Vîyan Soran çima di temenê 24 salî de xwe şewitand

Vîyan Soran çima di temenê 24 salî de xwe şewitand

Vîyan Soran (Leyla Vali) yek ji navên ku ji hêla PKK ê ve wekî sembolek hatiye çêkirin. Mertalek wisa pîroz hatiye bikar anîn ku ger hûn bipirsin çima Vîyanê xwe şewitand, hûnê bi xiyanetkar werin tawanbar kirin. Lêbelê, di temenê 24 saliya xwe de, nayê qebûl kirin ku xwe şewitandin wekî çalakîyek berxwedanê were dîtin. Tê fêm kirin ku ger mirov xwe di nava dijmin de bişewitîne, di pevçûnekê de ji bo ku nekeve destê dijminî xwe bikujî. Lê ji bo xwepêşandan xwe şewitandin tê wateya ku di encama tengasiyek derûnî de ev bûyer rûdide. Di navbera jinên ku bi hêrsbûna ji malbatên xwe xwe şewitandin de, jinên ku xwe bi aciz bûn kuştine, jinên ku dizanin ku ji bêhêvîtiyê xwe şewitandin û dinavbera şewitandina Vîyan Soran têkiliyek heye. Vîyan Soran ji ber ku nekare hêzê li jîyanê bike û dinava derûnî yek kêmdîtinê de dijîya loma xwe şewitan.

Berpirsyariya ji hêza wê zêdetir

 Vîyan Soran jinek ciwan e ji Silêmaniyê ku di 1981 de hatiye dinê. Ji ber ku ew tenê ji Silêmanîyê bû, hê di 19-20 saliya xwe de, bi berpirsyariyên ku wê nikaribû hilgire xistin ser milên wê. Hêşta wê xwe nas nedikir dema PKK’ê berpirsyariya wek PÇDK ku partîya PKK’ê ya Başûre danîn ser milên wê. Ew di “PKK Başûr” de dibe rêvber û dikeve nava rêveberiya PKK ê de jî. Propaganda îdolojîk a PKK ê li nava qadroyên xwe de dike dibêje “jiyan xirab e hestên mirovan jî jîyana me qirêj dike.” Vîyanê wisa hizir kir ku ew qirêj bûye û xwest qirêja xwe bi agir pak bike.

Başe Vîyan çima fikrî ku ew qirêj bûye. JI ber ku Vîyan aşiq bû. Vîyan ji aliyê hest û sozan bi hevalekî xwe bi bandor bûbû. Aşiq- evîndar bûbû. Lê belê PKK’ê evîndarî ne bi tenê qedexe kiriye. Belku li gor PKK’ê aşiqbûn mirovan ji welat dûr dixe, ji şoreşgeriyê dûr dixe, eşqê dihişt ku jin bibe jineka ketî, jineka qirêj. Ji ber vê yekê kesên ku aşiq dibûn sûçdar dihatin dîtin û wan jî xwe sûçdar di dît. Ji ber ve yekê jî zextekî psîkolojîk jîyan di kirin. Babetê xwe şewitandina Vîyanê di cewher de ev babete bû. Jiberku Vîyan evîndar bûbû xwe şewitand. Vîyanê destê vî kesî ne girtibû, çi peywendîyek di navbera wan de nebû. Lê belê wê ji ber hestên xwe li hember Ocalan xwe sûçdar didît.

Ji ber ku li gor Ocalan û îdolojiya wî “Herkes dikare xwe, jîyana xwe û hestên xwe bi tenê ji boy serok bi kar bîne”. Ocalan digot ” di dilekî de du eşq nabe, yan divê eşqa min ku ez temsîla hemû welat û Kurdistanê dikim hebe yan jî divê hûn eşqa zelamekî tercih bikin. Eşqa min mirovan azad dike eşqa zelamekî jî mirovan kole dike”.

Vîyanê ji ber hestên ku têde jîya bû xwe sûçdar kir. Ev got “ez nav îxanetekî de dijîm”. Wê ji bilî serokê xwe heş tiştekî kirbû. Ji ber vê yekê Vîyanê di nameya xwe de digot “îro ez dixwazim hember hemû kem û kuriyên xwe û lawaziya xwe, rexne bikim û hember paradîgmaya nû bi biryar bûna xwe nîşan bidim.”

Ev yek nîşan dîde ku di temenek ciwan de, Vîyan ket navbera berpirsyariyên siyasî, pêkanîna kesayetiya xwe û jinbûn û propagandaya hestîyarî. Vîyan jî ji bo xwe jîyanekî rêxistinî ferz kirin, divê Vîyan kamil be, divê ew kêmûkûrtî yên mirovî nîşan nede. Bi berdewamî xwerexne dike û diasta  kamilbûnê dixwaze xwe biafirîne. hewl dide ku bêkêmasî bibe lê êdî Viyan ê nema dikare hebûna xwe ragire.

Însanek 24 salî çima ji boy direng xwe kuştinê lêborînê dixwaze

Viyan Soran ketiye rewşek nebaxşandî de. Xwe xistîye bin barekî xeyalî de. Vîyan Soran ji bo bilind bûnek mezin nameyek dinivîse û di 6 ê Sibatê de xwe li herêma heftenîn dişewitîne. Vîyan Soran di nameya xwe de dibêje: “Serokê min çalakîyamin di heman demê de rexnedayîna rêhevaltiya min a kêm e, da ku xwe li pêşberî mirov û dîrokê ji şermizarî xelas bikem.” Heman dem di nameya xwe de, Vîyan Soran dibêje “ ji ber ku di vê çalakiyê de dereng mayî me ez  lêborînê dixwazeim”. Rastiya ku kesek 24 salî ji jiyan û hebûna xwe şerm dike, serkeftina PKK ê ye. Çawa çêdibe ku van hesta di qadroyên xwe de diafirîne. Ku mirov xwekujîyê weke çalaki bibine. Mirov ne bi jiyanê lê bi mirinê re meyldar têne çêkirin. Hestên mirinparêsî pîroz dike.

Di cewher de çalakiya Vîyan Soran noqteya ku PKK’ê mirov anînê, destnîşan dike. Vîyan Soran ji ber ku tiştên PKK’ê li ser ferz dikirin nekarîbû pêkbîne xwe şewitand. Vîyan ne sembola berxwedanê ye Vîyan sembola heqîqeta PKK’ê ye ku însan xwe dikuje, Vîyan sembola zexta PKK ya ku mirovan tîne asta mirinê ye. Vîyan sembola xapandina mirovan ji aliyê PKK’ê ve ye. Vîyan niha bûye amûrekê propagandayê ji boy PKK’ê, lê belê esasen dibe lêkolînvan û psîkolog li ser wê kar bikin ka çima di jîyeke 24 salî de hat asta xwe şewitandinê, ev çi xapandin, ev çi zexta mirovatîye.

Pustên heman beş