Dorên 600 terorîstên Hesekê di tunelên PYD’ê re hatine revandin

Dorên 600 terorîstên Hesekê di tunêlên PYD’ê re reviyane

Dorên 600 terorîstên DAIŞ’ê ji zîndana Sînaa ya li Hesekê, bi rîya tunêlên PKK’ê hatine revandin, hinek jê wan tunelan li jêr baregeha zîndanê derbas dibin.

Ji roja 20 çileya îsal 2022an, êrîşa DAIŞ’ê ya li ser zîndana “Sînaa” ya li taxa Giwêran li Hesekê dewam dike, tevî ragihandina HSD’ê ya ku dibêje rewş li jêr kontrola wan de ye, lê belê armanca sereke ya vê operasyona îstixbaratî hat jiyan kirin û bi sedan çeteyên DAIŞ’ê reviyan, yên rîya reva çeteyan çêkirî “Enya Muqaweme” bûn.

Pêgeha “Darka Mazî” 3 roja berê, agahiyên taybet li derbarê manora îstixbaratî ya “PKK’ê û Îranê” ya bi navê zîndana Hesekê parvekirin ku tê de hemû wurdekarî hatin îfşa kirin ku çawa Îran bi rêya “Eniya Muqaweme” ya ku PKK’e beşeke jê, hewla çêkirina zextê li ser peymana “Sedrî – Sunnî – Kurdî” dike, ji bo ku avakirina hikûmeta Îraqê asteng bike.

Paş şikestina hewlên Îranê yên çêkirina nêzîkatîyekê li nêvbera Nûrî Malkî, Hadî Amirî û Muqteda Sedr de, herweha nêz bûna dema çêkirina hikûmetê ya ku wê bêy baskên Îranê li Îraqê were avakirin, komara îslamî dosîya zîndana Hesekê ji refê derxist û nexşerêya revê weke erk bi “Eniya Muqaweme” hat sipartin.

Bi kurtasî, pîlana Îranê û PKK’ê ev bû:

  1. Terorîst werin revandin

  2. Ev terorîst li navçeyên temasê yên nêvbera Başûrê Kurdistanê û Îraqê cî bigrin.

Di pîlana “Îranê û PKK’ê” de, du tiştên herî girîng:

  1. HSD’e li ser erd şer bike ji bo ku sûç nekevin ser PKK’ê.

  2. Kadroyên PKK’ê, di HSD’ê de terorîstan di tunelan re birevînin.

3 Rojan berê wate li 25 Çileyê û li gel dijwarbûna şerê HSD’ê û terorîstan ji bo ku rewşê bigrin destê xwe, dorên 600 terorîstan di tunelên YPG’ê re hatine revandin, tunelên ku rêxistina PKK’ê di salên 2018 û 2019 û 2020ê de çêkirîn.

Çima PKK’ê tunel li Hesekê çêkiribûn?

Li sala 2018ê û berîya êrîşa dagîrkariyê ya li ser Rojava Kurdistanê were encam dayîn, Tayip Erdogan û dewleta tirk gef li Rojava Kurdistanê xwarin û go: “her dera ku PKK’e lê be, wê bibe qada şer û emê wan ji holê rakin”.

Rêxistina PKK’ê bi rîya baskê xwe yê Rojava PYD’ê û baskê wê yê leşkirî YPG’ê ku hêza sereke ye di HSD’ê de, bi milyonên dolaran pere destnîşan kir ji bo ku tunel li jêr erd bên kolandin, beşek ji wan tunelan li Hesekê hatine çêkirin û hinek jê di sînorê zîndana Giwêran re derbas dibin.

Pêgeha “Darka Mazî” ji çavkaniyên xwe yên taybet hîn bû, tişta ku ji 20 vê mehê ve li Hesekê hatîye jiyan kirin, mîna şanoyekî bû, tişta sereke û esas jî li jêr erd di tunelan de çêbûye.

Çavkaniyên me dest nîşan kir tîmên ku ewlekariya tunelan diparêzin, kadroyên PKK’ê yên di nava HSD’ê de ne, ji ber vê terorîst bi hêsanî di wan tunelan de hatine derbas kirin, agahiyên me piştrast kirine ku dorên 600 terorîstan di tunelan de hatine revandin.

Serdana Kazimî ya ji nişkan ve bo Şengalê û sînorê Îraqê û Rojava Kurdistanê

Îstixbarata Îraqê ji vê pîlana Îranê û PKK’ê haydar bû, loma ji 20 vê mehê ve bi armanca rêgirtina li derbasbûna terorîstên DAIŞ’ê ji Sûriyê bo Îraqê, rênimayên ewlehiyê li ser sînor tundtir kirine.

Bi texmîna îstixbarata Îraqê dorên 3 hezar terorîstên DAIŞ’ê yên bi regez Îraqî di zîndana Giwêran de hene, wan bi dîqet hesab kirîye ku yên deriyê zîndanê vekirî wê rîya wan jî ji boy Îraqê vekin, ji ber vê serokwezîr Mistefa Kazimî bi rojekê paş reviyana bi kom ya ku li 25 Çileyê di tunelan de çêbûy, li roja 26 Çileyê serdana Şengalê û sînorê Îraqê û Rojavayê Kurdistanê kir û erka tundkirina sînoran bi artêşa Îraqê sipart.

Girêdayî mijara reva terorîstan, îro roja pêncişemî 27/1/2022an, Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarên Îraqê, Yehya Resûl ragihand: “Kontirol kirina rewşa zîndana Hesekê û xwe radest kirina endamên DAIŞ’ê, nayê wê wateyê ku xeterî qedîyaye, em dê li ser wê esasê tevbigerin ku xeterî hêjan jî maye”.

Hêjayî gotinê ye, êrîşa mûşekî ya li ser cîhê mana Mihemed Helbûsî Serokê Parlamentoya Îraqê li şeva 25 ser 26ê Çileyê pêkhatî, milîsên girêdayî Îranê encam daye, ev bûyer ji boy çêkirina rojevekê bû li Îraqê ji bo ku rev û derbas kirina terorîstan pê were peçinîn.

Pustên heman beş