Artêşa Tirkiyê li Çewligê dest bi operasyoneke nû kir

Artêşa Tirkiyê li Çewligê dest bi operasyoneke nû kir

Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyê diyar kir, li Çewligê bi beşdariya 960 personelî dest bi “Operasyona Eren-Zivistan-16” kirine.

Wezaretê Karên Navxweyî ya Tirkiyê bi daxuyaniyekê da zanîn, Operasyonên Eren ên Zivistanê yên ku li nava welat ji bo bidawîkirina bi temamî ya terorê tên meşandin, bi piştgiriya gel bi awayekî serkeftî didomin.

Di vê çarçoveyê de li Çewligê bi beşdariya 960 personelî ve “Operasyona Karagoz a Eren-Zivistan-16” hat destpêkirin.

Hat eşkerekirin, di operasyonê de, 71 tîmên operasyonel, 960 cendirmeyên komando, JOH û gundparêz beşdar in.

Pustên heman beş