Kongresa Amerîkayê redkirina firotina balafirên F-16 bi Tirkiyê dixwaze

turkey-f-16-usa

Zêdeyî 50 endamên Kongresa Amerîkayê daxwazê ji Wezareta Derve û Berevaniyê ya welatê xwe dikin ku daxwaza Tirkiyê ya kirîna firokeyên F-16 ên Amerîkî red bikin.

Di nameyekê de ku îmzeya zêdeyî 50 endamên Kongresa Amerîkayê ji herdu partiyên Komarî û Demokrat li ser e, daxwaz ji wezaretên derve û berevaniyê yên Amerîkayê hatiye kirin ku destpêşxeriya Tirkiyê ya kirîna firokeyên şer ên F-16, red bikin.

Di nameya endamên Kongresa Amerîkayê de ku rasterast ji Wezîrê Berevaniyê Lloyd Austin û Wezîrê Derve Antony Blinken hatiye şandin, tê gotin: “Em bi dijwarî daxwazê ji we dikin, destpêşxeriya dawî ya Tirkiyê bo kirîna firokeyên F-16 û keresteyên pêwîst ji Amerîkayê bo modernîzekirina hêza xwe ya esmanî, red bikin”.

Di nameyê de tê gotin: “Pesendkirina destpêşxeriya Tirkiyê, xelatkirina Recep Tayyip Erdogan e li ser paşguhxistina pêbendiyên xwe li beramber herdu hevpeymaniyan xwe ku Amerîka û NATO ne. Ev ji xeynî binpêkirina berfireh a mafên mirov ku rejîma wî li hundir û derveyî welat dike”.

Di nameya xwe de eşkere kirine ku “di Mijdara sala 2021ê de, Tirkiyê daxwaz ji Amerîkayê kiriye ku firokeyên şer ên F-16 bifroşiyê bo nûkirin û modernîzekirina hêza xwe ya esmanî, ev jî piştî wê yekê tê, “Rejîma Erdogan” bi dirêjahiya çendîn sal, çendîn car hêza xwe ya serbazî bo “nearamkirina” rojhilatê Deryaya Spî, Rojhilata Navîn, Başûrê Qefqasê û Bakurê Efrîqayê bikar aniye”.

Herwiha dibêjin: “Hêzên Tirkiyê û grûpên Tirkiye piştgiriya wan dike, keresteyên Amerîkî di dema wan êrîşan de bikar anîne bo pêkanîna “tawanê şer”, di nav de bi “qest” bordûmankirina armancên sivîl wek nexweşxane û dibistanan li Iraqê, Sûriye û Nagorno Qerebaxê”.

Pustên heman beş