Gelo PKKe têkçûna xwe ya di «Tunelên Mirinê» de kê sûçdar dike?

Operasyona artêşa Tirk ya bi navê «Pençe Brûsk» ya ku ji meha Nîsanê û vir ve dewam dike, ber bi dawîyê ve diçe. Ji ber şert û mercên demsalî, operasyon ji hinek cîha berdide.
Hêzên Çekdar yên Tirk ji herêmên ku niyeta wan a cîbecî bûnê nîne, şûnda vedikişe, li herêmên ku dagîr jî kirine, li gorî sîstema xwe ya ewlehiyê baregehên daîmî jî ava dike, ji ber ku hem TSK û hem jî PKKe encamên operasyonan li gor propagandaya xwe manîpule dikin, hejmara rastî ya mirî û birîndaran nabêjin.
Lê rastiya tê zanîn eve ku dewleta Tirk ber bi kûrahîyên Başûrê Kurdistanê ve diçe, ew her sal di nava erdnîgarîya Başûr de girên stratejîk digire û baregahên xwe lê ava dike, li hemberî vê rewşa ku hemû Kurdan eleqedar dike û wê bandorê li pêşeroja Kurdistanê bike, PKKe rastiyan li raya Kurd vedişêre, nahêle Kurd wehameta van bûyeran fam bikin.
Tirkiyê di salên 1960î de biryara xwe dabû ku sînorê Başûr – bakûr biguhere, di van hewldanên guhertina sînoran de, dîsa sûçê dixin stûyê Kurdan, di «Tunelên Şer» de ku îsal di bin navê «Taktîka Şer» a nû de hatibûn destpêkirin, PKKê bi dehan windahî dan, li şûna ku PKKe ji bo vê taktîka binkeftî xwe rexne bike, dîsa dixwaze sûçê xwe bavêje ser PDKê.
Navê Erdogan Altan dîsa ket rojevê
Vî kesî di Ajansa Mezopotamya de bi sernavê «Artêşa Tirk dixwaze Pêşmergeyan bikşîne tunelên ku çekên kîmyewî lê tên bikaranîn» nûçeyek belav kir, di vê nûçeyê de heta niha di gelek nûçeyên derew yên li dijî Herêma Kurdistanê de hatîn belavkirin, îmzaya vî Erdogan Altan heye, Erdogan Altan li ser navê çavkaniyên ne diyar nûçeyan dinivîse û ev nûçeyên derew di Ajansa Mezopotamya de, têne weşandin.
Li gor nûçeyên medyaya PKKê, PDKe dixwaze Pêşmergeyan bişîne wan tûnelên ku artêşa Tirk li Werxelê rûxandî.
Cîh û rastiyên Werexelê
Artêşa Tirk têketibû hemû tûnêlên ku weke biryargeh di hatin şuxlandin, derîyên hemû tûnêlan hatibûn teqandin, heta artêşa Tirk wêneyên 4 ciwanên ku di hin tûnelan de teslîm dibûn jî weşandin, yanî artêşa Tirk berê xwe da bû tûnêlan.
Ya duyemîn jî, Herêma Werexelê, 12 km dûrî sînore û li cîhekî ne zêde bilinde, ev herêm bi salane di bin kontirola PKKê de ye, di sala 1992ê heya nuke, ti Pêşmerge neketine vê herêmê û ti pêwendiya Pêşmerge bi vê herêmê re nîne.
Werexel di navbera PKKê û Hêzên Çekdar yên Tirkiyê de, di xelekê de maye, heman dem 30 km Ji deverên Pêşmerge dûre, Ev agahîyên erdnîgariyê jî nîşan didin ku Ardogan Altan dîsa çîrokek derew li dijî Kurdistanê dinivîse.
Çima PKKe dixwaze di navbera tûnelan û Pêşmerge de têkiliyek çêbike?
PKKe dixwaze Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Pêşmerge jî tevlî şikestina xwe ya Tûnelên Mirinê bike û têkçûna xwe ya di şer de bi Pêşmerge bide îzah kirin.
Pîştî têkçûna PKKê misoger bûy, vêca dest bi hincetan kir û got «Bi egera Pêşmerge me artêşa Tirk têknebir», di asta fermandarîya bilind a PKKê de ev derew di hatin kirin, lê PKKê di şer de derbeyek mezin xwar, ne tenê di nav sînorên Başûr de, di nav sînorên Bakur de jî, ji xwe ew nikare xwe biparêze, vêca wê çawa êrîş bike.
Gelo Werexel xeta berxwedanê ye yan jî xeta mirinê ye?
Wezîrê propagandayê yê Hîtler, Jossef Goebbles, di pirensîba propagandaya xwe ya navdar de ev pend nivîstîye: «Qet qebûl nekin ku hûn xeletin an hûn xelet çewtin».
PKKe jî tu carî dernakeve û nebêje min çewtî kiriye, ji bo PKKê Her tim yekî ku sûçdar bike heye, Besê Hozat piştî Şerê Xendekan ku li bajaran bûn sedema mirina bi sedan ciwanên Kurd, piştî ku li Cizîrê di jêrzemînan de bi sedan ciwan hatin şewitandin, Besê Hozat bêrûtî derket û got, «Xeta berxwedanê li Cizîrê bi ser ket».
PKKê ji bo windahîyên xwe li Werexelê û Zendûra jî heman tiştên wiha dibêje, lê li her du cihan tûnelên şer yên ku HPGê bi taktîkên nû bi nav dikir, ji ciwanan Kurd re bûn gorristan.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, artêşa Tirk li devê tûnelên li devera Zendura beton rijand, nayê zanîn ka çi bi serê wan çiwanên di hundirê wan tûnelan de hatiye.
Li aliyê din li Werexelê PKKê tenê navê 14 ciwanên Kurd yên jiyana xwe ji dest dane, aşkere kirin, her wiha hat zanîn ku ev hejmar bi giştî zêdetirî 30 kesane û hinek jî teslîmî dijmin bûne, lê li gorî PKKê ruhê berxwedanê li Werexelê bi ser ketî ye.
Lêbelê, her kesê ku herêmê nas dike, dizane ku Artêşa Tirk di asta sitratejik de devera Werexelê negirtî ye, ev herêm dûrî sîstema ewlehîya Tirkiyê ye, ji bo îkmal û întîqalê ne guncaye, herêmekî ji silsîla çîyayên qute, ji ber vê yekê artêşa Tirk ji wê deverê derket, loma jî li holê çi qehremanîyên werexelê nîne, tenê felaketa Werexelê heye, di vê devera çîyayî de çima ev ciwan mehkûmî tûneleka mirinê hatin kirin? ma ew berpirsyar derkevin û hesab nadin vî gelî?
Trajedîya werexelê jî di nav de, ji sala 2018 an heta niha kî berpirsyarê van taktîkên wêrankere? Dê kî hesaba dagirkirina cihên stratejîk weke Heftanîn, Şekîf, Xakûrk, Avdal Kovî, Lolan, Zendûra, Zinarê Kestê, lotkeyên Avaşîn û bi dehan çîyayên dî bide?
Faktora Evdila Ocelan
Her kesê xwedî hafizekî xurt, her cara ku Tirkiye sînor derbas dike, axaftinên Evdila Ocalan yên li Îmraliyê tên bîrê, Ocalan ji rayedarê dewletê Atîlla Ugur yê ku pêre hevdîtin kiriye gotiye: «Beriya ku ew netewperestiya Kurd a li Hewlêrê tête xurt kirin û mezinkirin, were Tirkîyeyê bixe, werin em bi hevre Hewlêrê bigrîn, ku li Hewlêrê hat mezinkirin, wê were û li Tirkiyeyê bixe».
Belê, dîmenên vîdeo yên ku Evdila Ocalan van axivtinan dibêje hene, Ocalan dibêje, «Amerîka dê ji niha û pêde Barzanî û Talebanî bihêz bike, werin em bi hev re li dijî vê yekê planekê çêbikin, Hewlêrê bigrîn, Tenê hûn piştgiriyê didin me».
Niha em ji îro ve lê dinêrin, gelo kontrolkirina dewleta Tirk ya xetên sitratejîk yên bi kûrahiya 40 km li Başûrê Kurdistanê ma ne parçeyek ji plana Peymana Hewlêrê ye?
Hemû baregehên ku ji aliyê hêzên pasewanên sînor yên Îraqê û hêzên Pêşmerge ve ji bo rêgirtina li artêşa Tirk hatibûn avakirin, rastî êrîşa PKKê hatin, Ger di havîna 2020 an de PKKê rê li ber wan negirtiba, hêzên pasewanên sînor yên Îraqê dê li ser xeta rêya Kêste-Hiror-Mayê bi cîh bibûna û artêşa Tirk da bi giranî sînordar bibûya, lê PKKê pêşî li cîbecî buna Pêşmere girt, Çima?
PKKê çima cihên wek Şekîf û Zinara Kêste bêyî berxwedaneke ciddî ji dijminî re hêla? Gelo bersiva van hemû pirsan ma ne bi pêşniyaza Ocalan ve girêdayî ye?
Belê, beşeke girîng ya Kurdan di derbarê girêdana van bûyeran bi plana Ocalan ve, gumanên xwe hene.
Ragehandina PKKê di her firsendê de Pêşmerge bi hevkariya dewleta Tirk ve tohmetbar dike û derew û buxtanan li Ezîz Weysî û gelek fermandeyên din dike, di nûçeyên dawî yên Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê de jî heman arguman hatin bikaranîn ku rastiya di tûnelên mirinê de jîyayîn biveşêrin.
Ti belge û îsbat nîne ku Pêşmerge li Metîna, Avaşîn, Werexelê û li cîhên din bi dewleta Tirk re hevkarî kiriye, lê belê Erdogan Altan û rojnamevanên din yên PKKê dikarin nûçeyên derew bi hêsanî çêbikin, lê belgeyên vîdeo hene ku Evdila Ocelan teklîfek ji dewleta Tirk re kiriye û gotî ye «Werin em planek veşartî çêbikin, Hewlêrê dagîr bikin û rê li pêşveçûna neteweperestiya(dewletbûna) Kurd bigirîn».
Ocalan li ber kamîrê ev pêşniyaz kirye, xuya ye ku ev teklîfa Ocalan hatiye qebûlkirin, ji ber ku eşkere ye, artêşa Tirk hewl dide Hewlêrê dorpêç bike, artêşa Tirk her sal 20 km din xaka Başûr dagîr dike, rêveberên PKKê di şikeftên xwe yên ewle de rûniştine û perspektîfê didin şoreşên cîhanê, ciwanên Kurd jî heroj dimirin, PKKe winda nake, dewleta Tirk winda nake, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û ciwanên Kurd winda dikin.