Simko Ebdulezîz
Îro min pêgeha Roj News a rêxistina PKKê di şopand, manşetek anîbû pêş û têde nivîsandibû: li Şengalê jin fêrî zimanê dayikê dibin!!
Vî manşetî bala min kişand û fikarên min kûr birin, Min ji xwe pirsî, qey jinên Şengalê zimanê xwe yê resen wenda kirine û rêxistina PKKê dewreyeke perwerdê ji wan re çêkirîye ku wan cardin fêrî zimanê dayikê dikin? Ya rast matmayî mam.
Tişta ku em dizanin û me jiyan kirî, ev nêzî 40 salane li Şengalê me, gelê Şengalê bi teybet jin tenê zimanê dayîkê dizanin, ew ji çi zimanên din fêm nakin, Şengala ku bi wateya nasnameya kurdayetî û resenatîya ziman, çand û hunera kurdî tê, çima îro PKKe lê xwedî derketîye û jinên Şengalê fêrî zimanê dayîkê dike?! Qey ma dibe ku li van salên li jêr desthilata PKKê jinên Şengalê zimanê xwe wenda kiribe?
Li vir du rastî hene û her kes dizane:
Yêk: xweyaye rêxistina PKKê tenê zimanê Tirkî dizane û eşkere ye ku zimanê fermî yê Qendîlê Tirkî ye.
Du: di 100 salên rabûrî de, hikûmetên yêk li pey yêk yên Îraqê hewl dane ku Şengalê terîb bikin û zimanê resen ji bîra gelê wê bibin û wan di nava ereban de asmîle bikin, lê belê ev hewlên wan hemû rastî şikestinê hatine, ji ber ku tevî van hemû hewlên dagîrkeran, gelê Şengalê ziman û çanda xwe parast û nehşit hinekî jî lawaz bibe, belku gelê Şingalê mukir hat û Şengal kire kanîya resenatîya ziman, sitran û dîlanên kurdewariyê.
Çima em ji PKKê re dibêjin destên we xweş
Li vir û paş xwendina wê nûçeya ku Roj News ê parvekirî, em bi xwere ketim nîqaşê û gehiştim wê bawerê ku divê mirov ji PKKê re bibêje dest xweş bin, ji ber ku tişta ew dikin darê sihrî ji boy lazime, ango tişta ku dagîrkeran nikarî bi 100 salan encam bidin, wan bi 3 heya 4 salan encam da.
Lê belê paş ku min car din teqîba wê nûçeyê kirî û dîmenên vîdyo yên ku pêre hatine parvekirin mêze kirî, tişteka din xweya bû, komîdyayek reş xweyabû!!
Eşkere bû ku ev dewra perwerdehiyê ne ji boy fêrbûna zimanê dayîkê ye, lê belê ev dewre ji boy fêrkirina rênivîsa bi pîtên Kurmancî ye, gelê Şengalê bi elf û bêya aramî dinvîsînin, lê belê rêxistina PKKê hatîye û dewreya fêrbûna Kurmanciyê bi elf û bêya latînî ji boy wan çêkirîye.
Armanc ji vê dewreya fêrbûnê eve ji bo ku gelê Şengalê bikarin edebiyatên rêxistina PKKê bixwînin û PKKe bikare bi hêsanî li ser mejîkê wan bişuxle.
Çima ev mijar hat nivîsandin?
Kurd dibêjin: di kevin de dema ku mirov nexweş dibû, ew dibirin ser mezarê Umer Merdan, lê kesekî go pa heger Umer Merdan nexweş bû wê wî bibin kuderê?
Gotineke din ya pêşîyan heye dibêje: ziman xweşe, lê zik reşe, medya PKKê jî ji bo ku li ser xapandina gelê Şengal bidome, ji bo ku aydolojîya rêxistinê bi guhê şêniyên Şengalê de dewam bibêje û bi wan bide xwendin, dewreyên wusa çêdike, hewl dide edebiyatên xwe yên qirêj bi zimanekê xweş ciwan bikin, lê belê tişta ecêb jî eve ku medya PKKê nivîsandîye dewreya zimanê dayîkê, lê belê di rastî de dewreya fêrbûna rênivîsê ye, wate medya PKKê ji ber koka zimanê wan Tirkiye, ew hêjan cudatiyê li nêvbera zimanî û rênvîsê de nakin.