Artêşa Fransa li Nîjerê Rêberekî DAIŞê Kuşt

isis-france-army-

Ajansa nûçeyan ya Reutersê îro Sêşemê ragihand ku artêşa Fransa li Nîjerê rêberekî payabilind yê DAIŞê kuştiye.

Reutersê ew agahî ji zarê Wezareta Hêzên Çekdar ya Fransa ragihand.

Li gor daxuyanîya wezaretê, yekîneya Operasyon Barkhane, Soumana Boura kuştiye.

Artêşa Fransa dide zanîn ku Boura di 20’ê Berfanbarê de bi êrîşeke esmanî hatiye kuştin.

Pustên heman beş