Di ser şehîdkirina Xazî Salih Alîxan a ji aliyê PKK’ê ve salek derbas bû

Di ser şehîdkirina Xazî Salih Alîxan a ji aliyê PKK’ê ve salek derbas bû

Salek li ser teror kirina rêveberê asayîşa giştîya Serê Zêrê Xazî Salih Alîxan ji aliyê tîmek du kesîya girêdayî hêzên leşkerîyên PKKê HPGê ve derbas bû.

Tîma gerîlayên PKKê di şeva 8ê cotmehê de dema ku Xazî Salih Alîxan bi zarokên xwe re li baxçe li gundê xwe Bîgdawida rûdinişt bi guleyek nîşaneşikênê teror kir. Xazî zewcî bû û pênc zarokên wî hebûn. Kurekî wan hebû, Hejî, yê herî mezin 19 salî, û çar keç, Hêlîn, Solîn, Lorîn û Serîn, ya herî bçûk 5 salî. Tevahiya bûyerê li ber çavên zarokan pêk hat.

Xazî Salih Alîxan ê 47 salî ku bi giranî birîndar bû dema rakirin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Di saetên ewil ên bûyerê de birayê Xazî Salih Alîxan, Cemîl Salih ji kamerayan re axvî û ragihand ku birayê wî demek dirêje ji teref PKKê ve dihat tehdîtkirin û ji teref PKKê ve hatiye gulebarankirin.

HPG’ê bûyer bi nîvî red kir

Roja 10î cotmehê, Rêveberiya Asayîşa Giştî ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê encamên lêkolînên xwe eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, “piştî lêkolîn û lêprisîna berifreh, hat fêhimkirin ku Xazî Salih Alîxan ji aliyê PKK’ê ve hatiye teror kirin. Berê Alîxan bi kuştina rasterast an jî nerasterast hatibû tehdîd kirin”.

Li aliyê din, PKKê di 20î cotmehê de li ser navê baskê leşkerî yê xwe anku HPG’ê daxuyanyek da û got ku ti pêwendiya wan bi bûyerê re tune. Daxuyanî li ser navê asteke blind li ser navê HPG hat dayîn û hat gotin ku “têkilya me bi vê bûyera tarî re tuneye”. Daxuyanî a bê nav û nîşan û bê nav bû. Her çend di vegotin û awayê çêkirina daxuyaniyê de hat gotin “me ew kar nekir”, lê daxuyaniya PKKê bi vê wateyê tê ku PKK bibêje “me ev kar kir lê emê wiha nekin”.

Lêbelê, malbata Xazî Salih Alîxan, hezkiriyên wî, kesên Berwarî û hêzên ewlekariyê piştrast bûn ku berpirsyarê bûyerê PKK ye.

Daxuyaniyên Özgür Jîyanda

Çîroka rastîna teror kirina Xazî Salih Alîxan di 9ê Hezîranê de derket holê, dema ku Annan Çelîk, bi kodnavê Özgür Jîyanda, yek ji fermandarên HPGê, ji PKKê veqetiya.

Özgür Jîyanda bi dildarî xwest rastiyê vebêje û di derbarê kuştina Xazî de ev tişt gotin:

“Şehîd Xazî li malê bû, li ser axa xwe bû. Wî nedixwest hin tiştan ji bo PKKê bike. Ji ber vê sedemê, PKKê ew û kesên din ên li herêmê wekî wî hedef nîşan dan. Biryara ku ji fermandariya rêxistinê hate girtin gef, tirsandin, derkirin, cezakirin an darbekirina pêşmergeyên ku di nav sînorên gerîla de bûn, bû. Şehîd Xazî li gundê Bîgdawida yê navçeya Tirwanşê bû. Tîmek gerîla rasterast bi navenda Metîna ve girêdayî hebû ku li wê qadê tevbigere. Di nava vê tîmê de Cesur Roboskî û Piling Cizîr hebûn. Bi qasî ku ez dizanim, van kesan Xazî şehîd kirin. Li dest Piling Cizîrê çeka kuştinê ya nîşaneşikên hebû, li cem Cesur jî dûrbîn M-16 hebû. Wan ji min re gotin ku wan ev çalakî kiriye”.

Pêşmergeyekî ku 33 sala şer kirî ji aliyê PKKê ve hat teror kirin

Xazî Salih Alîxan ku 47 salî bû, 33 salan wek pêşmerge kar kir. Di encama fişara Sedam de, wan gundên xwe terkandin û koçî Îranê kirin. Di 13 saliya xwe de, ew bi malbata xwe re ji Geverê sînor derbas dike da ku ji guleyên Saddam xilas bibe. Ji wir jî çû kampên Rojhilatê Kurdistanê. Ew ji gundê xwe derketbû ku ji guleyên Saddam bireve. Lê li heman gundî bi guleyên PKKê hat kuştin. Bedena Xazî ku ji guleyên Saddam hatbû parastin ji guleyên PKKê parastî nema, PKKê bedena Xazî bi guleyên xwe reşnid û ew şehîd xist.

Ev kuştina kurê hêjayê Kurdistanê, Xazî Salih Alîxan, yek ji rûpelên rûreşên dîroka Kurdî ye.

Xazî Salih Alîxan di sala 1987ê de bû pêşmerge û yek ji wan pêşmergeyên pêşîn bû ku piştî Enfalê di sala 1988ê de, ku bi hezaran kurd hatin kuştin, vegeraye Kurdistanê.

Xazî Salih Alîxan di sala 1990 -an de di serhildanê de rolek aktîf lîst, û di 1992 -an de, di dema rizgarkirina Kurdistanê ji sedam, ew di nav komên yekemîn yên pêşmerge de bû ku daketin bajarên Kurdistanê.

Dûv re, ew bû rêveberê asayîşa giştîya deriyê sînorî yê ser zêrê. PKKê ji Xazî Salih xwest ku mirov û narkotîk di derî re derbas bibin. Xazî Salih ev û hin daxwazên dinên PKK-ê li qadê bicîh neanîn. Ew bi kesayeta xwe jî dihat naskirin. Ev hemû bûn sedem ku Xazî Salih Alîxan ji aliyê PKKê ve bibe hedef.

Pustên heman beş