Medyaya PKKê: li Duhokê 544 kes bi çekê kîmyewî birîndar bûn û veşartî dihên dermankirin

Medyaya PKKê: li Duhokê 544 kes bi çekê kîmyewî birîndar bûn û veşartî dihên dermankirin

Rojnameya ROJ News ku li Silêmaniyê weşan dike û rojnameya girêdayî PKKêye, duh ragihand ku PDKê 544 kesên ku li Duhokê bi çekên kîmyewî birîndar bûne rakirine nexweşxaneya leşkerîya Bamernê. Li gorî nûçeyê; “di van demên dawîn de, 544 kesên ku nîşanên karanîna çekên kîmyewî wekî kulên çerm û sorbûna çavan li ser laşê wan hatine dîtin, ji hêla KDP -ê ve li derdorê Kanî Masê rakirine nexweşxaneyeke leşkerîya tirk.” di nûçeyê de, ji mirovan re tê gotin ku “cureya nû ya Corona vîrosê belav bûye û PDKê ji boy tedawîkirina van nexweşan pizîşkên taybet li Tirkiyê anîne Herêma Kurdistanê”.

Bi rastî çi bûbû?

Çavkaniyên Darka Mazî eşkere kirin ku nûçeya ku ji hêla Roj News û ajansa Mesopotamia ve hatî belav kirin rastiya wê tune. Heya niha, sê kes li gundê Hirorê ji ber sorbûna çavan û nerehetiya piştî tqîna gule topeka Leşkirê Tirkiyê rakirine nexweşxaneyê. Jin û mêrek pîr û keça wan ji ber teqîna li ber mala xwe pir bi bandor bûn û heman şev rakirin nexweşxaneyê. Nûçeya van hersê kesan di çapemeniya başûrê Kurdistanê de bi zindî hat weşandin. Tevî hemî lêkolînan, hat ragihandin ku nîşanên ku hatine dîtin ne şopên çekên kîmyewî ne, dibe ku ji ber lerizîn û dûmana ku ji ber fişara di dema teqînê de çêbûy çêbibe.

Ji bilî vê doza ku tê de sê kes li Hirorê bi bandor bûne, tu doz tune. Tê dîtin ku medyaya PKKê ev nûçe li ser mase yekê di çarçoveya konsepta êrîşa li dijî Herêma Kurdistanê de nivîsandiye.

Rastiya ku nûçe di tu malperên PKKê de bi alfabeya kurdî, aramî û Latînî nayê weşandin nîşan dide ku nûçe ne raste. Xuyaye ku nûçeyên PKK bi piranî nûçeyên sexte ne ku ji bo gelê Bakurê Kurdistanê hatine nivîsandin.

Kena xwe bi temaşevanên xwe dikin

Ji bilî ku ev nûçe ne raste û direwek eşkereye, di heman dem de heqareteke mezine li hember gelê kurd jî. Berî her tiştî heqarete ji boy gelê Duhokê û Kanî Masê bi xwe. Li cihekî wek Duhokê ku civakek peywest bi malbat û Eşîretê ye çewa 544 kes wenda dibin û ti kes jî ti agahiyan li ser wan nizane. Heman dem yanî gelê Kanî Masê vê yekê nizanin ku li ser laşê wan birîn derkevin û ew werin xapandin û hikûmet ji wan re bibêje birînên Koronayê ne? PKKe bi vê nûçeyê xelkê Kanî Masê bi giştî bi nezan û hay ji xwe ne dide nasîn. Li herêmeke wek Kanî Masê ne 544 kes, heger 5 kes jî wenda bibin her kes dê bizane. Her gundekî rûpel yan jî grûpa xwe ya sosyal medyayê heye, her kes ne ji telefizyonê tenê belku ji pir aliyan ve ji nûçe û bûyeran haydar dibe. Lê belê ragihandina PKKê gelê Duhok û Kanî Masê bi vî rengî daye nîşandan ku ew li ser dema jiyana di şikeftan de mane û haya kesê ji kesê tune.

Ji ber vê sedemê, ev nûçe û nûçeyên din yên wek vê derew hem heqareteke ji bo gelê Duhokê û Kanî Masê, ku derheqê wan da têne çêkirin, hem jî heqareteke bi temaşevanan, PKKe wusa hizir dike xelk ewqas xeşîm û nezane ku bahwer bi derewên bî vî awa eşkere bike.

Dê dewleta Tirk bi çekên kîmyewî êrîş bike?

Êrîşên dewleta tirk yên li dijî kurdan û axa Kurdistanê bi dehan rêbazan bi dehan salan dewam dikin. Êrîşên li dijî sivîlan û bikaranîna çekên qedexekirî li gorî hiqûqa navneteweyî sînoran nas nake. Dê ne xelet be ku em li bendê bin ku ewê ji niha û pê de êrîşên weha bikin. Lêbelê, PKK van êrîşan tenê ji bo motîvasyona girseya xwe bikar tîne, li şûna ku wê bi cidî bîne civaka navneteweyî, wusa kir ku mijar cidîyeta xwe wenda bike. PKK êrîşên ku gelek caran neqewmîn anîn rojevê de û dema ku ew êrîş neyên îspat kirin, dewleta tirk beraet derdikeve. Herweha, ev mijar tu carî bi awayekî cidî nehat rojeva navneteweyî. Ew tenê mijarek propagandayê ji boy PKKê bû.

PKKê ev nûçeya ku têde dibêje, 544 kes li Başûrê Kurdistanê bi destê Tirkiyê bi çekên kîmyewî hatine birîndar kirin boçî belav kir. PKKê ne ji boy ku teşîrê bi dewleta tirk bike, belku ji boy ku teşîrê bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike li ser masê çêkiriye û belav kiriye. Heger em li medyaya PKKê binêrin wê bibînin ku her roj PKKe sê nûçeyên derew li ser Herêma Kurdistanê parve dike. Û her yek ji van nûçeyên derew jî bi zimanekî parve dike.

Nûçeyên bi vî awa bi tenê dujminatî kirina gelê kurde. Tenê derbeke ku PKKe li gelê kurd dide.