Serokê PEN a Elmanyayê Denîz Yûcel şîroveyek balkêş di derbarê Dûran Kalkan de kir

DenizYücel (1)

Serokê PEN a Elmanyayê Denîz Yûcel, li dijî axaftinên rêveberê PKKê Dûran Kalkan, bersiv nivîsa.

Dûran Kalkan, di 1 ê Mijdarê de bersiv da pirsên Çapemenîya PKKê a bi navê ANF, Dûran Kalkan dewletên Rojava weke sedemê ne çareser kirina pirsgirêka Kurd destnîşan kir, di kêşeya Kurd de tewan bir ser  Emerîka, Elmanya û Firansa, di axaftina xwe de Kalkan di got ku dewletên Rojava gelek caran ji me xwest ku em “agirbestê îlan nekin û şer berdewam bikin”.  Çi  vekirî çi veşartî, çi bi devkî – çi piratîkî, li ser me pevçûn û bêçareyî di hate ferzkirin, me ji tu dewletekê bernameya çareseriyê û pirojeya çareseriyê nedîtiye”.

Ev axaftina Dûran Kalkan, di nav Kurdan de rastî bertekek mezin hat, Kurdan ev axaftina Dûran Kalkan weke ku ew “Dewleta Tirk paqiş derdixe” nirxand û gotin PKK dixwaze Kurdan di qada navneteweyî de tecrîd bike û tenê bihêle.

Ji bo vê axaftina Dûran Kalkan, bertekek jî, ji nivîskarê PEN a Elman Denîz Yûcel hat, Denîz Yûcel, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyaniyên Kalkan nirxand û diyar kir ku PKKe weke parçeyekî pilangerîya dewleta Tirk tevdigere.

Yûcel, di nirxandina xwe de diyar kir ku PKKe tu carî berpirsiyariya tiştekî negirtiye ser xwe û her tim hemû pirsgirêk xistiye ser pişta hinekên din.

Ji bo her tewanekê gûnehbarek tê peydakirin

Dûran Kalkan dibêje, Ewropa gelek caran li ser me feriz kiriye ku em şerê Tirkan bikin, berevajî em difikirîn, ev gotinên Kalkan nîşan dide ku PKKe bi rastî çiqas di nava pergala Tirkîyê de cî girtî ye, ev peyvên weke “Hêzên Cîhanî”, “derbeyên bîyanî”, “em hatin xapandin” ji alîyê PKKê û dewleta Tirkîya ve pir tê şuxilandin, ji ber ku Tirkiye welatekî bê berpirsiyariyeke rêxistinkirî ye, bi taybetî di siyasetê de tu kes berpirsiyariya tiştekî na de ser milê xwe û ji erkên xwe îstifa nake, ji bo her pirsgirêkê, ji bo her sûcî, gunehbarek di destê wan de heye. û evdekî Xwedê jî vê napirse: bûyer li aliyekî; lê aqil heye, mantiq heye, ger ku Ewropa (Rojava) bi têra xwe hêza xwe ya ferizker a li ser rêbertiya PKKê bike, ma Kalkan dikarî bû daxuyaniyeke wiha bide? Heger hêza wan tune be, çawa bikare tiştekê li ser PKKê ferizbike?

Berpirsiyarê hovîtiya “Xendekan” PKKe ye.

Ne zehmete ku mirov texmîn bike ka çima Kalkan vê yekê dibêje, lê ev sedemên “siyasî” rastiyê naguherînin; di her warî  PKKe berpirsiyarê hovîtiya Şerê Xendeka ye, PKKe jî hevpişkê wê tarîtîya ku sala 2015 û vir ve Tirkîye ketîyê ye.

Ev tesbît ji bo komkujiya li jêrzemînên Cizîrê pêk hatî jî derbas dibe, berpirsiyarê vê qetlîamê ciwanên Kurd bê goman dewlete, yê fermanê dide û pêk tîne dijî dewlete, lê PKKe jî di vê bûyerê de berpirsiyare.

Ji ber ku min ji cînayeta Ceylanpinarê heta dijwarîyên “Xendeka” li qadê rojnamegerî kir, loma jî têza min heye ku, ka PKKe çawa û çima kete nava vê pêvajoyê, min berê jî gotiye û nivîsandiye, ezê dîsa dubare bikim, lê bila vê carê bimîne.

Heke di paşerojê de rayedarekî PKKê ji PKKê veqete, dê hemû sûcî bikin sitûyê wî de

Tenê tiştekê dubare bikim: Ger di paşerojê ji rêveberiya payabilind a PKKê qutbûnek çêbibe, îhtimalek mezin rêxistin dê vî kesî weke berpirsiyarê vê pêvajoyê îlan bike, ji ber ku PKKê di dîroka xwe de ji bo her tewanekê kesek gunehbar kirîye.

Komkujiya Çewlik û Başbağlarê, hovîtiya li ser malbatên cerdevanan hatî kirin û înfazên navxweyî… Her tim bi heman rexneya xwe rexne dike û dibêje: “Erê xelet bû, lê ne sûcê me bû, Şemdîn Sakik kir, Doktor Baran kir, Hogir kir…” nûke jî dibêje Ewropa ev dike, ji bo berpirsiyarî ne hilde ser xwe hinek rêxistinên xeyalî jî hatin avakirin, Gotin “Me nekir, TAKê kir, TUKê kir” .

Denîz Yûcel kî ye?

Yûcel di sala 1973 an de li Almanyayê ji dayik bûye û hemwelatiyê Almanya û Tirkiyê ye, Ji bilî rojnamegeriyê ew weke qunciknivîs û nivîskar jî tê naskirin, li Zanîngeha Azad a Berlînê beşe zanistên siyasî xwendiye û di sala 1999 an de bi rojnamegeriya serbixwe dest bi karê xwe kiriye. Di rojnameyên navdarên Elmanyayê Jungle Wold Die Tagezzeitung Die Welt de xebitî û nûnerê “Die Welt” yê Tirkîyê.

Dema ku li Tirkiyeyê bû, ji ber mijarên mîna “Tirkîye yarmetî dide DAÎŞê” di nivîsand ew hate binçavkirin, Yûcel ji ber ku hevpeyvîna bi Cemîl Bayik re kirî û e-mailên Wezîrê Enerjiyê Berat Albayrak eşkere kir, bi îdiaya “propagandaya rêxistina terorê dike” hat girtin, piştî salekê ji ber bertekên cîhanê yên li ser girtina wî serbest hat berdan,  hêj mehkema wî berdewam dike.