Li Bakurê Kurdistanê du bûyerên ku diviya biban rojeva sereke ya Kurdan pêk hatin. Ya yekem; Kurdê bi navê Cemîl Taşkesen li Misircê (Kurtalan) ji Seroka “Partiya Baş” Meral Akşener re got, “Ev der Kurdistan” e. Kurdistaniyan li ser vê helwesta wêrekî a Cemîl Taşkesen, li qadên medyaya civakî de hevgirtinek mezin çêkirin.
Ya duyemîn jî lêkolîner û akademîsyenê zanîngeha Firatê mamoste Hevzûllah Kutum got, “Ez şoreşa Îlonê pîroz dikim û Bijî Kurdistanê.” Tevî ku HDP xwedî li vê bûyerê derneket jî, Kurd li dora Hevzûlah Kutumê bûn yek.
Di bingeh de, herdu helwest jî, pêwsîtî bi xwedî derketinek mezin dikin, divê ku kurd pir bihêz vê helwesta Kurdistanî xwedî derkevin û divê ku civaknasîya kurd li dora wan ji nû ve were hûrbînî kirin. dîyare ku nifşên ciwan hîn îsyankare, loma jî bêtirs dibêjin “Ev der Kurdistan e, ez Kurd im, hûn çi dikin bikin”. Piştî 20 salan ku PKK ê Kurdên Bakûr di bin bordomana îdeolojîk a bi rengê tirkkirinê hiştin, lê dîsa jî kurdan got em ne hevparên komara Tirkîyêne em Kurdin û navê welatê me KURDISTAN e.
Pêdvîye li ser van her du bûyeran stratejî û amûrên têkoşîna Kurdan li Bakurê Kurdistanê ji nû ve were nirxandin û ber çav derbaskirin. Van her du helwest her çend piçûk xuya dikin jî lê ji çalakiyek çekdarî pir bi bandortir bûn. Ji xwepêşandanên nezelal ên HDP ê yên weke dîlan, tilîlî, şîar û hwd serkeftîtir bû.
Encama her du çalakiyan wiha ye; Bertekên kurdan ên li hemberî Tirkkirina di nava xaka xwe de, divê ku ji îro û pêve çalakiya sereke ya sîyeseta kurd be. Li şûna gotinên weke biratiya gelan, biratîya kurd û Tirkan, pêwîste bibêjîn “Ev der Kurdistan e, ez kurd im, ev der welatê min e, hûn dagirker in”
PKK jî mecbûr ma ku li hember bandora van her du çalakiyan bêdeng nemîne. Li ser bûyera Cemîl Taşkesen, damezrînerên PKK ê Dûran Qalkan bang li hemû Kurdan kir ku êdî bi bejin ev der Kurdistan e. Dûran Qalkan ê bi navê ragehandinî Selaheddîn Erdem di qûncenîvîsa xwe ya ku di rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka de hat weşandin de behsa wê mijarê kir û got; bila kurd bêjin ev der Kurdistan e. Mixabin di axaftina Qalkan de helwesteke pirr du rû hebû. Ji ber ku ev helwesta PKK ê ya 20 salên dawî yê di Kurdan de hişmendiya welatbûyîna Kurdistanê lawaz kiriye. PKK ê di van 20 salên dawî de gav bi gav peyva Kurdistanê ji nava axivtina Kurdî de derxist. Êdî Kurdan bêrîya peyva Kurd-Kurdistanê kiri bû. PKK ê ev peyva pîroz li bakûr da bû jibîr kirin. Heke Qalkan bixwaze Kurd bêjin “Ev der Kurdistan e, ez Kurd im” divê pêşî din ava PKK ê de bibêje Kurdistan, netewa Kurd. PKK e şûna bibêje; Welat, Netew, Niştiman… tenê dibêje gel.
PKKê li Rojava peyva Kurdistan qedexe kir
Mînaka herî mezin a ku PKK bi nav û hişmendiya Kurdistanê qels dibe herêma Rojava ye. PKK ê Rojavayê Kurdistanê weke Bakurê Rojhilatê Sûriyê pênase kir. Ji bo ku ev pênase jî cih bigire seferberiyeke mezin da despêkirin. Çapemeniya PKK ê her tim pênaseya Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê bi kar tîne. Bi rastî jî mesele hew qas pêşda birin, heta ku parlementer û cîgirê serokê berê yê Koma HDP ê Ahmet Yildirim got, “Divê êdî peyva Rojava neyê bikaranîn. Li şûna navê Rojava divê navê Federasyona Bakurê Sûriyeyê bê bikaranîn.” Ew Rojnamegerên ku digotin Rojava, hatin şermezar kir.
Di pêvajoya şoreşa Rojava de PKK ê nasnameya Kurd li paş xwe hişt. Rengê kurdî û motîfên kurdî lewaz bûn. Wek mînak dema meriv li şervanên HSD ê dinêre tu sembolên kurdbûnê li ser wana nîne. Kobanîya ku ciwanên ji çar parçeyên Kurdistanê bedenên xwe jêre kirîn mertal û rizgar kirî, ji aliyê PKK ê ve weke berxwedana gelên cîhanê tê dîtin, pênase kirin. Ango ew serkeftin ne ya Kurdan e.
Ger hûn bînin bîra xwe Dûran Qalkan gotibû; “Nebêjin Rojavayê Kurdistanê, dema hûn dibêjin Kurdistan Barzanî tê hizra her kesî, em bêjin Bakurê Sûriyê”. Loma jî em dibêjin nivîsa Dûran Qalkan durûtî yek mezine hemberî nirxên Kurdan. Bi rastî jî li Bakurê Kurdistanê PKK ji bo hişmendiya Kurdistanî tûne bike dixebite. PKK xwe weke xwedîyê hemû nirxên netewî didepêş lê hemû nirxan jî bê wate dike. Ji ber ku Kurd çi gavan bavêjin PKK ji nişkave wan hembêz dike, dora wan digre û nahêle ew gav pêş bikeve. Piştre bi demê re wan deskeftan marjînal dike. Dema ku ji bilî PKK ê Kurd ji bo zimanê kurdî gavekê davêjin, yekser PKK bi hêza çapemenî û saziyên xwe derdikeve pêş û wan saziyên dorpêç dike û diperçiqîne. Ew bixwe jî tiştekî nake. Ji ber vê tecrûba heyî em dibêjin axaftina Qalkan zêdetir ji bo kontrolkirin vê helwesta Kurdewarî ye. Naxwaze Kurd bêyî wan helwesteke serbixwe nîşan bidin. Pêşî lê digre û difetisîne.
“Şengal ne Kurdistanî ye, Şengal Îraqî ye”.
Her kesê ku siyaseta PKK ê pîçek jî nas bike, dizane ku PKK ne partiyeke Kurdistanî ye û PKK e kurdayetiyê re eleqedar jî nîne. Şingal jî yek ji mînakên vê rastîyê ye. PKK bi hemû hêza xwe dixwaze Şingalê ji desthilatdariya Herêma Kurdistanê qut bike. Nabêje Şingal Kurdistan e, dibêje Şingal xaka Iraq e ye. PKK Başûrê Kurdistanê jî parçe dike. Li Başûr PKK ne bi kurdan re ye, bi dijminê kurdan Heşdî Şeibî re hevalbend û hogir e. Yên ku Şingal bi diyarî dayî Heşda Şeibî nikarin bêjin “Ev der Kurdistan e”. Dûran Qalkan jî weke Besê Hozat û Ayten Dersimê berîya nûke gotibû, “Şengal ne Kurdistan e, Iraq e” ji bo PKK ê derveyî Kurdan hemû dewlet, desthilat û gel ên herêmê bira ne. PKK heya niha ala Kurdistanê nas nake. Ev cihên ku PKK têde ye Ala Kurdistanê qedexe dike. Madem ev der Kurdistan e çima Ala Kurdistanê qedexeye?
Dûran Qalkan dibêje bila her kes bibêje “Ev der Kurdistan e”. Pêşî divê partîya Dûran Qalkan bibêje, “Ev der Kurdistan e, em Kurd in, beriya hemû cudahiyên îdeolojîk û fikrî bibêje berjewendiyên Kurd û Kurdistanê. PKK ê nav û rengê Kurdistanê şêlo kirîye. Ger hûn navê erdnîgarî yekî an jî navê neteweyekê nas dikin û dibêjin, pêdvîye ku hûn mafê xwe rêvebirina wî gel û netewî jî nas bikin. PKK dijî dewleta Kurdî ye. Ji dewletbûna Kurdî re dibêje Dewletok ango pêkenokî nêz dibe. Û dibêje, dewleta Kurdî wê şer û pevçûnan bîne Rojhilata Navîn. Ey Qalkan heke tu dixwazî bibêjî Kurdistan, pêwsîte tû mafê dewletbûna kurdî nas bikî, pêwîste tû mafê xwe bi rêve birina Kurdan nas bikî. Welê gotinên vala-vala kes nabe Kurdistanî.
Bi rastî jî ya herî baş ew e ku Kurd li her derê li hemberî PKK ê biqirîn û bibêjin “Ev der Kurdistan e”. Ji ber ku bi salan e PKK ê ji Kurdistanê re negotîye Kurdistan. PKK ê navê Kurdistanê weke kevneşopî dibîne. Ji ber wê jî axaftinên Dûran Qalkan tenê durûtî ne.