Hevpeyvîna Cemîl Bayik a bi Al Nahar re, cureyekî îtîrafnameyê ye

Hevpeyvîna Cemîl Bayik a bi Al Nahar re, cureyekî îtîrafnameyê ye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK ê Cemîl Bayik bi El Nahar a li Misirê weşanê dike re hevpeyvînek kir. Bi rastî, mirov nikare vê hevpeyivîn ne bicû û nejî daqurtîne ne. Ev Hevpeyvîn di warê bibîranîna rastiya PKK û bi taybet a Cemîl Bayik de pir girîng e.

Dema ku me çend xalên ewil ên hevpeyvînê xwendin, reaksiyona hevalekî min wiha çêbû: “Bê exlaqîyê jî sînorek heye, lê ya van bêexlaqî yeke bêsînor e”. Ji ber ku di naveroka axaftina Cemîl Bayik de “sîxurî, îtîraf, hevkarî, kujertî, û hemû kiryarên xerab” hebûn. Ji ber vê yekê jî hûn çi peyva xirab bibêjin, li di vê hevpeyvînê de mewcude.

Ez kurdekî bê zerarim

Al Nahar li Misrê weşanê dike. Misrê ji ber aloziyên bi Tirkiyê re heyî, firsend da PKK ê ku hinek kara li Misrê bike. Bi qasî ku em dizanin di bin navê ajansên wekî ANF, Hawar News de, hin kadroyên Rojava li Misrê dixebitin. PKK bi baskê xwe yê medyayê dixwaze xwe ji bo Ereban piçekî şirîn dîyar bike. Bi taybetî hem di dezgehên xwe yên ragihandinî de û hem jî di hevpeyvînên xwe yên Erebî de ji bo ku li dijberîya Erdogan sûd werbigirin, siyaseteke tevlîhev raber dikin.

PKK’e ya ku li Tirkiyê wek parêzvanê biratiya tirk û kurdan a herî baş xwe pêşan dide, ji nişka ve li cîhana Erebî de xwe wekî heyranê Ereban destnîşn dike, behsa biratiya kurd û Ereban dike. Her kes dizane ku PKK’e bi polîtîkaya xwe ya du rû, berjewendîperest, ku ji her tiştî sûd werdigire, di her mijarê de tawîzan dide û her tiştî li gorî berjewendiyên partîya xwe dimeşîne, hemû layanên sîyasî baş dizanin ku PKK patnerekî bêqewl û bêbawere.

 Dema ku PKK hewl dide ji her kesî û her tiştî sûd werbigire, dikeve rewşek ku her kes jî, ji PKK ê sûd werdigire. Mîna konsomatrisa li ser her maseyê digere û hewl dide ku tiştekî dest xwe ve bîne. Bêguman siyaset jîyarbûn û berjewendî parastin e. Bi taybetî pêdivîye em Kurd zêdetir bi vî rengî bin. Lê PKK ne xwedî xeteke siyasî ya zelal, ne armancek zelal û ne jî helwestek zelal a siyasî ye. Siyaseta PKK ê, sîyaseta “yê pere bide dê fîtikê bixe”

PKK’e dixwaze PDK’ê ê weke şeytan destnîşan bike

Bi salan PKK’e bi hêza xwe ya medyayî hewl dide ku PDK’ê hem li Kurdan, hem li Rojhilata Navîn û hem jî li cîhanê weke şeytan bidenasîn. Ji welatên kolonyalist û dagirker re dibêjin em kurdên sernermîn, em zorê nadin sîstema dewleta we. Em baş in, lê Barzanî xerab e, em dixwazin bi we re bijîn lê Barzanî dixwaze ji we veqete, em dijî Emerîka ne lê PDK hevalbendê Emerîkaye, em naxwazin sînorên dewletên herêmê veguhêzin lê Barzanî armanc dike ku sînoran biguhêze. Bi vî awayî dixwazin PDK û kevneşopiya siyasî ya Barzanî li Rojhilata Navîn weke şeytan destnîşan bike. Ji xwe Barzanî dixweze Başûrê Kurdistanê bike Îsraîla duyemîn. Evdila Ocelan bi paradigma xwe dixwaze pêşî li vê dewletbûna Kurdan a Îsraîl bûnê bigire. PKK’ê dixwest ew dijatîya Ereban ya hember Erdogan bike dijatiya PDK’ê û Başûrê Kurdistanê. PKK’e PDK’ê bi hevkariya AKP û Tirkiyê tewanbar dike û li ser vî bingehî pêwendîyan bi welatên Erebî re çêbike.

Bayik hemû kêm û kurtîyan bi PDK ê ve îzah dike. Dibêje ” Tirkiyê bi alîkariya PDK ê li Iraqê hinek dever girtine” Lê qet rave nake ku çima li Bakur yek guleyek nateqe û pêngavek biçûk jî jê nikare pavêje. Di medyaya Erebî de ku Cemîl Bayik dijminatiya PDK ê dike, tu eleqeya wê bi hevrikiya siyasî re nîne. navê vê kiryara Cemîl Bayik bêexlaqiya siyasî, bêşermî, qelleşî û ji hemûyan giringtir jî xiyanetê li miletê kurd  dike.

PKK’e hêvî dike ku; Ereb, Fars, Şîe û Tirk êrîşî hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêşmergeyan bike da ku cih jê re vebe û rûne ser destkeftên Kurdistana Başûr.

Çima Cemîl Bayik behsa baregehên Amerîkayê kir?

Di mêjiyê gelên Rojhilata Navîn de ji mêj ve antîpatiya li hemberî şaristanîya Rojavayî yan heye. Ji ber karakterê Îslamê, nêrîneke dije Xiristiyanî û Rojavayî heye. Bi taybetî jî dewletên herêmê pir vê propagandayê dikin.

Tiştekî paradoks ewe ku hemû dewletên Rojhilata Navîn ji aliyê Rojavayiyan ve hatine damezrandin, lê dewletên herêmê bi dijberiya rojavayiyan hewl didin ku civakê xwe gel hev bigire. Bi taybetî nêzîkatiya Rojava yên bi gelên din û muxalîfan re tu carî qebûl nake, mînak; Tirkiye welatekî NATO yê ye, bi hezaran têkilîyên wê yên bazirganî-Ewlehî-sîyasî bi Ewropayê re hene, lê kurdan bi hevkarîkirina hêzên derve yên Rojavayî ve tawanbar dike.

Welatên ku Kurdistanê dagir dikin, daxwaza azadiyê ya Kurdan weke hewlên kafirbûnê dibînin. Têkiliya Kurdan bi Rojava re weke metirsiyeke mezin li ser xwe dizanin.

Serdana Macron û Papa bo Herêma Kurdistanê nerehetiyeke mezin li her çar dewletên kolonyalîst re çêkir. Cemîl Bayik vê dijberîya herêmî dixweze ji bo xwe bike hêz loma jî behsa baregehên Amerîkayê dike. Cemîl Bayik dibêje Emerîka van baregehên  xwe yên mezin yên li Herêma Kurdistanê dikare êrîşî her devereke Iraqê bike, ew dixwaze bêje Îran û milêsên Şîe em wek PKK dijî hebûna hêzên nav dewletî û Emerîka ne. Bi vî awayî, wî nîşan da ku ew zaroke kî jîr û sadiq yê van dewletên kolonyalist e.

Gotinên li ser cenazeyê 11.000 mirova û rastîya Rojava-Sûriyê

Axaftina Cemîl Bayik a herî bi jan, axaftinên wî yên li ser Rojava-Sûriyê kirî bûn. Em li bendê bûn ku ew bibêje em li Rojava desthilatdar in. Lê wî rastîyek got ku ew di qedîm de hevalbendên malbata Hafiz Esed in û pesinê malbata Esed da. Ev rastîya Cemîl behs lêkirî cûreyek din a xiyaneta li Kurdan kirinê ye. Li Rojava 11 hezar şehîd ketine, 22 hezar jî birîndar hene. Me heke PKK û Esed hin hevalbend û şirîkin bila ji ewilî de Peyman girêdaban û Efrîn, Girê Sipî, sere kanî teslîmî rêjîma Esed kiriba. Bi hezaran mirov koçber bûn, civakek hat wêrankirin û 11 hezar kes şehîd bûn, Cemîl Bayik bi sivikatiyek ku di şerekî normal yê di navbera Eşîran de jî nayê nîşandan basî vê yekê kir, wî bi bêşermî pesnê Sûriyê da û dilsozî û girêdana xwe ji bo malbata Esed bibîrxist.

Di nava şikeftan de li dewletbûnê devxwarkirin

Di axaftina Cemîl Bayik de hevokeke girîng hebû “Em ne bi dewlet û ne bi dewletbûnê li çareseriya pirsgirêka Kurd digerin.” Ger hûn li dewletbûnê negerin, hûn tenê hewl didin van welatan demokratîk bikin, çima her roj bi sedan ciwan jiyana xwe ji dest didin. Çima her sal ji her beşê Kurdistanê bi sedan kes di nava PKK’ê de canê xwe didin, çima? Kurd ji bo çi bedel didin?

Daxuyaniya Cemîl Bayik a bi pêkenokîya xwe dewlet bûnê dike di eslê xwe de gotinên kolonyalîstan e. Dema ku tenê statûya kurdan ya fermî li Başûr heyî re dibêje Îsraîla Duyem, dewletçik, sîstema feodal a paşverû, asayîşa PDK ê, rêvebiriya PDK ê û hêza leşkerî ya PDK ê… zimanê rêveberên Pkk ê nazivire ku bibêje Hikumeta Herêma Kurdistanê. Ev jî dijminatiya Başûrê Kurdistanê kirine.

Tirkan demekê ji Mesûd Barzanî re digotin serokê eşîrê, ji berku Tirkan qebûl nedikirin ku Kurd bibin dewlet loma bi ev sifat bikar tanî. Cemîl Bayik jî bi rastî heman tiştî dibêje. Kurdan biçuk û nelayiqî dewletbûnê nîşadike. Di xwaze Başurê Kurdistanê jî bêrêz û biçûk bixe.

Cemîl Bayik di qula wê şikefta ku Iranê ji wîre tehsîzkir de henekê xwe bi dewletbûna Kurdan dike. Di şikefta xwe de rûniştiye û hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji aliyê hemû cîhanê ve hatiye qebûlkirin weke kevneperest bi nav dike. Henekên xwe bi destkeftiyên Kurdan dike.

Cemîl Bayik got ku Ereb û Kurd birayên hev in. Hûn li welatên Ereban bi Ereban re, li Îranê bi Farisan re, li Tirkiyeyê bi Tirkan re, li Şengalê bi Heşdî Şeibî re birayên hev in, lê çima li Kurdistanê bi Kurdan re ne bira ne ey PKK ? bi hemû gelên serdest re bira lê Kurda re dijminahî, çima?

Çima hûn qebûl dikin ku ala Iraqê li ser tabûtên êzidiyên li Şengalê were danîn, lê hûn nahêlin ala Kurdistanê liser were danîn? Çima hûn arma Heşda Şeibî li ser milên ciwanên êzîdî dixin lê hûn qebûl nakin û eleqeya pêşmergeyên Kurdistanê li ser mile wan be?

PKK bi çavnebarî, kîn û hêrsê hatiye jehrîkirin. PKK hatiye asteke ku her kes dikare wan bi kar bîne. PKK ji niha û pê ve tenê xwedî erkekî ye ew jî ku Kurd negihin asta xwerêveberinê û netew dewleta xwe çênekin, dixebite. PKK vê ji kevneşopî û kolonyalîzma Rojhilata Navîn re dibêje; Ger hûn naxwazin kurd bibin dewlet, hûn dikarin min bikar bînin. Ez rê li ber dewletbûna kurdan digirim. Tenê hûn destûrê bidin min.

Kesên ku ji hevpeyvîna Cemîl Bayik a bi Al Nahar re rast fêm dikin, bi zelalî dibînin ku ev axaftin belgeya îxaneta li hemberî gel û netewaya Kurd e. Ew axaftina Cemîl Bayik belgeyeke dîrokî ye, belgeya xiyaneta li hemberî gelê Kurd e.

Pustên heman beş