Pêşmerge û Artêşa Iraqê yekem qonaxa operasyona hevbeş bi awayekî serkeftî bidawî anî

Pêşmerge û Artêşa Iraqê yekem qonaxa operasyona hevbeş bi awayekî serkeftî bidawî anî

Şaneya Ragihandin û Hişyariyê ya Niştimanî ya li Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê ragihand; qonaxa yekem a operasyona hevbeş a navbera hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de li mîhwerên 5 û 6, bi awayekî serkeftî bi dawî bûye.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin: “Piştî rêzecivînên hevbeş ên navbera fermandarên serbazî yên hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê, ji bo nehiştina valahiya ewlehiyê, roja 7ê Sibata 2022yan, operasyona hevbeş a hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê li sînorê nahiya Sergeran û bakur û rojhilatê Çiyayê Qereçûxê birêve çû.”

Hat diyarkirin: “Ji hêzên Pêşmerge mîhwerên 5 û 6 û lîwayên piyade yên 2, 10, 14, 18, komando ligel herdu yekeyên taybet ên mîhwerên 5 û 6, ji hêzên Artêşa Iraqê jî Fermandariya Operasyonên Neynewa û Fermandariya Operasyonên Kerkûkê (baregeha pêşketî) beşdar bûn.”

Herwiha hat eşkerekirin: “Armanca vê operasyonê, kontrolkirina deverên valahiya ewlehiyê bû, ku dikevin sînorê nahiya Sergeran û Pelkane û bakur û rojhilatê Çiyayê Qereçûxê.”

Şaneya Ragihandin û Hişyariyê ya Niştimanî diyar kir: “Di vê operasyona hevbeş de, devera diyarkirî ya operasyonê bi temamî hat kontrolkirin û herdu aliyan, hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê di xaleke gihiştina hev de, serkeftina operasyona xwe ragihand.”

Pustên heman beş