Êrîşa ser zindana “Sînae” ya li Hesekê, pîlaneke îstixbaratî a herêmî ye ku pêşwext bi dîqet amadekarî ji boy hatine kirin, PKK’e jî ku beşek ji vê pîlanê ye, li 25 Çileya pêşîn ya 2021an bi êrîşê dizanî û dizanîbû wê êrîşî wê zîndanê were kirin.
Li pêncşemîya rabûrî 20/1/2022an, DAIŞ’ê êrîşî zindana “Sînae” ya li taxa Gwêran li Hesekê kir û bi sedan endamên xwe revandin û hêjan nehatine desteser kirin, ji wê demê ve HSD’e dixebite rewşê kontrol bike ji ber vê yekê bi dehan şervanên wê jiyana xwe ji dest dane.
Pêgeha “Darka Mazî”, agahiyên tayîbet li derbara pîlana revandina terorîstan bi dest xistine, her wiha belgeyên vîdyoyî ku li 25/12/2021ê YPG’ê girtine bi zelalî tê de wirdekariyên êrîşa pêncşema rabûrî tên bas kirin.
PKK’ê li 25/12 dizanî terorîstên zindana Hesekê wê werin revandin
Pêgeha fermî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD’ê “SDF”, li roja 25/12/2021an dîmenên vîdyoyî yên îtîrafên hinek terorîstên DAIŞ’ê parvekiribûn, yek jê terorîstê bi navê “Mihemed Ebdulewad” bi kodnavê “Reşîd” ku berpirsê plan û êrîşa ser zindana Hesekê ye.
Her wiha terorîst “Reşîd” ji bo YPG’ê diyar dike ku çek û pêdawîstiyên êrîşa ser zîndanê, ji Îraqê ji “Hêzên girêdayî Îranê” û her wiha mîlîşyayên “Supayê Azad ê Sûriyê” yê girêdayî Tirkiyê, ji boy wan hatine dabîn kirin û go: “êrîşa ser zîndanê li Rakkayê hat plan kirin”.
Tekista danpêdana plandanerê êrîşa ser zîndana Hesekê ku li 25/12/2021ê, pêgeha fermî ya HSD’ê “SDF”ê parve kirîye:
Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD’e ku YPG’e ya baskê PKK’ê hêza sereke ye tê de, tam li jêr bandora PKK’ê de ye, anku ti tiştek di nava vê hêzê de bêy PKK’e, yan ji dervey îrade û fermana PKK’ê, nayê encam dayîn.
Pirsa girîng li vir eve:
Gelo çima YPG’ê 29 rojan berê dizanî DAIŞ wê êrîşê ser zîndanê bike û terorîstan birevîne, lê belê pêşî lê negirt û bêdengî hilbijart?
Ev jî bi wê wateyê tê ku PKK’e û “Îran – Heşda Şî’î ya ser bi Îranê ve” beşên sereke yên pîlanê bûn.
Heger PKK’ê plan çêkiribe, gelo çima HSD’e şer dike û ji bo ji nav birina vê pîlanê ketîye nava hewlên mezn de?!!
Rêxistina PKK’ê ji destpêka damezrandina xwe bi hezaran ciwanên kurd fedayê pîlanên xwe yên jêr bi jêr li gel dewletên dagirker kirine, di mijara zindana Hesekê de jî, PKK’ê û îstixbarata Îranê pîlan çêkirin û ji boy bi cî kirina wê pêşwext fikir li fedakirina dehan şervanên HSD’ê kirine, bi gotineke din, PKK’ê pêş wext hesabên xwe kirine ku ewê bi dehan şervanên HSD’ê feda bike, wate fedakirina şervanan beşeka pîlana PKK’ê û Îranê ye û haya fermandarîya navîn a HSD’ê ji vê yekê tune.
Çima zîndana Hesekê
Zîndana “Sînae” ku dikeve taxa Gwêran li bajarê Hesekê, mezintirîn zindana DAIŞê ye li Sûriyê, herî kêm 5 hezar terorîst tê de ne û ji wê hejmarê 3 hezar terorîst bi regez Îraqî ne, loma derbaskirina wan ji boy Îraqê wê zehmet nebe.
Li gorî pîlana ku PKK’ê ferman û telîmatên wê ji îstixbarata Îranê wergirtine, terorîstên ku ji zîndana Hesekê tên revandin, wê ji boy Îraqê werin veguhestin, bi tayîbet ji boy xeta temasê, wate navçeyên Kurdistanî yên dervey îdareya herêmê.