Firansa û Almanya jî bang li welatiyên xwe kir ji Ukraynayê derkevin

franc-germen-ukrain

Her yêk ji welatên Firansa û Almanya îro bang li welatiyên xwe kirin ku ji Ukraynayê derkevin û wî welatî bi cî bihêlin.

Wezareta derve ya Firansayê îro roja şemî 19/2/2022ê car din bang li welatiyên xwe kir ku Ukraynayê bi cî bihêlin û her wiha geştên xwe jî ji boy wî welatî betal bikin.

Her îro Almanyayê jî bang li welatiyên Alman kir ku ji welatê Ukraynayê derkevin.

Heya niha çendîn welatên cîhanê bang li welatiyên xwe kirîye ku ji Ukraynayê derkevin weke amadekarî ji çêbûna şerekê nexwastî li Ukraynayê ku Rûsya niyaza dagîrkirina wê heye.

Pustên heman beş