Li parêzgeha Agirî agir bi mizgeftekê ket

Li parêzgeha Agirî agir bi mizgeftekê ket

Li taxeke parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê agir bi mezgeftekê ket û piştî 3 demjimêran hat kontrol kirin.

Li gor zanyariyan di demjimêrên dereng ên şeva Sêşembê de li beşa kalorîferê ya mizgefteke taxa Sitkiye ya bajarê Agirî, ji ber sedemên nediyar agir derket.

Li ser agahdarkirina welatiyan, beşeke zêde ya tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.

Ji ber bandora zêde ya dûkêlê karmendên agirvemirandinê nikarîn ji derî ve midaxaleyî agir bikin û neçar man beşek ji dîwarê mizgeftê herifandin.

Piştî demekê karmendên agirvemirandinê bi maskeyên oksîjenê ketin hindir û di dema 3 demjimêran de agir kontrol kirin.

Pustên heman beş