Hevdîtinên Tehran-Şam û PKK ê Sedemê bêerk kirina Mazlûm Ebdî ne?

Hevdîtinên Tehran-Şam û PKK ê Sedemê bêerk kirina Mazlûm Ebdî ne?

Hate bihîstin ku Fermandarê Giştî yê HSD ê Mazlûm Ebdî yê ku bi navê General Mazlûm tê naskirin ji wezîfeyê hatiye dûrxistin û li şûna wî navekî nû hatiye destnîşankirin. Li şûna Mazlûm Ebdî, Mehmûd Berxwedan ku bi navê Mehmûde Reş tê nasîn hatiye danîn, wî berê de gotibû “Em ê êrîşî Herêma Kurdistanê bikin” ev axaftina wî bo mijara raya giştî ya Kurd. Sedema vê guhertinê ji aliyê PKK ê ve jî danûstandinên di navbera PKK û hin welatên herêmê de tê dîtin.

Demeke çavkaniyên nêzî PKK ê yên li Rojava û Ewropayê li ser lihevnekirina Mazlûm Ebdî û PKK ê ya derbarê pêşeroja Rojava û tifaqan de agahîyan parve dikin. Hat diyarkirin ku Mazlûm Ebdî ji aliyê PKK’ê ve nayê ecibandin, hişyarî hatiye dayîn ku divê  Ebdî hêdî hêdî dest ji erka xwe bikşîne, ne rast e ku ew bi tena serê xwe bixebite, PKK’e qebûl nake ku yek kes bi serê xwe derkeve pêş. Di agahiyên dawî de tê gotin ku di destê Mazlûm Ebdî de tenê wezîfeyeke şeklî maye, ku hemû hêza biryardayîn û erkên rêvebirinê lê hatine girtin, lê ew dikare hevdîtin û daxuyaniyan bide. Çavkaniyên ku agahî jê hatine girtin di nava PKK’ê bi xwe de ne, luma jî di rastiya agahiyan de tu guman na mîne.

Di dawiyê de çavkaniyên Darka Mazî yên Rojava jî heman agahî piştrast kirin. Li gorî vê, di civîna Komîteya Rêveber a Navendî ya PKK’ê ya di dawiya havînê hatî lidarxistin de, PKK ê li ser mijara “Helwest û mîsyona Mazlûm Ebdî” biryar da. Erka Mazlûm Ebdî bi “berdewamkirina peywendiyên bi Amerîkayê re û hebûna sembolîk a di çapemeniyê de” hate sînordar kirin. Mazlûm Ebdî ev mehek e di nav civîn û biryarên komîteya rêveber ya HSD ê de cih nagire.

Ne tenê di nava HDS ê de, di komîteya PKK ê de jî hatîye sînordar kirin

Bi qasî ku tê zanîn PKK’e rojava bi rêveberiyeke sê kesî bi navê Koordînasyona PKK-Rojava ve tê birêvebirin û biryarên girêder digire. Carna ev koordînasyon bi beşdariya kesên wek Sebrî Ok digehe pênc kesan jî. Di esasê xwe de hemû mijarên stratejîk ên weke aborî, dîplomasî û leşkerî hwd bi vê komîteyê ve tên meşandin. Ew qadên din ên xebatê, weke jin, ciwan, Zanist û Ronakbîrî di nava komîteya berfereh de cî digrin. Xebtkarên vê komîtê hemû kadroyên PKK’ê ne. Tê zanîn ku Abdî jî ji Koordînasyona PKK -Rojava ya teng a sê kesî hatîye derxistin ew di komîteya fereh a 7 kesî de cîdigre. Yanî di nava pergala PKK ê de asta erkê ya Ebdî hatîye kêmkirin.

Mazlûm Ebdî par dest ji Fermandariya Giştî ya HSD ê berda û diyar kir ku ew dixwazin di nava MSD ê (Meclisa Sûriyeya Demokratîk) de xebatên dîplomatîk bimeşîne, lê di rastiyê de jî wî dixwest pêşî li spekulasyonan bêerk kirina xwe bigirin. Hemû xalên ku me behs kirin bi eşkereyî di nava nîqaşên PKK’ê de hene. Sedemên sînordarkirina Abdî mijareke din e.

Mazlûm Ebdî çima ji kar hat dûrxistin?

Sedema yekem ji zihniyeta teng û yekalî a PKK ê derdikeve: Ya duyemîn; Têkiliyên PKK ê bi dewleta Sûrî re û ji bo bawerî dayîna dewleta Sûrîyê.

Nerazîbûna grûpa damezirîner a PKK ê ya li hemberî Mazlûm Ebdî weke dîplomat û weke şexsekî siyasetmedar qebûl nakin û dihêt zanîn ku demek dirêje ji vê rewşa Mazlûm Ebdî nerazîne. Rêvebirîya PKK’ê difikire ku kesên di nava raya giştî de weke şexs derbikevin pêş metirsîyê li ser nasnama PKK’ê çêdikin. Ji bo vê yekê “berjewendiyên partiyê!” dikevin bin metirsî yê. Mazlûm Ebdî jî bi têkiliyên xwe yên bi Emerîka re derket pêş.

Ji ber ku Mazlûm Ebdî jî xwedî heman çanda Apoçî bû, ji PKK’ê wêdetir gav neavêt. Ji ber ku Mazlûm Ebdî bi xwe keseke ku pir baş dizane ka çi hat serê wan kesên ku dixwestin pîçek ji PKK’ê bibûrin. Heta Mezlûm Ebdî bi xwe di nava xebata tasfiye kirina van kesan de cî digirt. Her wiha ew bixwe dizane ku ew di nava sîstema PKK’ê de xizmetkareke, lewma nexwest di navbera wî û rêxistinê de pevçûn çêbibin û ji hîyerarşî ya PKK ê derneket. Bi taybetî di van mehên dawî de wî weke endamekî baş yê PKK ê xwe da pêş. Lê van hewlên wî têrê nekir ku pêvajoya bêerk kirine rawestîne.

Trafîka danûstandina li Tehranê

Sedema sereke ya bilez ji kar dûrxistina Mazlûm Abdî; Danûstandinên di navbera PKK’ê û dewleta Sûriyê de bûn. Ji çavkaniyên pêbawer agahî hene ku li Tehranê di navbera PKK-Îran û Sûrî de hin hevdîtin hene. Li gorî vê yekê di hevdîtina Cemîl Bayik ya bi rayedarên Îranê re li nêzî Silêmaniyê çêbûy lihevkirinek çêbû. Piştre jî pêvajoya hevdîtinan li Tehranê hatin meşandin. Payre ji bo fermîbûn û meşruîyeta hevdîtinên Tehranê, di navbera hikûmeta Şamê û pêkhateya kurd a Rojava de hevdîtinên fermî hatin best pêkirin.

Ango rola rêveberiya Rojava di hevdîtinên Şamê de tenê formalite ye. Biryara sereke di hevdîtinên PKK û Îranê de hate girtin.

Biryara yekemîn ew e ku  hatin  îmaja Rojava ya ku nêzî Emerîka dixuyê bê guhertin. Rêveberiya Rojava dê profîla Sûrîye bûnê derxe pêş. Di vê xalê de em baştir fêm dikin ku çima Mazlûm Ebdî ji kar hat dûrxistin. Mazlûm Ebdî ji ber ku Emerîka di anî bîra Îranê ji wezîfeyê tê ezilkirin. Yanî daxwaza Îranê ew e ku PKK’e Mazlûm Ebdî pîçek bide alîyekê. Ji niha û pê de rêveberiya Rojava wê zêdetir weke Sûrîye bûnê tevbigere. Helwestên rêveberên Rojava yên ku ji meha Tebaxê û vir ve li ser mijarên bêwate rexneyên xwe li Emerîka yê digirin jî bi guhertina vê stratejîyê ve girêdaye.

Çima PKK li Rojava dijberiya Başûrê Kurdistanê dike?

Dema em ji vê dîplomasiya veşartî ya Rojava agahdar dibin, gelek tiştên ku di van demên dawîn de li ser Rojava diqewimin zêdetir têne femkirin.

Mînak, bê ku tiştek hebe PKK’ê ji nişka ve pêşmergeyên Roj weke çete û dijminê Kurdan îlan kirin. Ev helwesta PKK’ê parçeyek ji encamên hevdîtinên Îranê ne. Yên li Rojeva yekîtîya di navbera Kurdan de dixwazin Emerîka û Fransa ne. Îran dixweze hewlên yekîtîya navmala Kurdî têk bibe. Ji bo ku tifaqa Kurdan çênebe îdîa dikin ku gerîlayên wan li Xalîfanê ji aliyê pêşmergeyan ve hatine kuştin. Heman wext ew jinên “çalakvanên mobîl” yên deriyê Sêmalka dijî Hikumeta Başûr xwepêşandan dikin jî çiqên heman stratejîya PKK’ê û Îranê ne.

Em dikarin bibêjin ku hatina Mahmûdê cebilxanecî bi navê Mahmûdê Reş ji bo şûna Mazlûm Ebdî parçeyek ji heman plangerîyê ye. Mahmûde cebilxanecî kesekî bê hêz, bê fikir û bê şayînên diplomasi-sîyasî ye. Lê rêveberiya PKK’ê çawa bixwaze dikare wî wusa birêve bibe. hêza wê nîne ku ji PKK ê re bêje na. Ji ber ku ew keseke ku hem li Efrînê hem jî li Kobanê şikestinên mezin xwarine. Ji ber vê yekê ew ne xwediyê pratik û sekinandinekî geş e. Weke pêleyîzkek zarokan dê kontrol deste Qendîlê da be.

Bi kurtasî PKK’ê pêşîya pêvajoyekê vekir ku çarenûsa Rojava teslîmî, pêkhateyên paşverû yên Rojhilata Navîn û hêzên ku Kurdistanê dagirkirî kir. Ji niha û pê ve em ê daxuyaniyên PKK ê yên ku rejîma Esad xweş-ciwan dike bibîhisin, bi rastî jî em ê bibin şahidê hewldanên Rojava û Sûrîyê biken yek. Bi rastî gefên Tirkiyê yên li ser Rojava jî  dê vê pêvajoya ku Rojava  dibe beşek Sûriyê sanahî bike.

Bi kurtasî, mijara bingehîn a ji kar kêmkirina Mazlûm Ebdî; ji bo dûrxistina dewletên Rojavayî di mijara Rojavayê Kurdistanê de ye. Mayîn û çûyîna Mazlûm Ebdî nikarîbû pêşiya vê helwesta PKK ê bigire.

Lê pirsên ku werin bersivan bi dawî nebin. Mînak çima li Rojava nêzî 14 hezar kesa jîyana xwe ji dest da? Eger Rojavaya ku Kurdên her çar parçeyan Kurdistanê xwîna xwe lê riştiye dê bibe qurbana yekîtî û demokrasîya Sûrîyê, wê demê PKK’e dê çi bersiv bide Kurdan? Ma ne heyfe ku Qedera Rojava bibe mijara hevdîtinên veşartî yên li Tehran-Qendîlê tên meşandin. Dîplomasîya Qendîl û Îranê dê bibe rêûresmên definkirina Rojava.

Pustên heman beş