Serokê Îranê wezîrê navxwe raspard karê Kolberiyê bi rêxistin bike

ebrahim-raisi-kolbar-kurd-iran-كۆلبه‌ر

Serokkomarê Îranê hejmareke biryaran ji bo pêşî girtina li qaçaxçêtiyê derxistin yêk jê grêdayî karê Kolberiyê ye.

Li gorî ajansa Irna ya Îranê, Îbrahîm Reîsî, wezareta navxwe raspardîye ji bo ku karên bazirganiyê yên li sînoran tên encam dayîn weren rêxistin û yêk jê karê Kolberiyê ye.

Serokê Îranê her wiha wezareta navxwe raspard di dema mehekê de vî karî encam bide.

Hemwelatiyên Rojhilata Kurdistanê çendîn salin kel û pelan ji Başûrê Kurdistanê bi rêkên çiyayê yên pir zehmet derbasî Rojhilata welat dikin, kesên ku vî karî encam didin bi Kolber tên nas kirin û ew rojane ji hêla Spayê Pasdarên Îranê tên hedef kirin.

Li gorî rêxistina Hengaw ya mafên mirovan ya Rojhilata Kurdistanê, salane bi dehan Kolber ji hêla çekdarên Îranê tên kuştin û birîndar kirin.

 Amarên nefermî nîşan didin ku nêzî 70 hezar kesan piranî jê yên Rojhilata Kurdistanê ne, karê Kolberiyê li nêvbera Başûr û Rojhilat dikin.

Pustên heman beş