Ji hilbijartinên Iraqê re tenê 7 roj mane. Hilbijartinên Iraqê pêvajoyeke ku ne tenê Iraq belku hemû derdorên siyasî bi baldarî çavdêrîyê lê dikin. Kurd vê hilbijartinê ji bo pêşeroja Herêma Kurdistanê pir girîng dibînin.
Her çend Kurd di navbera xwe de hevrîkî yekê bikin jî, têgehek giştî heye ku Kurd di hilbijartinan de lewaz dernekevin. Hêza ku vê konsepta hevkariya Kurdan xera dike, tenê PKK ye.
PKK ê ji bo manîpulekirina hilbijartinên Iraqê hewleke taybet dide.
Berî her tiştî Cemîl Bayik derket û got em hilbijartinan de pişgiriya YNK ê dikin. Lê belê Cemil Bayık gotinek ji bîr kir. PKK bi rastî piştgirî ya Heşdî Şaabî dike. PKK bi Heşdî Şaabî re li Germiyan, beşek ji Kerkûkê û xeta Nînova (Mûsil-Şingal) hevbeş hereket dikin. Taybet PKK ê li Şingalê partîya bi navê PADE avakirîye û namzetê wê jî şêx Semîr Derwîş e. Di berdêla hilbijartina vî namzetî, PKK piştgiriyê dide Heşda Şaabî.
Derfeta kurdên êzidî heye ku 5 namzedan jî derbixin
Mafê Kurdên Êzidî heye ku di vê hilbijartinê de bêtir namzedan destnîşan bikin. Di hilbijartinên berê de, Êzdîyan sê berendam hebûn. Di van hilbijartinan de, derfeta Êzdîyan heye ku 5 berendaman destnîşan bikin. PKK û Heşdî Saabî hesabên mezin li ser van pênc namzedan dikin. Di heman demê de PKK dixebite ku herî kêm du berendam li cem wan derkevin. Li vî babetî de jî hîleyek mezin dizivire. Li Mûsilê, ku du herêmên wê yên hilbijartinê hene, PKK tevlî lîstika ku ji bo piştrastkirina namzetê xwe Şêx Semîr Derweş bû û namzetên Mûsilê yên Heşdî Şabî ku serbikevin tevlî vê lîstikê bûn.
Kartên sexte hatine çêkirin
Li ser navê hin welatiyên Êzidî yên li Rojava, Tirkiye û derveyî welat dijîn, kartên hilbijartinê hatin amadekirin. Kesên ku dê li ser navê van kesan deng bidin jî hatine diyar kirin. PKK dê her kadroyekî xwe yê li Şingalê li malbatek Êzidî qeyd bike û mafê dengdanê çêbike. Her weha komek ciwanan ji Rojava ji bo hin qertên sexte anîne, Şingalê. Wekî din, li Şingalê wekî ku tê fikirîn nifûsa zêde nîne. Ji sedî 20 ê Êzdîyan jî li Şingalê najîn. Piraniya niştecîhan Şingalê ew kesin ku di bin 18 saliyê de ne û ne dengdêr in. Ango, çaryeka mirovên li Şingalê dijîn tenê dikarin dengê xwe bidin namzetê PKK ê. Rastî, nifûsa PKK ê ya ku mafê xwe yê dengdanê heye li dora 800-1000 kesî ne. Ew we hesab dike ku ji Ereban jî dengan bistîne. Lê hejmar têrê nakin ku namzetekê bikin parlementer. Wekî ku me gotî, çi ji destê wê tê dike ku ew berendamê xwe derbixin. Ji bo vê yeke lîstên dengdêrên sexte derdixin, ji Rojava dengdêran dê bibin ser sindoqan û li gel licnaya herêmî a helbijartinê Peymanê durist dikin.
Rastiya armanca şanoya ku PKK ê bi “şêweya wêrekîya qerecîya” pêk anî, ku tê de pêşî li sê berendamên PDK ê girt ku dixwestin di 2 ê Cotmehê de biçin merqeda Şerefdîn li Şingalê ew bû ku ditirsiya ev kartên sexte yên hilbijartinê û lîstikên ku ji bo her sindoqek dengdanê hatine plan kirin deşifre bibin. Ew daxuyaniya medyaya PKK ê ya ku dibêje PDK dê êrişî Şingalê bike, derewekî bi şaxveye. Yên ku dixwestin biçin Şingalê bi ajovan û pasewan ve bi tevahî 20 kes bûn. Bi van mirovan re, dagirkirina Şingalê ne karê eqlîye. Lê mixabin hestiyê zimên tuneye û exlaqê çapemeniya PKK ê jî binîre tuneye. Ji ber vê yekê, serdanek hêsan a Şingalê, ji hêla Pkk ê ve wekî dagirkerî hate pêşkêşkirin.
Wek din, pir ne zehmet e ku mirov pêşbînî bike ka PKK ya ku ew qas pîs bûye ku rêgirî dike ku namzet necin merqeda şêx Şerefeddîn, vêca wê ji bo dizîna dengan her tiştê bikin. Yanî li Şingalê ewlehî û edaleta hilbijartinê tune.
Heke PKK, êrîşî Vîyan Dexîl bike, gelo wê çi bi yên din bike?
Ji bo Şingalê sê namzedên PDK ê hene. Yek ji wan namzeda jin û siyasetmedarek e ku di nava hemû êş û azarên civaka Êzidî de ye û Êzidî wê baş dinasin. Vîyan Dexîl bi axaftina xwe ya rondikrêj têd nasîn ku li ser mijara êrîşa DAÎŞ ê li ser Şingalê axivtina wê ya dilşewat li parlamentoya Iraqê de kirî. Ew bi vê yekê têr nebû, di 12 ê Tebaxê de dema ku dagirkirina Şingalê hê jî berdewam bû bi helîkopterê diçe Çiyayê Şingalê. Ji ber ketina helîkopterê ew birîndar bû. Xebata wê ji bo Êzdîyan, bitaybet jî, ji bo jinên Êzidî, tête naskirin û bi dehan xelatên navneteweyî stendin e. Ew hîn jî bi alîkariya xwe ya li kampên Êzidîyan tê nasîn.
Duh ew roj bû ku jineke mîna Sozdar Avesta bêcins û bêdîn, ku tiliya xwe ji bo Êzdîyan nelapitandî ye, bi komek kesên bêhiş êrîş birin ser Vîyan Daxil a ku hemû jîyana xwe ji bo Êzidîyan mezaxtî.
Bê guman, yekser tê bîra mirov ew eqlîyata Êrişî Vîyan Daxil bike gelo ma wê çi bi yên din bike?
Lê PKK PDK ê baş nas nake. PKK çîpe-çîpekê wiha derdixe, bi çîpe çîpê bêarîya xwe ya qîjewîj dike. Lê dema ku wextê wê hat wê bibîne dê çawa PDK pença xwe derxe.