Artêşa Îraqê 10 çekdarên YBŞê girtin

په‌كه‌كه‌-یه‌به‌شه‌-ئیراق-عێراق-pkk-iraq-ybs-sinjar

Artêşa Îraqê, îro hejmareke çekdarên koma bi navê Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞê a girêdayî rêxistina PKKê li Şengalê desteser kirin û her wiha dest bi ser cebilxaneyeke wan jî de girtin.

Çavkaniyên pêgeha «Darka Mazî» li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja sêşemî 18/1/2022ê, artêşa Îraqê bi ser baregehên YBŞê de li Şengalê girtin û 10 çekdarên wan desteser kirin û herwiha dest bi ser cebilxaneyeke wan jî de girt.

Li gorî wêneyên ku ji bo pêgeha me hatine şandin, artêşa Îraqê wêneyên du ji wan çekdarên YBŞê belav kirine ku hatine ji çekkirin.

Çavkaniyên «Darka Mazî» her wiha dest nîşan kir, paş desteser kirina çekdarên wê, YBŞê jî hejmareke serbazên artêşa Îraqê bi dîl girtine û vê yekê rewş li Şengalê û ciyên di bin kontrola PKKê û YBŞê de li Şengalê pêtir aloz kirîye.

Artêşa Îraqê sê rojan berê bi hêzeke mezin û çekên giran ve, gihîştîye Şengalê ji bo ku çekdarên PKKê û YBŞê û komên girêdayî rêxistinê derxîne, PKKê jî gef li artêşa Îraqê xwarine û delîveya çêbûna şer li herêmê heye.

Pustên heman beş