Kuştina Ferit Uzun ji aliyê PKK’ê ve komploya li dijî Kurdane

Kuştina Ferit Uzun ji aliyê PKK’ê ve komploya li dijî kurdane.

43 sal li ser kuştina serokê Dengê Kawa Ferit Uzun derbas bûn. Hîn hûrgilyên kuştina Ferit Uzun nehatine zelalkirin, bi rastî jî wateya vê kuştinê û encamên wê qet tam nehate famkirin, an jî bi dorhêleke biçûk hatiye sînordarkirin.

Kuştina Ferit Uzun bi rastî jî yek ji wan rêze cînayetên siyasîyên komploya dewleta Tirka bû ku di salên 1960an de li dijî kurdan dabû destpêkirin. Ji ber vê yekê pir girînge ku fêm bikin.

Plansaziya qetilkirina Faik Bucak û Ferit Uzun ji aliyê yek navendê hat encamdayîn

Ji bo fêmkirina cînayeta kuştina Ferit Uzun, berî her tiştî pêwîste ku mirov kuştina Faik Bucak fêm bike. Serokê KDPT Faik Bucak di 4ê Tîrmeha 1966an de li Karakopruya Rihayê hat qetilkirin. Di ser vê bûyerê re 55 sal derbas bûn. Bûyer nehat ronîkirin.

Kuştina Faik Bucak destpêka projeya mejiyê dewleta kûra Tirk bû ku serokên kurd û kurdên resenên bi hestên netewî tevdigerin tune bike û li şûna wan serok û partiyên kurdan yên sexte bafrîne.

Di navbera kesayetiya serokê Dengê Kawa Ferit Uzun û serokê TDKP Faik Bucak de her çendî cudahî hebin jî, di warê wezîfeyê de yek bûn. Ferit Uzun bi kesayet, helwest û bagrewenda xweya rewşenbîrî lîderekî Kurdê çep bû. Lê xwedî ramaneke bingehîna siyasî bû û kesek Kurd û Kurdistanî bû. Herdu serok jî Kurd, Kurdistanî bûn. Ew jî ji herêmê radibûn. Piştî salên 1960an dewleta tirk tevgera neteweyî ya Kurda weke xetereyeke mezin dît û ji holê rakirina kesên netewî weke armanca bingehîn dît. Faik Bucak ji aliyê dewleta Tirk hat qetilkirin û Ferit Uzun jî ji aliyê PKK’ê ve hat qetil kirin. Lê biryara her du cînayetên siyasî ji heman cihî hatiye girtin.

Ji Faik Bucak heta Ferit Uzun, ji Vedat Aydin heta Mehmet Şener pêwendiya rêze cînayetan heye.

Rêberên rastîyên gelê kurd dihatin tunekirin. Bi vî awayî, her kesê ku dikaribû derkeve pêş, dihatin qetilkirin û li şûna wan kesên sexte dihatin danîn. Armanc ew bû ku pêkhateyeke Kurda ku bi dewleta tirk ve girêdayî be bê avakirin. Armanc damezrandina pêkhateyeke Kurd a tirkperest bû. Qetilkirinên salên 1970an heta derbeya leşkerîya 12ê Îlonê, ji welatparêzên di salên 1990an de li Kurdistanê hatin qetilkirin, yên di şerê gerîla de bûn hedef, heta kesên di şerên di bin navê “têkoşîna Xwe rêveberiyê” de di sala 2015an de hatin qetilkirin tev bi hevre peywest bûn, her tişt girêdayî projeya dewleta Tirk a jêkirina serê tûj bû ji bo asmîlekirina kurdan.

Li pişt gelek cînayetên siyasîyên wekî qtilkirina Faik Bucak, Ferit Uzun, Vedat Aydin, Hikmet Fîdan û Mehmet Şener projeya dewleta tirk heye. Her kesê ku dikarbû li ber xwe bide hat qetilkirin. Ji bo Abdullah Ocalanê zavayê Alî Yildirmê ku di rêxistina îstîxbarata Tirkiyeyê Mîtê de dixebtî û hevalê nêzîkê Pîlotê endamê Mîtê cih hat vekirin.

Gelo ger Faik Bucak û Ferit Uzun sax bûna Abdullah Ocalan dikaribû bibe “Serok”?

Em pirseke pir hêsan bikin: ger Faik Bucak, Ferit Uzun û gelek kesên din sax bûna, gelo da Abdullah Ocalan wek “Serok” li meydanê cih bigirta? Na.

Heger navên wek Çetin Göngör (Semir), Mehmet Şener di nav PKK’ê de maban, gelo Abdullah Ocalan dikaribû navê xwe bi tenê li ser PKK-ê bidane? Na.

Ji bo vê jî tiştekî ku divê her kurdek bizane heye: li pişt her kesayetiya siyasîya ku piştî salên 1970an li Kurdistanê hatine kuştin, hewildanek ji bo qutkirina demara netewîya kurd heye. Ger mirov li bin her kuştineke tarî binêre, dê kesayetiyek netewî ku bi netewebûna Kurd a resen bawere, bibîne. Qetilkirnên ku di salên 1990an de li Mêrdîn, Nisêbîn, Fariqîn, Amed û gelek deverên din de hatîn encamdayîn û şewitandina Gundan, hertim li dijî demara Kurdistanê bûn.

Dewleta Tirk a ku bi hezaran kiryarên kirêt, revandin, îşkencekirin û kuştinê kirin, ji bo ku dawî li vê demara kurdan bîne, çawa hişt ku Abdullah Ocalan li Şamê bigere û di vîla xweya bi hewz de bijî? Çima Faik Bucak ku yek fîşek jî li dijî dewletê neavêt bi 18 fîşekan hat kuştin, lê Abdullah Ocalan li Laziqîyê di maleka li kêleka behrê de çûbû qeraxê û bi rehetî avjenî dikir. Çima? Ji ber ku wek me li jor jî got, Ocalan ji bo birrîna demara netewî ya Kurda û avakirina tevgereke Kurd a Tirkperest hatiye erkdarkirin. Ji bo ku Ocalan mezin bibe divê her kes bimre.

Bêyî ku em sedema hebûna PKK’ê fêm bikin, em nikarin bûyerên heyî rast fêm bikin. Bo mînak, tu kes fêhim nake çima PKK’ê artêşa tirk kişandiye Başûrê Kurdistanê û her sal dibêje emê dewleta tirk têk bibin, lê belê her sal 5-10 Km erd radestî wan dike.

Projeya jinavbirina kurdan bi destê kurdan

Qetilkirina Ferit Uzun jî berdewamiya projeya dewleta Tirka qirkirina kurdane. Dewleta tirk di dijberiya kurdan de roleke stratejîk da PKK’ê. Aqlê dewleta tirk li pişt her kuştinekêye ku PKK’e encam dide, PKK’e bi gotinên xweyên îdeolojîk her kesî weke ajan pênase dike.

Kesê ku bûyera Ferit Uzun fêhim nake, qet fêm nake jî ku çima Midurê ewlehiya giştî yê Ser Zêrê Xazî Salih Alîxan ji aliyê HPG-PKK’ê ve hat qetilkirin.

Yên ku bûyera Ferit Uzun fam nekin, nikarin armanca PKK’ê ya handana YNK’ê li dijî PDK’ê jî fêm bikin.

Her çiqas PKK’ê qet bi fermî qebûl nekiribe jî, şik û guman nîne ku kadroyekî bi navê Emîn Dal bi biryara PKK’ê Ferit Uzun kuştiye. Rêbaza PKK’ê ya vê qetilîamê, hedefa ku hatiye hilbijartin û geşedanên piştî wê nîşan dide ku ev bûyer bi awayekî pir berifreh hatiye plankirin. Ferit Uzun ji aliyê PKK’ê ve tê gullebarankirin, lê yekser piştî bûyerê PKK merasîma bi axê sipartina cenazeyê Ferit Uzun bi stuyê xwe ve digire û li her derê dibêje Ferit Uzun ji aliyê eşîra Bucakên Ruhayê ve hatiye gullebarankirin. Bi vî awayî dixwaze malbata Uzun ku yek ji malbatên girîngên Sîweregê ye bi xwe ve elaqedar bike. Lê bûyer eşkere dibe. Ev komploya hovane ya PKK’ê bi ser nakeve. Ger bûyer li gorî plansaziya PKK’ê birêve biçûya, belkî pevçûnek mezin derkevtiba holê û bi dehan kesên din hatiban kuştin. PKK ji bo berjewendiya xwe tu carî dudilî ji fitneke wiha nake.

PKK’ê hertim hebûna xwe li ser parçekirina kurdan, handana wan li dijî hev, çêkirina valahiyê û dûratiyê di navbera aliyên siyasî û civaka kurdî de ava kiriye. Bi vî awayî reh û enerjiya Kurdistanî ji aliyekî ve ji aliyê PKK û li aliyê din ve jî ji aliyê dewleta tirk ve hat kişandin.

Kuştina Ferit Uzun bûyereke girînge ku sedemên hebûn û karaktera PKK’ê eşkere dike. Heya ku kurd li dijî vê bûyerê dernekevin, wê nikaribin pêşî li rêze xwînrêjiyên “Mirin-Kuştinê” di civaka kurd de bigrin.

Pustên heman beş