Encamên nefermî yên hilbijartinên Îraqê hêdî hêdî eşkere dibin. Encamên dawî dê di nava du-sê rojan de bêne aşkere kirin. Lê bi gelemperî, encamên hilbijartinê xuya bûne.
Yek ji cihên herî mereq lê di hatekirin encamên hilbijartina Şingalê bû. Encam li wir pir ecêb bûn. Çar berbijarên ji lîsta PDKê bi piraniya dengan dest xwe va anînin û hatin hilbijartin. Ev encam ji bo rewşa heyî û pêşeroja Şingalê bû daneyêk pir girîng.
weberhênan û hesabên PKKê yên hilbijartinê
PADE (Partiye Azadiya Demokrasî û Ezîdiyatiyê) ku partîyeke ji aliyê PKKê ve li Şingalê hatiye damezrandin, berbijarekê xwe jî hebû. PKKê ji bo ku ev berbijar bi ser bikeve bi Erebên li herêmê û Haşda Şabî re tifaq çêkiribû. Dîsa tê zanîn ku li ser navê Êzîdiyên koçber kartên hilbijartinê yên sexte hatibûn çêkirin. PKKê ev kartên hilbijartinê li ser kadiroyên xwe yên li Şingalê belav kir bûn û komek biçûk ji Rojava anî da ku ew jî dengan bidin. Hilbijartina li Şingalê ji bo PKKê girîng bû. Ji ber ku ger perlementarek derkeve, ewê sîstema PKKê ya bi navê “Rêveberiya Xweser” li Şingalê meşrû bikira û pêvajoya veqetîna Singalê ji Kurdistanê bileztir kirba, bi kêmanî ewê rewşa Şingalê weke nûke hilawîstî bima. Ji ber vê sedemê, Haşda Şaebî jî piştgirî da aîlekarîya hilbijartinê û kertên sexte yên dengdêran.
Dengê kêm ê berbijarê PKKê ji bo desthilata PKKê li Şingalê wateya têkçûneke mezine. (Gava ku ev gotar di hate nivîsandin, dengên berendamê PKKê hîn li dora 1000 an bûn)
Ji bo ku têkçûna xwe veşêre, PKKê behsa xapandin û zextên li ser gel kir û di dawiyê de jî got ku encamên hilbijartinê “ne meşrû” ne. Encama hilbijartina ku ji hêla tevayiya Îraqê ve hatî nas kirin, ji hêla hemî cîhanê ve hatî nas kirin û li gorî wê tê hesibandin, ji hêla PKKê û rêxistina wê “Rêveberiya Xweser a Şingalê” ve meşrû nehat dîtin. Rêxistinekî weke PKKê ku çi meşrûiyet û hiqûqa bo wê nîne, hilbijartina meşrû nabîne.
Lê belê, rastiya ku bi hilbijartinê derket holê ev e: ew Kom û rêxistinên ku li Şingalê li ser navê PKKê daxuyaniyan didin, hemû mizewirin. Ev tenê ji bo veşartina hebûna PKKê ya li Şingalê kar dikin. Xelkê Şingalê ne alîgirê PKKê bûn. Êzidîyên Şingalê sazî û dezgehên PKKê weke yên xwe nabînin. Xelkê Şingalê PKKê wek rêxistineke demkî dibîne.
PKKê çi girseyên gel li Şingalê nîne. Li tenê cem PKKê hin malbat hene. Ciwanên van malbatan leşkeriya xwe di nav refên YBŞê de dikin û Haşda Şabî meaş dide wan. Malbat jî li nava PKKê de tevdigerin. Ango, komek biçûk a malbatan ku hejmara xwe hindik in, tevlî çalaki û daxuyanîyên PKKê dibin. Komeke marjinal û bêistiqrarin. PKKe, bi endamên xwe yên bakur û ji Rojava ve karê xwe dimeşîne, Ew di heman demê de vê koma biçûk jî wekî çalekvanên mobîl bikar tîne. Ji vir dibe wir, ji wê çalakiyê dibe çalakiya din. Ew komeke ku hejmara wê bi giştî ji hezarî derbas nake.
Kumik ket û keçel xuya bû
Hilbijartinan ev rastî eşkere kirin. Îbnî Xeldûn dibêje, “Li cihê ku hejmar rastiyê vedibêje hewcedarî bi xurafeyan nîne”. Li Şingalê, hejmara dengan heqîqetê îzah dike. eve heqîqet.
Qaymeqamê fermî yê Şingalê Mehma Xalîl, ku PKKê ev du sal in nahêle ew bikeve Şingalê bûye berbijar. PKKê ji bo bangeşê nehişt ew bikeve Şingalê. PKKê zarokên ku temenê wan ne yê dengdanê xistine ser kolanan û rêka berbijaran girtîye. Lê ew Mehma Xalîl nêzî 16 hezar dengan girtin. Rêjeya dengên PKKê hemû nagehin deh ji yekê a dengên Mehme Xalîl. Rastî divê hejmarê de ye. Hewcedarî bi xurafeyan nîne. Gelê Şingalê Mehma Xalîl wekî nûnerê xwe dît û hilbijart.
PKKê Viyan Daxîl, ku ew keçeka Êzidî û ya Şingalê ye weke xayîn îlan kir, got ku ew hatine Şingalê dagir bikin û nehiştin ku ew bikeve pîrozgeha Şerefeddîn. Lê Viyan Daxîl li Şingalê 10 hezar deng girtin û weke parlemanekî Şingalê dê bi çe ser erka xwe. Di derbarê jimareyê de pêdivî bi xurafeyan nîne. Gelê Şingalê wekî jinekê Viyan Daxîl bi nûnera xwe dît.
Vêca kumik ket û keçel xuya bû. Hoqebazîya PKKê ya Şingalê bi dawî bû. Sindoqên dengdanê got PKKê tu li Şingalê ne meşrû yî û dagirkerî. Xelkê Şingalê PKKe Veto kir. Got PKKe li Şingalê hêzek dagirkere û ne meşrû ye.
Her tiştê ku PKK ê di derbarê Şingalê de got berevajî wê derket. PKKê digot “Gelê Şingalê dixwaze bi Îraqê ve were girêdan, Lê belê gelê Şingalê dengê xwe neda ti partiyeke Ereban. Gelê Şingalê Got em Kurd û Kurdistanî ne. PKKê got, “Gelê Şingalê ti carî PDKê naxwaze.” Lê belê, hemû sindoqên dengdanê yên di bin kontirola PKKê de yên Şingalê de berbijarên PDKê derketin û renge sindoqên Şingalê bi giştî zer bûn. Her çar berbijar bûne parlemanter.
Sindoqan got Şingal Kurdistane
Gele Şingalê got em PKKê weke hêzekî xwe nabînin
Ji ber vê yekê, hilbijartinên 10ê Cotmehê rastiya Şingalê derxist holê. PKKe li Şingalê hêzeke dagirkere. Divê PKKe encamên hilbijartinê rast bixwîne û çi heqaretê li gelê Şingalê neke. Bi demekî nêzîk de ji Şingalê vekişe. Êdî divê gele Şingalê nehêle PKKe zarokên wan birevîne û wan bibe Qendîl û Gare. Êdî gele Şingalê divê ji bo Hîlala Şîa xwe neke mertal. Dem hatiye ku PKKe ji Şingalê derkeve yan jî were jê derxistin.