Rêxistna PKKê di 33 rojên rabûrî de, ji dest dana 42 çekdarên xwe ragihand, piranî jê li Başûrê Kurdistanê bi destê eskerê Tirk dane kuştin.
Ajansa ANF ya PKKê, îro roja yekşemî 3/10/2021, bo cara duyemîn nasnameya 6 Gerîlayan ragihandîye û gotîye ku ev 6 Gerîla di kemîneka PDKê de li 28 tebaxa 2021ê li ser rûbarê zêy hatine qetil kirin!.
Rêxistina PKKê ji bo çêkirina tuhmetekê bo PDKê, dikare her tiştekî bê exlaq bike, heger pêwîst jî be ji bo ku rêxistin bigehe armanca xwe û rojevê li dijî PDKê bi azirîne, dikare bi dehan Gerîlayan feda bike.
Li roja ku PKKê ev daxuyanî day, eynî rojê dewleta Tirkiyê wêne û dîmenên hedef kirina wan 6 Gerîlayan ragihand, lê belê PKKe mukre bibêje: “Na eskerê Tirk ev hevrêyên me nekuştine, belku PDKê ev tewan encam daye”, tişta ku PKKe dixwaze bike û bibêje eve: “PKKe dixwaze rûyê reşê dewleta dagîrker li ser hesaba PDKê spî bike”.
PKKê di 33 rojan da 42 ciwanên Kurd dane kuştin
Di teqîbeka pêgeha “Darka Mazî” de, eşkere bû ku rêxistina PKKê ji roja 1 îlona îsal 2021ê û heya îro roja yekşemî 3 oktobera 2021, 16 daxuyanî dane û têde ji dest dana 42 keç û ciwanên Kurd ragihandîye, wate roj derbas nebûye, heger PKKê mizgînîya dane kuştina ciwanekê Kurd bi destê eskerê Tirk, ji gel re nedabe.