Ukrayna dê dev ji tevlîbûna NATOyê berde

uk-russia-ukraine

Balyozê Ukraynayê li Brîtanyayê got, dibe ku welatê wî dev ji hewildana xwe ya ji bo tevlîbûna Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) berde, da ku şer bi Rûsyayê re nebe.

Balyoz Vadim Prystaiko got ku Ukrayna amade ye ku li ser armanca xwe ya tevlêbûna NATOyê “nermî” nîşan bide.

Prystaiko di bersiva pirsekê de ku gelo welatê wî helwêsta xwe derbarê endambûna NATOyê de guhertiye yan na, Prystaiko got: “Dibe ku em bikin… bi taybetî piştî ku em bi vî awayî rastî  tehdîd kirinê, hatî”.

Ukrayna, ku ne endamê NATOyê ye, ji sala 2008ê ve soz jê re hatiye dayîn ku ew ê derfetek ji bo tevlêbûnê bi dest bixe, ku ev yek dê hevalbendiya bi pêşengiya Amerîka bîne ser sînorên Rûsyayê.

Amerîka û welatên rojava Rûsya bi amadekirina êrîşeke leşkerî bo ser Ukraynayê tometbar dikin, Mosko çend caran ev yek red kiriye.

Mosko daxwaza garantiyê dike ku NATO ber bi rojhilat ve ber bi sinorên wê ve nehê û bingehên leşkerî yên NATOyê li komarên Yekîtîya Sovyeta berê nehên ava kirin.

Pustên heman beş