Li Edenê 14 kes bi tometa PKK hatin desteserkirin

edene-pkk

Li parêzgeha Edenê di operasyonekê de 14 kes bi tometa “propagandaya rêxistinê” hatin desteserkirin.

Li gor agahiyan li Edenê tîmên Rêveberiya Şaxa Dijî Terorê ya Rêveberiya Emnî ji bo girtina 17 kesên ku Serdozgeriya Komarî ya Edenê derbarê wan de biryara girtinê dabû, operasyonek pêk anîn û bi ser gelek malan de girtin.

Li gor zanyariyan, di encama wan serdegirtinan bi tometa “propagandaya rêxistinê” 14 kes girtin.

Kesên hatine desteserkirin bo Rêveberiya Emnî ya bajêr hatine birin û xebatên girtina 3 kesên din jî berdewam in.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berdewam bi hinceta “endamtî û propagandaya PKKê” welatî tên desteserkirin û cezakirin.

Pustên heman beş