Eve 6 salin ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê yê wê demê Mesûd Barzanî, rêxistina terorîsta DAIŞê li Şengalê têk birî û bajar rizgar kirî.
Şengal ku di 3ê Tebaxa 2014an de ji aliyê DAIŞê ve hatbû dagîrkirin, di 13ê Mijdara 2015an de bi operasyona hêzên pêşmergeyan û bi piştgirya hewayî ya koalîsyonê hate rizgarkirin. Piştî şer û pevçûnên du rojan, hêzên pêşmerge derbasî navenda bajêr bûn. Li navenda bajêr nêzî 200 çeteyên DAIŞê hatin kuştin û bi dehan birîndar jî bi saxî hatin girtin. Di pevçûnan de gelek çeteyên DAIŞê hebûn. Piştî têkçûna DAIŞê li Şengalê, li Telefer û Mûslê jî vekişya. Ev jî bû bingehê têkbirina DAIŞê li Iraqê.
Aliyeke dina girînga “Operasyona Azadiya Şengalê” ew bû ku li Sûriyeyê jî rê li ber têkçûna DAIŞê vekir. Ji ber ku Şengal li ser rêya 47ane ku navenda DAIŞê ya li Sûriyeyê Reqa û keleha wêya li Iraqê ango Mûsil bi hev ve girê dide. Operasyona azadiya Şengalê ev her du kelhên girîng ji hev cuda kirin. Ji bo vê jî operasyona mûsil rê ji operasyona reqayê di sala 2016an de vekir û serkeftî bû. Bi vê yekê rêjeya tevgera DAIŞê gelekî kêm bûye.
Operasyona Şengalê operasyonek bû ku hemû cîhanê ji nêz ve di şopand. Piştî operasyonê Serokwezîrê Iraqê Abadî têlefon ji Barzanî re kir û bi xwe supasiya wî kir. Ji çar aliyên cîhanê peyamên pîrozbahiyê ji bo Barzanî hatin.
Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê giştîyê PDKê Mesûd Barzanî ku bi xwe operasyon bi rê ve dIbir li ser çiyayê Şengalê ji çapemeniyê re axvî û ev îfade kir.
“Rizgarkirina Şengalê ji destê terorîstên DAIŞê ji aliyê pêşmergeyên meyên qehreman ve destkeftek dîrokî û mezine ji bo gelê Kurdistanê di warê leşkerî û siyasî de. Ev serkeftin nîşanî hemû aliyekê dide ku ew rojên ku dagirker û mêtingeran hewla çewsandina gelê Kurdistanê di da, derbas bûne. Gelê Kurdistanê niha bi serê xwe berevaniyê ji xwe dike, dijmin têk dibe û nirxên mirovahiyê diparêze.”
Barzanî; min soza xwe bi cî anî
Piştî êrîşa çeteyên DAIŞê ya 3yê Tebaxê ya li ser Şengalê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo ku birînên Şingalê bipêçe di nava têkoşîneke mezin de bû. Di vê têkoşînê de roleke mezin a Mesûd Barzanî hebû.
Barzanî di yekemîn salvegera komkujiya 2015an de soza rizgarkirina Şengalê da. Got ku piştî operasyona Şengalê soza xwe bi cih anî. Barzanî ev operasyon diyarî jinên êzdî kir.
Faktora PKK
Piştî êrîşa DAIŞê li ser Şengalê, PKKê hin hêzên xwe li rojava anîbûn û li ser çiyayê Şengalê bicî kirbûn. Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hêzên pêşmerge hewl dida ku hemahengiyê bi hêzên PKKê yên li sir çiyayê Şengalê re çêbike, lê belê PKKê bersiv nedida û behane digirtin, PKKê dixwest wext bi dest bixe, daku Şengalê bike di destê xwe de. Ji boy operasyona azadiya Şengalê jî heman kar kir, ji ber vê yekê operasyon hat paşxistin, operasyon ji bo destpêka Nîsanê anku meha 4 hatbû pilankirin, lê ji ber ku PKKê berdewam mijûlatî di çêkirin ev operasyon hat paşxistin.
PKK hewl dida operasyonê bi hêzên Iraqî re pêk bîne, ne bi hêzên kurdî re. Bi vî awayî hem beşdarî operasyona Mûslê bibe û hem jî ji aliyê Iraqê ve weke fermî bê qebûlkirin û hem jî di nava Heşda Şebî de cî bigre. Hêzên Iraqî û serokwezîrê Iraqêyê wê demê Haydar Abadî nedixwest ku hêzên pêşmerge operasyoneke serkeftî pêk bînin, ji ber vê yekê hevdîtin ligel PKKê dikirin daku PKKe astengiyan li himber encamdayîna operasyona pêşmergeyan ji boy azadiya Şengalê dirust bikin.
Sabrî Ok û Riza Altun li Bexdayê
Di havîna 2015an de rêveberên PKK’ê Riza Altun û Sabrî ok li Bexdayê bi Abadî re civîyan û li ser hinek mijaran lihev kir. Yek ji van mijaran jî Şengal bû. Civîn ji jêr çavdêrîya Îranê çêbûn. Li gorî vê yekê gerek Şengal ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê were veqetandin û PKK jî li Şengalê rêxistin û nîzamekê çêke ku ev nîzam bi Iraqê re girêdayî be.
Di 10î Mijdarê de pêşmerge ji PKK re got emê operasyonê destpê bikin. Lê belê PKK ji bo ku operasyonê asteng bike di ragihandina xwe de tiştên ne rast belav kirin. Gotin pêşmerge nahêle em operasyonê bikin.
Pêşmerge operasyon di 12ê Mijdarê de dest pê kir, operasyon bi serkeftî hat encamdayîn. Li ser vê yekê, piştî ku operasyon di 13ê Mijdarê de bi dawî bû, piştî nîvro, PKKê hin yekîneyên xwe şandin nêzîkî navenda bajêr. Al û sembolên xwe li ser cihên dîyar weke sayloya genmê ku ji aliyê Pêşmerge ve hatbû rizgarkirin, ofîsên fermî û hwd daliqandin. PKKê dixwest di medyayê de îmajek wusa çêbike ku wî bi xwe operasyon kiriye.
Lê ya rast hêzên PKKê bi t awa beşdarî operasyonê nebûn û li cihên ku ji aliyê pêşmerge ve hatine rizgarkirin tenê bi firsend tevgeryan û wêne daliqandin. Hêjan operasyon bi dawî nehatbû, hêjan operasyona lêgerîna teqemeniyê nehatbû kirin dema PKKê hin çekdarên xwe şandîn wan cihên hêzên pêşmerge rizgar kirî daku wêne û sembolên xwe li wir daliqînin, bi vê yekê hejmarek zêde ji çekdarên PKKê şandîn Şengalê bi teqemeniyên DAIŞê hatin kuştin.
PKK dizanî ku ev operasyon çend girînge, lê belê, pişt re PKK’ê di medyaya xwe de û di hevdîtinên diplomatîk de kar ji bo şermezarkirina operasyona azadiya Şengalê û berovajîkirina operasyonê kir.
Peymana PKK û Iraqê
Ev lihevhatinên Sabrî ok û Riza Altun li Bexda çêkirî heya niha berdewamin. PKK hembêza xwe ji boy milîsên Şîe, Turkmen û Ereban vedike, lê belê, dijminatiya hêzên kurdî dike. Herî dawî xewest rê li ber derçûna namzedên PDKê yên hilbijartina Îraqê bigire.
PKK çend hewl da û propaganda kir jî, lê belê helwestên wê yên dijberîya Kurdistanê ji aliyê gelê Şengalê ve nehatin pejirandin. Gelê êzdî li Şengalî di hilbijartinên Îraqê de ev yek ji PKK re got. Kandîdên PKKê bi tenê 200 deng dest xwe ve anîn.
PKK her çend dixwaze rastiyan reş jî bikejî, lê belê, Cîhan û gelê Şengalê dizanin ku bi vê operasyona 13ê Mijdarê ji aliyê Pêşmergeyên Kurdistanê ve hatiye encamdayîn, Şengal hatiye rizgar kirin.