkû Ocaklari yên Tirkan û Ciwanên şoreşger ên PKK xwedî yek pergal, têgeh û armancê ne. PKK karîkatûrê dewleta Tirk e.

Beşek ji rewşenbîr û nivîskaran şîretan li PYD ê dikin û dibêjin, “Wêneyê we dê li derve îmajê we xera bike, di warê dîplomatîk de ji bo we nebaş be.” Yanî ew dibêjin bila PYD bi dizî ve Kurdan bikuje, bila kesê berçav nekuje. Li aliyê din de, hinek kesên ku dixwazin bi bêjin, “hê şert û mercên şer hene, rêveberiya xweser hîn bi fermî sazî nebûye, ev bûyerek lokal e” bi vî şêwazî vê terora kolanan di xwazin nerm dikin. Ev derdor ew in, yên ku bi dûrbînê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê digerin daku valahiyek demokrasiyê bibînin, ji bo ku welwele kê li ser başûr derbixin. Lê ew destwerdanên ku Iran, Tirkiye û Heşdî Şabî û PKK her roj li ser Herêma Kurdistanê dikin nabînin. Ger li Kurdistanê piştî vê koma faşîst û êrîşkar a PKK ê ya bi navê Ciwanên Şoreşger xeternak hebe, ew kesên ku xwe wekî rewşenbîr didin nasîn, tevî ku rastiyê dibînin jî, ji ber fikarên xwe yên siyasî xwe ker, lal û kor destnîşan dikin.

Ji bo rastîyê hêvîyên Kurda ên mezin pir bêwate ne. PKK ne tevgerek Kurdistanî ye, pratîka wê nîşan dide ku ew ne demokratîk e jî. Wê demê PKK çi tevgerek çî ye?

Bi kûrtasî; “Rûyê PKK ê yê rast, ku xwe weke tevgera herî demokratîk a cîhanî, ku demokrasiyê fêrî hemû cîhanê dike, çareseriyan çêdike û îdîa dike ku serokatiya wan rêberê gelên cîhanê ye û hwd rûyê wê bûyerên Qamişlo ne. ”

Pustên heman beş