Seks û pere bazara gerim û gur a hilbijartinên Îraqê bû

Tevî ku hilbijartinên parlemena Îraqê bi dawî bûn û encam jî xweya bûn, lê belê ev nayê wateya ku ev pêvajo serkeftî bû, ev hilbijartin li asta herî jor a şermezarî û bêexlaqiyê bû, rayedarên ku di propagandayên xwe de soza der kirina hêzên dagirker bi gel didan, wan ji boy bi cî kirina vê soza xwe pêsîra jinên kandîd kirin hedefa xwe.
Pêgeha “Darka Mazî” dukomênt û tomarên deng ên hinek ji nîqaşên piştgiriyê û kom kirina dengan ji bo kandîdên jin yên parlemena Îraqê bi dest xistine û kanê bi tu awayî rayedarên leşkirî û siyasî bazar bi kartên dengderan, li himberî pere û seksê dikir.
Seraya Xurasanî li Mûslê çi dikir?
Usame Nucêfî kartên dengdêran bi 25.000 dînaran dikirîn
Seraya Xurasanî hêzeke çekdarî ya heşda Şebî ye, Feysel Seîd Ziyab fermandarê vê hêzê ye li Mûslê, çavkaniyên me yên, taybet eşkere kirin, li roja 21/9/2021an, ku li wê demê bangeşeya hilbijartinê dihat meşandin, Feysel Ziyab pêwendî bi kandîdek jin kir ku navê wê Zuha Ebdulcebar Fethî Selîm El Taî ye, Zuha li bazineya 7 a Mûslê namzed bû, lê belê ew li taxa Fermanberan ya li Hewlêrê niştecî ye.
Fermandar Feysel Ziyab di wê pêwendiyê de bazara firotina dengên hêza xwe ya çekdar ku bi qasî 1200 dengan bi Zuhayê re dikir û jêre go: hêzeke me bi qasî 1200 çekdaran heye, emê piştgiriya we bikin, lê belê ji boy vê pêwîste pere ji min re werin dabîn kirin, li gorî tomara wê pêwendiya telefonî ku bi dest pêgeha me ketîye, Feysel vê ji Zuhayê re dibêje:

“Hûn dizanin pêş niha kartên dengderan bi qasî 75.000 Dînaran dihatin firoştin, lê belê niha Usame Kildanî kartê bi 150.000 dînaran ji boy birayê xwe yê kandîd Eswan Kildanî dikire, her wiha Usame Nucêfî bo her kartekî 250.000 dînaran dide”.
Li gorî tomara dengî, Feysel axaftina xwe li gel Zuhayê di domîne û jêre dibêje ku Eswan Kildan nûnerê xwe şandiye cem me û ji mere go, em dixwazin dengên çekdarên we yên yekîneyên Seraya Xurasanî bikirin.
Li deqîqeya 2:49, 5:20ê heta 5:40ê, Feysel nirxa kartên dengderan dibêje.
Seks li himberî piştgiryê!
ji hêla xwe ve Zuhayê ji fermandarê yekîneyên Seraya Xurasanî re got ku pereyên wê tunene, herweha jêre got ku ew çûye cem Nûrî Malikî û daxwaza piştgirî yê jê kirîye, lê belê yêk ji hevrêyên nêzî Malikî bi navê Mihemed Yerubî ji Zuhayê re go, heger hûn razî bin seksê li gel Malikî bikin, li wê çaxê Malikî wê piştgiryê bide we.
Zuhayê got ku Yerubî ji wê xwest ku ew bi tena serê xwe ji Mûslê here Bexdayê, lê belê ewê ev daxwazî red kir.
Li deqeya 24:20 ê Zuha behsa Nûrî Malikî dike û kanê hevrêyê Malikî bi tu awayî seksê jê dixwaze.
Her li gorî tomara dengî fermandarê Seraya Xurasanî bersiva Zuhayê dide û jêre dibêje, em dikarin piştgiryê bidin te, lê belê li wê çaxê hûn bi serketin, pêwîste tu beşeka mûçeya xwe ji boy me terxan bikî û ji boy vê jî pêwîste li ser dukomêntan îmze û pencemura we hebe.
Li gorî axaftina Feysel Ziyab ofîsa Seraya Xurasanî ya Mûsilê 1200 çekdarên wan hene û ev deng li ser 4 namzedan hatine dabeş kirin û bi vî awayî:
Zuha Ebdulcebar Fethî Selîm Al-Taî jimare 40 li ser bazineya 7 ya Mûsilê li ser partîya Alteshîh Al-Wetenî.
Xalid Qasim Yehya Alî Al-Bicarî jimare 102 li bazineya 6 ya Mûsilê namzedê Seraya Xurasanî ye.
Casim Ahmed Enhîr Mehel Al-Cibûrî jimare 45 li bazineya 6 û namzedê hevpeymaniya Eqd Al-Wetenî ye.
Şahîd Luqman Seîd Salih jimar 63 li bazineya 8 û namzedê hevpeymaniya Eqid Al-Wetenî ye.
Hilbijartinên parlemena Îraqê li vê asta bêexlaqiyê hatin meşandin, gefxwarin, pere û namûsa namzedan amûrê bazarê bû, namzedên jin yên mîna Zuhayê jî taybet yên ku pereyên wan tune bûn û nehiştî tu rayedarên bêexlaq tecawzî wan bikin serneketin, Zuhayê tenê 97 deng di hilbijartinê de bi dest xistin.
Muqteda Sedir ji her parlamenterekî 1 milyon dînarî distîne
fermandar Feysel Ziyab bas li rêberên olî yên Îraqê dike ka ew bi tu awayî parlamenteran ji boy xwe bi kar tînin û pêş wext wan bi pereyan dikirin, wate her parlamenterekî ku razî nebe wexta ku bi serket beşeke mûçeya xwe bi wan bide, piştgiryê pê nadin, bo mînak: Muqteda Sedir ji her parlamenterekî xwe 1 milyon dinar distîne, Koalîsyona Saîrûn pêtrî 70 kursîyan birine û bi vê yekê destketiyên şexsî yên Sedr pêtrî 70 milyon dînarane di yêk mehê de.
Partiyên Şîe û rayedarên wan partîyan yên ku ji paş nemana rejêma Sedam ya dîktator desthilata Îraqê girtine, ji wê demê ve di hemû hilbijartinan de bi sedan soz û peymanên derew bi gelên Îraqê didin û jêre dibêjin hûn vê carê jî dengê xwe bidin me, emê vî welatî xweş ava kin, emê ji bin bandora dewletên herêmî derxin, emê hêzên dagirker yên Amerîkayê derxin û bi dehan sozên din, lê belê jêr bi jêr ev rayedar pêsîr û paşîya jinan bi tekane rêya bi cî kirina van soz û peymana dibînin, ew dixwazin bi tecawiza li ser jinan çanda rejêma Sedam demokratîk bikin, wan tenê ev rê ji bo jinan hiştiye.
Li deqeya 2:49 , 5:20ê heta 5:40ê Feysel nirxa Kartên dengderan dibêje.
Li deqeya 23:20 heya 24:00 Feysel behsa Muqteda Sedir dike kanê çend pereyan ji her parlamenterekî xwe yê koalîsyona Sa’îrûn distîne.
Li deqeya 24:20 ê Zuha behsa Nûrî Malikî dike kanê hevrêyê Malikî bi tu awayî seksê jê dixwaze.