Sibe wê Yekîtiya Ewropayê civîna bilez li dar bixe

Sibe wê Yekîtiya Ewropayê civîna bilez li dar bixe

Yekîtiya Ewropayê ragihand; sibe pêncşemê 24ê Sibata 2022yan, civîna bilez a Yekîtiya Ewropayê li ser rewşa Ukrayna û Rûsyayê birêve diçe.

Li aliyê din, Cîgirê Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Netewî ya Amerîkayê behsa sizayên Amerîkayê yên li hember du bankên Rûsî kir û got: “Êdî ew bank ne li Amerîka û ne li Ewropayê nikarin kar bikin.”

Derbarê dorpêçê de Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand; ew ê jî weke sizayên Amerîkayê, bersiv bidin Washingtonê.

Herî dawî Serokê Rûsyayê Vladimir Putin cudabûna herêmên Luhansk û Donetsk ji Ukraynayê û serxwebûna wan îmze kirç Ev her du herêm ji aliyê jeopolîtîkê ve ji bo Rûsya û Ukraynayê girîng in.

Ev pêngava Putin, bû cihê nîgeraniya welatên rojava û Amerîkayê, ku rewş ber bi aloziyên zêdetir bir, ji bo vê mijarê, Yekîtiya Ewropayê sibe civînek li dar dixe.

Pustên heman beş